Rojnameya Ronahî

Ger mirovatî dest bi nalînê bike mîna ku saetên qiyametê nêzîk bûne…

Abdullah Ocalan

Eger îro mirovahiyê mîna ku saetên qiyametê nêzin dest bi nalînê kiribe, gengaz e ku mirov astên texrîbata ku endustriyalîzm bûye sedem fêm bike û li dijî endustriyelbûnê têkoşînê weke tevgera heyîna civakî qebûl bike.

 Dibe cîhanê ji bo mirovahiyê veguherîne dojehê

Li ser rewşa îro ya hawîrdorê fikra hevpar ew e ku ne bi tenê civak, jiyana ruhber û zindiyan hemûyan di tehlûkê de ye. Ez divê bi girîngî destnîşan bikim ku ji vê rêveçûnê diyardeya endustriyê bi tena serê xwe berpirsiyar îlankirin bi temamî berevajîkirina rastiyê ye. Endustrî bi serê xwe îmkaneke bêalî, notr e. Endustriyeke bi sedemên hebûna civakê re bûyî yek, ji sedî sed dinyayê ji bo mirovan heta ji bo tevahiya jiyanan dikare bike Xwezaya Sêyemîn û di vê de bi rola diyarker rabe. Potansiyeleke xwe ya bi vî rengî heye.

Eger wisa bibe, divê mirov endustriyê jî pîroz bike. Lê eger bi giranî bikeve kontrola kar-sermayeyê, dikare dinyayê ji bilî çendek yekdestdarî, li tevahiya mirovatiyê bike cehennem. Jixwe di roja me ya îro de rêveçûn jî hinekî ber bi vî alî ve ye. Kes nikare înkar bike, ev rêveçûn mirovatiyê dixe nava fikarên kûr û mezin. Weke yekdestdariya endustriyel li ser civakê împaratoriyên rastî avakirinê ne. Li hember yek hegemoniya jor a DYE’yê bi tenê, bi dehan hegemonên endustriyel hene. Hegemonên leşkerî-siyasî bê rawestandin jî rawestandina hegemonên endustriyel hêsan nîne. Ji ber ku ew jî êdî global bûn e. Eger welatek weke navend ji wan re teng bê, yekser mekanekî din, welatên nû dikarin ji xwe re bikin navend. Ma kî dizane ku împaratoriyeke endustriyê ya DYE’yê wê sibe Çînê ji xwe re navend hilnebijêre? Wexta ku şert û merc derfet û îmkanê bidin, îro jî em dibînin ev yek hêdî hêdî dikare bi cih bê.

Endustriyalîzmê li kevçîka dilê cotkariyê xistiye. Cotkariya ku hêmanê bingehîn ê civaka mirov û amûrê hebûna wê ye, li hemberî endustriyê hildiweşe. Ev xebata pîroz a 15 hezar salan, mirovatî li ser piyan girtiye, îro di halê xwe de hatiye hiştin. Xwe amade dikin wê ku ji serweriya endustriyê re bihêlin. Dema endustriya di bin fermana kar-sermayeyê de bikeve qada cotkariyê, weke yeqîn tê kirin, wê rê li ber hilberîna bi lez û berdar veneke… Erd, ax û cotkarî bi tenê têkilî û amûrên ji rêzê yên hilberînê nînin; parçeyên hebûnê ne ku ji civakê nayên qutkirin û bi wan nayên lîstin. Qutkirina civakê ji van mekanan û hilberînê, wê hebûna wê bi derbxwarineke herî mezin re rûbirû bê hiştin. Rastiya bajarên mîna kansêrê mezin dibin, hê ji niha ve vê tehlûkeyê bi awayekî pirr eşkere li pêşberî çavan radixîne. Rizgarî di tevgereke berevajî de tê dîtin: tevgera ji bajêr vegera li ax û cotkariyê. Diruşmeya vê tevgerê bê guman wê “Ji bo hebûnê (manê) yan ax û cotkarî yan jî neman” be. Kar-sermaye ya endustriyê, bi axê û cotkariyê re nake yek, nagihîne hev, nake dost, têkiliyeke sîmbîotîk pêk nayî ne. Di navbera wan de nakokiyên bi qasî lod û gidîşan datîne û wan dike dijminê hev. Ev dijminahî di civakê de dikare heta bi nakokî û şerên çînî, etnîk, neteweyî û îdeolojîk jî biçe. Lê ev ji wan nakokiyan nînin ku mirov nikaribe wan ji holê rake. Çawa ku bi destê mirov hatine avakirin, bi heman awayî mirov dikare wan ji hev belav jî bike. Endustrî weke amûrê sermayeyê nakokiya wê bi ax û cotkariyê re ji kontrola mirov û wê de ye. Ax û cotkariyê bi mîlyonan salî xwe weke ekolojî amade kirine. Eger xira bibin, bi destê mirov nayên avakirin. Çêkirina axê bi destê mirov nîne, herweha berhemên cotkariyê û zindiyên din, mînak nebat vê gavê bi destê mirov afirandina wan di çarçoveya derfetan de ne gengaz e. Jixwe ev îmkan û derfet di rengê mirov de pêk hatiye. Maneya xwe ya pêk hatiye mirov dubare bike nîne û jixwe îmkana pêkanîna wê jî nîne.

