Rojnameya Ronahî

Dewleta Tirk welatî terkî mirinê kirin

Erdogan wekî her car karîseta erdhejê jî ji bo berjewendiyên xwe bikar tîne, gel di bin kavilan de terkî mirinê kirin, li şûna alîkariyê bike wan işkence dike. Li gorî mexdûrên erdhejê tenê yê ku bi hewara wan ve hatin e, gel û HDP bûn.  

Navenda Nûçeyan

Deweleta Tirk a dagirker li dijî gelê mexdûrên erdhejê polîtîkeke qirêj dide meşandin. Kurdên mexdûrên erdhejê ku dixwazin navê xwe ji bo standina alîkariyê binivîsînin, rastî işkenceyan tên û ji alîkariyê bêpar dimînin.

Ji aliyê ajansa mezopotamyayê ve hat ragihandin ku welatiyê bi navê Veysî Atar ê ku li Semsûrê dimîne, dema tevî pismamekî xwe xwest ji bo wergirtina alîkariyê navê xwe li Weqfa Alîkariya Mirovî ÎHH’ê binivîse, despêkê rayedarekî, piştre jî cendirmeyan êrişî wan kir û ew işkence kirin.

 

Alîkariyê nagihînin Kurdan û Elewiyan

 

Li gorî agahiyên heyî, hikûmeta Tirk di warê gihandina alîkariyê de cudakariyê dike, alîkarî hema hema qet nagihîje Kurdan û Elewiyan. Li gorî siyasetmedarên ku rewşa erdhejê ji nêz ve dişopînin, Erdogan dixwaze tengavbûna hundirîn ji bo xizmeta xwe bikar bîne, ew pirsgirêkên nû çêdike da ku bala xelkê ji ser pirsgirêkên esasî bibe. Herwiha diyar dikin ku siyaseta wî bi vî şêvazî her ku diçe zelal dibe û bin dikeve.

 

 HDP bi hawara mexdûrên erdhejê ve çû

 

Li gor agahiyên hatîn bi dest xistin, li gundên navçeya Nûrdagi ya Dîlokê ji sedî 80’î avahiyan hilweşiyan. Kavilên avahiyan, hêj mîna roja ewil li cihê xwe disekinin. Nifûsa gundê Hîsarê 350 e û di erdhejê de 25 welatiyan jiyana xwe ji dest dan. Ji sedî 90’î avahiyên gund xesareke mezin gihiştê. Her wiha 40 avahî hilweşiyan û 50 avahiyên li rex wan jî nema dikare kesek tê de bijî. Li gorî şêneyên gundê Hîsarê jî, ji  destpêka erdhejê ve tenê  HDP’î bi hawara wan ve hatin e. Piştî erdhejê, şêniyên gund li gorî derfetên xwe hewl dan jiyana xwe bidomînin.

 

AFAD’e bersivê nade

Yek ji bajarên herî zêde ji erdheja Mereşê bibandor bûyî jî Meletî ye. Li gorî daxuyaniya walîtiyê, di erdhejê de hezar û 384 kesan jiyana xwe ji dest dan, 2 hezar û 528 avahî hilweşiyan û xesar gihişt 13 hezar û 106 avahiyan jî. Li gorî welatiyên bajêr li bajêr bê qordînetî hebû û wan bi hezaran caran li AFAD’ê geriyan lê, bersiva telefona wan neda.

Li gorî welatiyên bûn şahidê erdhejê, di dema erdhejê de dewlet li herêma erdhejê tune bû. welatî diyar dikin ku hikumet derewan dike û tu xebat nehatin destpêkirin. Gel bi xwe bû şahid ku dewlet di erdhejê de tune ye. Herwiha dan zanîn ku dewletê dengê wan nebihîst û ew li herêmên erdhejê terkî mirinê kirin.