Rojnameya Ronahî

KOMPLOYA MEZIN A GLADÎO   (Beşa 4)

Ji min re gotin,‘eger tu bixwazî dikarî hefteyekê li Tacikistanê bimînî û di nava hefteyê de emê bikaribin alternatîfekê peyda bikin’. Bi awayekî wan ez xapandim û li balafireke kargo suwar kirim û li paytexta Tacikistanê daxistim.

 Eger min rastiya vê helwestê zanîbûya, ji sedî sed ez ji Romayê dernediketim. Ez hatibûm

xapandin. Tê bîra min, dema ez bi balafira taybet a D’Alema ji saha NATO’yê derketibûm, min

kesereke kûr kişandibû. Lê ev rewşeke wisa bû ku mîna mirov ji baranê bireve li zîpikê biqelibe.

Îcar Îstîxbarata Hundir a Rûsyayê piştî ku ji min dayî erêkirin ku ez biçim Ermenîstanê, ez birim

balafirgehê. Li gorî lihevkirina wan, çûyîna min a Ermenistanê xira bibû û lewma ji min re gotin,

‘eger tu bixwazî dikarî hefteyekê li Tacikistanê bimînî û di nava hefteyê de emê bikaribin

alternatîfekê peyda bikin’. Bi awayekî wan ez xapandim û li balafireke kargo suwar kirim û li

paytexta Tacikistanê daxistim. Em hefteyekê bêyî ku derkevin derve, timî di odeyekê de man. Em

paşê vegeriyan Moskovayê. Ji neçarî me dîsa serî li dostên Yewnan da. Di nav du rojan de piştî

rojeke tijî serhatî, sar û bi berf a Moskovayê, me dîsa berê xwe da Atînayê.

Ez ji aliyê xwedayên Olympos ve hatim xapandin!

Bi qasî ku tê bîra min, min di ber xwe de kir pistepist û got, ez vê carê jî bi temamî ji aliyê

xwedayên Olympos ve hatim xapandin. Ez tam di nava xeyalên van xwedayan de bûm. Nexasim

Hades hatibû bîra min. Di deriyê VIP’ê yê balafirgehê re ketim hundir. Bi ketina min a hundir re

şopandina Xwedayê Cehennemê Hades jî, pêre dest pê kir. Ez şevekê li mala xesûya dostê xwe

Nagzakîs mam. Mala wê gelekî belawela bû. Dişibiya pîresêhrên serdemên berê. Min ji wê pirsî

“Pangalos wê çi bike.” Dema got “wê di hilbijartinan de bi kar bîne” min dît çiqasî ji rastiyên

serdemê dûr û qut e. Hinekî jî di rastiya gelê Yewnan de ew esilzadeyên berê yên bêhêz hatine

hiştin anî bîra min. Ji wê şevê û pêve, mîna ku ez bi awayekî ber bi kampa mirinê ve diçûm. Bi

temamî Hades li ser kar bû. Bi tevahî tiştên dihatin kirin û gotin qelp û sexte bûn. Ma qey

hêmanên durist tinebûn? Bêguman hebûn, lê hemû li hemberî cinawirê modernîteyê bê çare

bûn.

Sextekariya dewleta Yewnan di vê lîstikê de jî bi ser ketibû

 Îcar berê me li Efrîkayê bû û di ketina vê rê de fîgura Mandela bi tesîr bû: Çawa ku di ketina

ser riya Moskovayê de fîgura Lenîn bi tesîr bibû. Qaşo ez ê biçûma Efrîkayê min ê hem têkiliyên

têkûz ên dîplomatîk daniya, hem jî min ê pasaporta fermî ya kêrhatî bistenda. Sextekariya

dewleta Yewnan di vê lîstikê de jî bi ser ketibû. Tevahiya dîrokê demokrasiya gelê Yewnan ji

aliyê vî sextekarî ve timî hatibû xapandin û li trajediyên mezin hatibû qewimandin. Ya rastî,

diviyabû min jî ev ji bîr nekiriba û li gorî nêzîk bibûma. Ez bi dilpakiya zarokan nêzî dostatiyê

dibim û di vê helwesta min de jî ev bi tesîr bû. Di dema derketina ji Yewnanistanê de wexta em

diçûn balafirgehê erebeya ez têde şofêrên wê gelekî hewl dan ji bo ez bi ser xwe ve bêm û

neçim. Çi ji destê wan hat bi duristî kirin û xwestin nîşan bidin ku komployeke mezin li ser kar e.

