Rojnameya Ronahî

‘Eger Tirkiyê bi zanebûn avê berde wê bibe sedama xetera lehiyê’

Darîn Silê/Qamişlo

Mûsa Mihemed Xelef diyar kir ku herîkîna ava çemê Ceqceq û Xabûr, ji ber barîna baranê ye. Herwiha got, niha tu xeter li ser zêdebûna herîkîna çeman nîne. Lê eger av ji aliyê Tirkiyê ve di carekê de bê berdan, dibe ku lehî rabe û asta avê bibe sedema karîseteke mezin.”

Di dema dawî de piştî ku baran li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê bariya, herwiha piştî hişkesaliyeke berçav, av di çemê Xabûr yê ku di bajarê Hesekê de derbas dibe û çemê Ceqceqê ku di navenda bajarê Qamişlo de derbas dibe herikî. Herwiha piştî karîseta erdheja wêranker ya ku li bakurê Kurdistanê û li herêmên Sûriyê rû da, şêneyên gundên di ber çemê Xabûr û ceqceq de ditirsin ku ava bendavan ji aliyê dewleta Tirkî ya dagîrker ve were vekirin û çem bihile.

Derbarê herikîna ava çemê Xabûr piştî salên hişk û ziwa û bilindbûna herikîna ava hin çemên din yên herêma Cizîrê, Hevserokê Rêveberiya Berhemê Avê li herêma Cezîrê Mûsa Mihemed Xelef ji me re axivî û destnîşan kir ku sedema herikîna ava hin çemên ku berê zuha bûbûn, barîna barana ya vê dawiyê ye.

 

Herikîna ava çemê Ceqceq û Xabûr

 

Mûsa da zanîn ku di salên borî de kêmbûna baranê bû sedema zuwabûna çend çem û bendavên mezin û biçûk yên li herêma  Cizîrê û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Ji ber ku di van çend salên dawî de baran li herêmê nedibariya, herikîna avê di gelek çem û bendavan de rawestiya bû û çemên li herêmê hertim ziwa bûn. Lê îsal piştî barîna baranê, av di gelek çem û bendavên herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê de herikî, li herêma Cizîrê jî av di herdû çemên Xabûr û Ceqceq de herikî.”

Mûsa diyar kir ku av di çemê Xabûr û Ceqceq de bi rêjeyeke baş hatiye komkirin û wiha got: “Rêjeya ava ku destpêkê bi ser çemê Ceqceq de herikî 3 m3 ne, ya çemê Xabûr jî 15 mbû. Lê li gorî hefteya borî, niha asta avê di herdû çeman de kêm bûye. Ji bo wê jî niha ti bandora wê ya nerênî li ser gundên derdorê nîne. Lê eger Tirkiyê bixwazibe ava van çeman ji nişkan ve berde, dibe ku karîsetek çêbe û xeter li malbat û gundên derdora van çeman çêbe. ”

 

`Herikîna ava çeman ji ber barîna baranê ye`

Mûsa di berdewamiya axaftina xwe de wiha got, hin agahî hene ku Tirkiye ji bo ku zextê li ser bendavên xwe rake, piştî erdheja wêranker ava hin bendavan vekiriye. Lê di vî warî de agahiyeke teqez û dirûst nîne. Herwiha herikîn û rêjeya bilindbûna ava çeman, ji ber barana vê dawiyê ye. Lewra her kes dizane ku dema baran dibare ava çem û bendavan jî diherike. Wek rêveberiya berhemê avê jî em hertim rewşê dişopînin, lê heta niha ne diyare ku Tirkiyê av berda ye.

 

`Eger Tirkiyê av bi zanebûn berde dê pirsgirêkên nû derkevin holê`

 

Mûsa destnîşan kir ku di vê demê de ava çeman baş e û her çem li gorî hêza wê, av tê de diherike û wiha pê de çû: “Eger av Ji aliyê Tirkiyê ve di rojên pêş de biherike û asta avê zêde bibe, bi taybet di çemê Xabûrê de dibe ku zêdebûna asta avê bibe sedema karîseteke mezin.”

 

`Divê em ji her rewşê re amade bin`

 

Hevserokê Rêveberiya Berhemê Avê li herêma Cezîrê Mûsa Mihemed Xelef di dawiyê de got, divê em ji her rewşê re amade bin. Herwiha divê hemû meclîs û komînên nêzî çeman, ji bo rûdayîna lehiyek mezin xwe amade bikin û ha ji zêdebûna asta avê hebin.

 

Hêjayî gotinê ye ku çemê Xabûr yek ji wan çemên ku ji bakurê Kurdistanê diherike û di bakurê navçeya Şedadê re derbas dibe û piştre dikeve çemê Firatê ye. Herwiha dirêjahiya çemê Xabûr digihe 312 km’an.

Çemê Ceqceqê jî ku çavkaniya wê li bakurê Kurdistanê ye û ji bajarê Nisêbînê yê Bakurê Kurdistanê derbasî bajarê Qamişlo yê bakurê rojhilatê Sûriyê dibe û dikeve çemê Xabûrê. Herwiha dirêjahiya wî digihê 126 km’an.