Rojnameya Ronahî

KOMPLOYA MEZIN A GLADÎO (Beşê 3)

Di nava hesabên me de çûna Atînayê tinebû

Abdullah Ocelan

Ya rastî, di nava hesabên me de çûna Atînayê tinebû. Firsendek bû. Min ji ciddiyeta dostên li wir jî bawer  kiribû û lewma min fikar nekir ku ez vê firsendê bi kar bînim. Eger min zanibûya ez ê bi wê tabloyê re rûbirû bibim, ji sedî sed ez nediçûm Atîna yê.               

 

 

Li Yewnanistanê jî beşê Gladîo bi hêz e, gelo di senaryoya derketina min de xwedî rol bû? Di vê pirsê de, ez nikarim bersiveke vekirî bidim. Pêvîstiya vê mijarê ya lêkolînê heye. Ji ber ku dibe, di radestkirina min a Tirkiyê de, DYE’yê bi rêveberiya Tirkiyê re li hev kiribe ku pirsgirêkên bi Yewnanistanê re jî çareser bikin. Ji bo vê, dibe ku bi kêmanî di asta sozdan û prensîbê de li hev kiribin. Nexasim di çareserkirina pirsgirêkên Ege û Qibrisê de îhtîmaleke xurt e. Ji sedî sed divê mirov ji bîr neke ku, Tirkiyê di vê mijarê de kare bêsînor paşve gav biavêje. Sûriyê di 9’ê Cotmehê de bi hosteyî, berê balafirê guhert û li Atînayê daxist. Kengî balafir li Atînayê daket, Sûrî dilrehet bibû.

 

 

Min ji wan bawer dikir ku durist in

 

 

Dema ez li Atînayê daketim Kalenderîdîs derket pêşiya min. Kalenderîdîs serbazek bû, di NATO’yê de jî erkdar bû û demeke dirêj li Tirkiyê mabû. Heman heman erk li Swêdê jî meşandibû. Îhtîmal hebû ku di Gladîo’ya Yewnan de cih digirt. Gelekî dostane xuya dikir. Di navbera me de rêberekî balkêş jî hebû. Hinek belgeyên NATO’yê bi dizî dabûn min. Dibe ku ji bo ez pê ewle bibim, wisa kiribû. Li heman balafirgehê wî ez bi xwe birim, cem generalê hewayî û Şefê Îstîxbaratê Stavrakakîs ê li odeyekê radiwestiya. Stavrakakîs ji min re got, ‘ji bo demekê be jî nabe ez li Yewnanistanê bimînim’. Helwesta xwe di vî warî de hişk bû û

mîna bibêje ‘Nûh lê nebêje pêxember’ ji ya xwe nehat xwarê. Dostên soz dabûn me li naverastê

xuya nedikirin. Heta êvarê me li ber hev da. Bi awayekî xweber têkiliya me ya Moskovayê

Numan Uçar ket nav de. Me bi balafireke taybet a Yewnan berê xwe da Moskovayê. Di wê

demê de Rûsya di nava kaoseke aborî de bû. Me bi riya Serokê Partiya Demokrat a Lîberal

Jîrînoskî, xwe li Moskovayê danî. Îcar Şefê Îstîxbarata Hundir a Rûs, derket pêşiya me. Ew jî xwedî

Heman helwestê bû. Di wan şertan de ne nedikarî bimînin. Di wan rojan de qaşo ez 33 rojan veşartî mam. Yên ku ez li cem wan dimam û bi min re eleqedar dibûn, siyasetvanên bingeha xwe Cihû bûn. Min ji wan bawer dikir ku durist in. Bi rastî dixwestinmin veşêrin. Lê min nikarîbû ku ez vê rêbazê qebûl bikim. Di nava vê demê de hem Serokwezîrê Îsraîlê Şaron, hem jî Wezîra Karê Derve ya DYE’yê Allbright hatibûn Rûsyayê. Serokwezîrê wê demê yê Rûsyayê Pîrîmakov bû. Hemû jî bi koka xwe Cihû bûn. Herweha Serokwezîrê demê yê Tirkiyê, Mesût Yilmaz jî di dewrê de bû. Di dawiya dawî de li ser Projeya Herikîna Kesk û krêdiya IMF’ê ya deh mîlyar dolarî li hev kirin û bi vî awayî rê li derxistina min a ji Rûsyayê vekirin.

Min çûyîna Moskovayê  hilbijart. Ji ber ku min bawer dikir ku “Çi dibe bila bibe ezmûneke

wan a 70 salî ya sosyalîzmê heye; çi li gorî berjewendiyê wan be, çi jî li gorî enternasyonalîzma wan be, bi hêsanî wê karibin min qebûl bikin.” Tevî ku sîstem hilweşiyabû jî min pêşbînî nedikir ku ewqasî ji aliyê moralê ve têkçûne. Ji kapîtalîzma lîberal gelekî xirabtir em bi kapîtalîzmeke burokratîk re rûbirû bûn. Ji helwesta dostên li Moskovayê bi kêmanî bi qasî yên li Atînayê hêvî şikestî bûm. Ya rastî, derketibû holê ku têkiliyên bi navê dostaniyê hatibûn danîn û zêde ewle nebûn.

 

 

Em Ketin Rêya xwe ya sêyemîn

 

 

Bi awayekî xweber(xwezayî) em ketin riya xwe ya sêyemîn. Berê me li Romayê bû. Me xwest em ji

têkiliyên xwe yên li wir sûdê bigirin. Me bi du parlementerên dost ên Partiya Kominîst têkilî danîn. Bi alîkariya van têkiliyên nû me dest bi serhatiya xwe ya Romayê kir. Vê carê

bi senaryoya nefermî ya Îstîxbarata Îtalî, rojên me yên Romayê dest pê kirin. Vê care serhatiya me jî

60 rojan dewam kir. Serokwezîrê wê demê Massîmo D’Alema helwesta xwe durist bû, lê kêm bû.

Ji aliyê siyasî ve têrker nînbû. Em bi destê dadgeriyê ve berdan. Ez ji vê hêrs bibûm. Ez bi

biryar bûm ku min çawa firsend bidîta, ez ê ji Îtalyayê derketibam. D’Alema di daxuyaniya xwe ya

dawî de, dabû xuyakirin ku ez çiqasî bixwazim ez dikarim ewqasî li Îtalyayê bimînim. Lê, min ev

weke helwesteke bi zorê fêhm kir. Di vê navberê de hewldaneke hevpar a Ereban jî çêbû.

Dixwestin min bibin deverekê ku navê wê diyar nekiribûn. Lê, ji ber ku fermî nebû û garantî

nedabûn, min qebûl nekir.

Cara duyemîn çûyîna min a Rûsyayê şaşî bû. Lê di vê şaşiyê de rola helwesta şelaq(laçka) a Nûman

Uçar hebû. Min ji vê helwesta şelaq a min hê jî rastiya wê fêhm nekiriye, bawer kir û ketim rê…

 

(ji Pirtûka parêznameyên Rêber Apo, cîldê 5`an beşê 5), wê dewam bike.