Rojnameya Ronahî

Berdewamkirina pêngava `Sifir Çop` û bidawîkirina çopê li herêmê

Rojbîn Zagros/ Qamişlo

Bi armanca belavkirina çanda paqijiya giştî di nav gel de, Rêveberiya Xwecihî û Jîngehê li herêma Cizîrê di destpêka meha Sibatê de pêngava `Sifir Çop` li bajarê Hesekê da destpêkirin. Herwiha bang li gel kir ku, parastina paqijiya giştî bikin.

Di destpêka şoreşa Rojava de, ji bo xizmeta gel, Rêveberiya Xwecihî û Jîngehê û şaredarî hatin avakirin. Tevî êrîşên dewleta Tirkî ya dagîrker jî, ji destpêkê heta roja îro bênavber û bi rêxistinî xebata xwe didomînin. Herwiha rêveberiya Xwecihî û Jîngehê, li gorî imkan û pisporiya xwe projeyan amade dike û bi gelek pêngavan jî radibe. Yek ji pêngavên herî girîng ku pê ve radibe, pêngava Paqijiyê ye. Ji ber ku di dema dawî de gelek qirêj li nava bajar çêdibû. Ji bo wê jî di 2`yê Sbatê de pêngava `Sifir Çop` ji bo parastina paqijiya bajar û jîngehê pêk anî û heta niha pêngav berdewam e. Da ku çanda paqijiyê di nava gel de belav bibe.

Di 2`yê Sibatê de, Rêveberiya Xwecihî û Jîngehê li herêma Cezîrê, bi alîkariya şaredariyên gel  yên bajarê Hesekê, pêngaveke paqijkirinê di bin navê `Sifir çop` de dest pê kir. Pêngav tevayiya taxên bajarê Hesekê armanc digre û dê heta dawiya vê mehê li bajarê Hesekê berdewam bike. herwiha wê piştî ku pêngav li Hesekê bi dawî bibe dê li bajar û navçeyên din yên herêma Cezîrê berdewam bike. Armanca pêngavê gihaştina Sifir Çop e. Di pêngavê de  tevayiya endamên saziyên sivîl yên Rêveberiya Xweser, komîn û gelê herêmê dibin alîkar.

Derbarê pêkanîna pêngavê û giringiya parastina paqijiya Jîngehê de Hevseroka Rêveberiya Xwecihî û Jîngehê ya Herêma Cizîrê Istîr Mûrad ji me re axivî û behsa girîngiya paqijiya herêmê û proje û pêngavên ku ji bo parastin herêmê tên kirin kir.

 

`Armanc bidawîkirina çop û qirêjiya li herêmê ye`

 

Istîr Mûrad diyar kir ku armanca wan ya sereke ji destpêkirina pêngava `Sifir Çop` bidawîkirina qirêjî û çopa li herêmê û parastina jîngehê ye û axaftina xwe wiha domand: “Ev kampaniya mezin e û gel bi awayekî aktîf tê de beşdar dibe. Herwiha me ji Meydana Cûdî ya taxa Kelasê dest pê kir û heta ku armancên wê hemû taxên bajêr pêk bên û qirêjî bi dawî bibe, dê berdewam bike. Herwiha taybetmendiya herî girîng ya kampanyayê ew e ku kampanyeke civakî ye.”

Istîr li ser binavkirina kampaniya di bin navê “Sifir çop” wiha got: “Me ev nav li Kampanya kir da ku em li herêmê bigihêjin sifir çopê. Herwiha got, yek ji sedemên lidarxistina vê kampanyayê jî rêgirtina li belavbûna nexweşiyê ye. Sedema kombûna vê çopê jî tinebûn û kêmbûna avê ye.

 

Wane û semînerên li ser paqijiyê

 

Istîr bîr xist ku di pêngavê de waneyan li ser çawaniya parastina jîngehê ji aliyê komîteyên beşê jîngehê di nava bajarok û meclîsan de tên dayîn û wiha pê da çû: Perwerdeyên û semînerên li ser paqijiyê tên dayîn da ku gel jî li çanda paqijiyê xwedî derkeve û li gorî diyarkirina demên avêtina çopê, çopa xwe biavêîjin. Herwiha da diyardeya rijandina çopê li cihên giştî jî ji holê rabe.”

Istîr behsa saetên xebata Kampanyayê kir û ev yek li axaftina xwe zêde kir: “Ji bo ku li hemû taxên bajêr bigihêjin `sifir çop` xebat ji saet çarê piştî nîvro dest pê dike û heta saet yek piştî nîvê şevê dewam dike. Hemû şaredariyên başûr û bakurê Hesekê, gel, komîn, sazî û meclîsên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk beşdarî kampanyayê dibin.”

 

Belavkirina selikên cope

 

Istîr di berdewamiya axaftiina xwe de got, Hejmareke baş ji selikên çopê êi nava tax û kolaên sereke yên bajarê Hesekê hatin belavkirin. Da ku hemû şênî çopa xwe bi awayekî bêserûber li kolanên bajêr, li naverd û li meydan û baxçeyan neavêjin. Herwiha her kes çopa xwe bixe van selikan.

 

`Beşdarbûna welatiyan hêza wan ya parastina paqijiya jîngehê nîşan da`

 

Istîr destnîşan kir ku ji aliyê gel ve bertekeke baş hat dayîn û heta niha kampanyayê di warê belavkirina çanda parastina jîngehê û paqijiya gel de encamên erênî bi dest xistiye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Beşdarbûna çalak ya welatiyan asta hêza gel û qebûlkirin û baweriya parastina paqijiya gel nîşan da.”

Hevseroka Rêveberiya Xwecihî û Jîngehê ya Herêma Cizîrê Istîr Mûrad bang li gel kir ku li çanda paqijiya xwezayê xwedî derkevin û got, em bi hêvîne ku bi rêya vê kampanyayê em bighêjin sifir qirêjî. Herwiha hêza herî mezin hêza gel e, pêwîst e gel parastinê bike. Eger gel alîkar be wê xwezaya me paqij be û wê rewşa tenduristiyê jî baştir be. Divê malbat jî zarokên xwe li ser vê çandê mezin bikin, da ku em karibin civakeke rast û demokrat ava bikin.”