Navenda Nûçeyan
Serhildana gel li Rojhilatê Kurdistan û Îranê tevî hemû hewlidanên rêjîma Îranê yên ji bo rawestandina xwepêşandanan jî, gel li ber xwe dide, herwiha bûyerên şehrîkirina xwendekarên keç li dibistanên Îranê dibe cihê metirsiyê.
Her çiqas hêzên rejîma Îranê hewildanek mezin didin ku rojên Înê bi rêya hêz, tirs û şidetê pêşî li xwepêşandan û nerazîbûnên gel bigrin jî, lê serhildana gel ya li dijî rêjîmî bi xurtî dewam dike.
2’ê Adarê welatiyên Beluç cardin piştî nimêja Înê herikîn qadan û li dijî desthilata Îranê dirûşman berz kirin. Li gor dîmenên hatine belavkirin, hejmarek zêde ya welatiyên bajarê Zahîdan piştî nimêja Înê berê xwe dan ser cadeyan û rewşa zehmet a jiyanê û nebûna xizmetguzariyan protesto kirin. Herwiha li gorî dîmenên hatine belavkirin rêjîma Îranê êrişî xwepêşandanan kir û di navbera wan û xwepêşanderan de pevçûn derket.
Di heman demê de li Îranê bûyerên jehrîkirina xwendekarên jin berdewam dike. Di 2’ê Adarê de li dibistana amadeyî ya keçan a 26’an gelek xwendekar bi jehrê ketin.
Endamê komîsyona polîtîkayên ji derve û ewlehiya navneteweyî ya parlamentoya Îranê aşkera kir ku di van demên dawî de ji 900 zêdetir xwendekarên keç bi jehrê ketine. Li gorî agahiyên ku hatine girtin, duh li beşa amadeyî 26 xwendekarên keç de jehrî bûne, tê zanîn ku hejmara xwendekarên ku jehrî bûne gelek zede ye.
Piştî ku nûçeya bûyerên jehrîbûnê yên dibistanan hatin weşandin, wezareta perwerdeyê der barê mijarê de tu daxuyanî neda û bûyerên bi jehrîketinê derewand. Wezîr diyar kir ku ev pirsgirêk çavkaniya xwe ji atmosfera di navbera malbat û xwendekaran de digre.
Yekitiya Ferhangiyan der barê vê mijarê de daxuyanî da û got, dixwazin di navbera malbat û zarokan de tirsê ji ber serhildana Jin Jiyan Azadî ava bikin û destkeftiyên xwe careke din bi dest bixin. Herwiha da zanîn ku divê ev êrîş bi awayekî bi hêz werin şermezarkirin û divê saziyên eleqeder van êrîşên terorîstane û bi qest îtiraf bikin û der barê vê mijarê de bi lêkolînan rastiyê derxin holê.






