Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Serhildana gel li Rojhilatê Kurdistan û Îranê didom e

21/02/2023
in NÛÇE
A A
Serhildana gel li Rojhilatê Kurdistan û Îranê didom e
Share on FacebookShare on Twitter

Serhildana Rojhilatê Kurdistan û Îranê bi hemû hêza xwe didom e, gel bi biryardariyeke mezin dadikeve qaadan û li hemberî kuştin, girtin û işkenceyê jî gav bi paş ve navêje û banga azadiyê dike.

Navenda Nûçeyan

Serhildana li Rojhilatê Kurdistan û Îranê tevî kuştin, darvekirin, girtin û êşkenceyan jî bê navber dewam dike. Rêjîma Îranê ji bo tirsandina serhildêran cezayê darvekirinê dide girtiyên ku di xwepêşandan de hatin girtin.

Serhildana ku 159 roj li pey xwe hiştin, bi çalakiyên cûda û bi xurtî dewam dike. Serhildêr li dijî kiryarên rêjîma Îranê dengê xwe bilind dikin û dîwarê tirsê şikandine.

Di 20’ê Sibatê de gelek bajarên Îranê çalakiyên cûda hatin lidarxistin, li gelek cihên giştî dirûşme li ser dîwaran hatin nivîsandin, ciwanan li kolanan agir pêxistin û li dijî desthilatê nerazîbûna xwe anîn ziman.

Li bajarê Dîwaniye ya Rojhilatê Kurdistanê welatiyê bi navê Fuad Fedîm ê ku ji aliyê rêjîma  Îranê ve hatibû kuştin, hate bi bîranîn. Di merasîmê de bê navber dirûşmeyên ‘Jin, Jiyan, Azadî’ û ‘Şehîd namirin’ hatin qêrîn. Li gelek parêzgehên Îran û Rojhilatê Kurdistanê kesên teqawîdbûyî dijî rewşa xirab ya jiyanê, çalakiyên cûda lidarxistin.

Li gorî agahiyên Ajansa ROJnews’ê,  di 20’ê Sibatê de li bajarê Îlam ya Rojhilatê Kurdistanê bi hêceta dijî asayîşa welat derketiye, dadgehê 2 sal ceza bi ser xendevana jin ya bi navê Nîgar Dawidî de birî. Herwiha dadgehê 2 sal cezayê qedexeya derve jî da Nîgar Dawidî. Ji bilî van cezayan salek karkirina bê beramber ji bo Fermangeha Çavdêrî ya Civakê û 200 saet fêrbûna quranê weke ceza li Nîgar hate birîn.

Herwiha di 20’ê Sibatê de bi hezaran kes li Belçîkayê li ber derê Konseya Ewrupayê kombûn û xwestin Supayê Pasdaran bi fermî weke rêxistinek terorîst were nasîn. Li gelek welatên din jî çalakiyên piştevaniyê hebûn

ShareTweetPin

Herî Dawî

Çima rêxistinên mirovî kiriyarên ku derheqê gelên Sûriyê dibin, dernaxin?
NÛÇE

Çima rêxistinên mirovî kiriyarên ku derheqê gelên Sûriyê dibin, dernaxin?

18/07/2026
Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin
CîHAN

Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin

18/07/2026
Şoreşa jinan li cîhanê deng veda
JIN

Kongra Star: Parastina destkeftiyên jinan berpirsyariyeke hevpar e

18/07/2026
Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.