Bi îhtîmaleke mezin ew jî karmendên îstîxbaratê yên di payeya jêr de bûn. Şifêrê pêşî erebe li

balafirgehê qeliband û xwest çûyînê asteng bike. Yê diduyan jî erebe li nêzî balafirgeha diviyabû

nepenîbûya heft caran bi bahaneya xirabe ye, tibabekî sekinand. Me ji sozên hatibûn dayîn

ewqasî bawer kiribû, em bi ser xwe ve nedihatin. Berevajî min dixwest bilezînim ji bo demeke

berî demekê di çarenûsa min de çi heye ez bibînim.

Li cehennema Naîrobiyê 3 rê li pêşiya min danîbûn

Balafira em lê suwar bûn di operasyonên bi dizî yên Gladîo de dihat bi karanîn. Lê berî vê seferek me jî li Mînskê bû. Berî Naîrobiyê ez ê di ser Mînksê  re derbasî Hollandayê bibûma. Dîsa bi balafireke taybet ji du saetan zêdetir di hewa sar a Mînksê de rawestiyam. Li cehennema Naîrobiyê 3 rê li pêşiya min danîbûn:

Ya yekê, bi sedema ku min demeke dirêj guh nedaye fermanê bi awayekî şiklî ez ê bihatama kuştin.

Ya diduyê, min ê gotina CIA’yê nekiriba didu û biketama bin fermana wê û teslîm bibûma.

Ya sisiyan, wê min radestî tîmên şerê taybet ên Tirk bikirina ku ev ji zû ve amade kiribûn.

Ji bilî hêza hegemon DYE’yê ti hêzê nikarîbû vê operasyona çar mehan amade bikira

Di pêvajoya 15 rojî ya Naîrobiyê de hêjaye  mirov helwesta Sefîr Kostulas fêhm bike. Gelo hatibû bi karanîn? Min ev ji hev dernexist. Berî radestkirina min qet nehat mala xwe ya lê dima. Di dema derxistina min a ji seferatê de ku bi awayekî bi darê zorê bû, hinekî hişk li ber zebeniyê Naîrobiyê rabû. Lê dibe ku ev helwesta wî bi sextekarî be jî. Îcar Pangalos qaşo ji bo çûyîna Hollandayê destûr wergirtibû. Min ji vê zêde bawer nekiribû. Ji ber ku ez ji malê derneketima, tîmên taybet ên Yewnan ji bo êrîş bikin û bi darê zorê min derxin di kemînê de bûn. Polêsê Kenyayê jî xwe ji bo heman tiştî amade kiribû. Jixwe ji zû ve çûyîna

Komara Efrîkayê weke çîrokeke xapandinê derketibû holê. Senaryoyên weke penabûna li dêrekê

û li Neteweyên Yekbûyî bi guman bûn. Ji bo derneketinê min nigên xwe dabûn erdê û li ber xwe

dabû.

Ji 9’ê Cotmeha 1998’an heta bi 15’ê Sibata 1999’an pêvajoyeke çar mehan a mîna bahozê

derbas bû. Ji bilî hêza hegemon DYE’yê ti hêzê nikarîbû vê operasyona çar mehan amade bikira.

Di vê pêvajoyê de rola hêzên taybet ên Tirk (Serokê van hêzan General Engîn Alan bûye) bi tenê

bi balafirê birina min a Îmraliyê bû, ew jî di kontrolê de pêk hat. Di dîroka pêvajoyên NATO’yê

de ji sedî sed operasyoneke herî girîng a pêvajoyan e. Ev ewqasî eşkere bû, em diçûn kîjan

deverê ti deverê dengê xwe nedikir. Yên qebûl nekiribûna jî yekser bêdeng dikirin. Rûsya mezin

jî bi awayekî pirr eşkere bêtesîr kiribûn. Jixwe helwesta Yewnaniyan têra ravekirina her tiştî

dikir.

(ji Pirtûka parêznameyên Rêber Apo, cîldê 5`an beşê 5)