Çawa ku firewunan bi tenê ji bo paşeroja xwe pîramîdên bi şêwazê qebran xwestin amade bikin, şêwazê robotkirinê yê endustriyalîzmê jî, paşerojeke zêde mirov karibe têde bijî wê nikaribe biafirîne. Ev, ji mirov re jî bêhurmetî ye. Hebûneke ewqas çalak mîna xwezayê li naverastê hebe, çi wate û girîngiya robot û kopyayên wan hene? Dînîtiya sermayeyê ji bo karê li vir careke din derdikeve pêşiya me. Robotan hilberîna herî erzan pêk anî. Baş e, wexta yên bi kar bînin tinebin wê bi kêra çi bên? … Ti pêkhatina endustriyal, nikare şûna jîngeh û hawîrdora harîqayeke gerdûnê ye, bigire. Ji niha ve li erdê, hewayê, deryayê û ezmanan, trafîk gihiştiye asta felaketê. Endustriya bi sotemeniya fosîlan dimeşe, avhewayê û hawîrdorê misêwa jehrî dike. Berdêla van felaketan hemûyan, daneheveke karê ya 200 salî ye. Ma ev danehev hêjayî evqas zirar û ziyanan e? Ji lewra zirar û ziyana bûyî di encama tevahiya şeran de pêk nehati ye. Herweha ruhber û zindiyên ji dest hatine dayîn jî, ne bi destê mirov û ne jî bi destê xwezayê di tu bûyereke din de, evqasî ji dest nehatine dayîn.

Endustriyalîzm weke amûrekî yekdestdarî û îdeolojiya wê, pirsgirêka herî bingehîn a civakê ye. Divê mirov wê hûrûkûr bixe ber lêpirsînê. Piştî ku cinawir mezintir bû û ji kontrolê derket, lêpirsîna wî û girtina tedbîrên der barê wî de dibe ku dereng û bêwate bibin. Niha dema wê ye ku mirov nehêle civak ji civakbûnê derkeve û nebe civaka ferazî, divê mirov vî cinawirî ji destê yekdestdaran bigire, pêşî wî kedî bike, paşê jî wî li gorî xwezaya civakê bike dost.

…Endustriyalîzm xwedî teybetmendiyên îdeolojîk, mîlîtarîst û çînî ye. Weke îdeolojî zanist û teknîk e. Heta di bikaranîna ji vî alî de zanist û teknîka di asta herî bi tehlûkê de cîh digire. Cinawirê endustriyê bi serê xwe derneketiye holê. Em bînin bîra xwe: bûrjûwaziya Ingilîstanê li giravê, li Ewrûpayê û li cîhanê wexta xwe li pêngava xwe ya dîrokî ya emperyalîzmê rakişandin, çîna ku endustriyalîzm hem bi rêxistin kir hem jî bi awayekî herî berfireh û bi lez bi kar anî, ew bi xwe bûn.

Eger em naxwazin bi trajediyan bijîn

Eger di roja me ya îro de tevahiya mirovahiyê li ber hilweşîna jîngeh û hawîrdorê, mîna ku saetên qiyametê nêzîk bibin, destpê kiriye feryad dike, divê li dijî zirar û ziyanên endustriyalîzmê bi tevgerên mînak di çarçoveyeke civaka dîrokî û çînî de bi tevgerên têkoşînê yên têkoşînê hebûna civakê qebûl bikin…. Çawa ku ne mumkin e, agir bi êgir were vemirandin, di çirava endustriyalîzmê de jî eger tu jiyanê nexî lêpirsînê û tu dest ji endustriyalîzmê nekişînî, têkoşîna ekolojîk nayê meşandin. Eger em naxwazin trajediyên nû yên Xiristiyantî, Îslamtî û sosyalîzma pêkhatî bibînin, divê em dersan ji wan bigirin, têkoşîna zanistî-îdeolojîk, exlaqî-polîtîk rast bixwînin.

Ji parêznameyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatine berhevkirin.