Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Kodên peyama Cemîl Bayik

12/02/2023
in QUNCIK NIVÎS
A A
Eniya Parastina Kurdistanê…
Share on FacebookShare on Twitter

Farûk Sakik

Piştî erdheja mezin, rejima faşîst li hawara mexdûran neçû. Li gelek deveran gel bi derfetên xwe di bin kavilan de li mirovên xwe digeriyan. Kesên xilas bûbûn jî di sermaya zivistanê de bêçare bûn. Li hember Erdogan û rejîma wî hêrsek mezin heye.

Hêrsek ji Bazarcixê bilind bû. Digot “xweziya me negota erdhej bûye, me bigota 2 PKK’î li vê derê ne wê dewlet bi hemû hêza xwe bihata vê derê.” Baş dizanibû ku Erdogan xwedî çanda xerakirinê ye, ne ya avakirin û xilaskirinê ye.

Di demek wiha de, di 9’ê Sibatê saet 21:55’an de di ANF’ê de peyama Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik hat parvekirin. Cemîl Bayik bi boneya erdhejê bang li hemû hêzên çalakiyên leşkerî kir û got,Çalakiyên leşkerî yên li metropolan û li bajaran bisekinînin. Heta dewleta Tirk, êriş neke, me biryar girt ku em çalakiyan nekin.

Di vê peyamê de gelek kodên mirovahiyê hebûn. Divê ku were gotin, jixwe li metrepolan û li bajêran çalakî tune bûn. Lê wisa nîne. Dema ku şer dewam bike li her deverî çalakî hene. Rast e, dibe ku cûre û bandora çalakiyan were nîqaşkirin. Lê wexta çalakiyan nayê nîqaşkirin, îhtimala saetek şûnde ev çalakî pêk werin jî heye.

Mînakek herî berbiçav bidim. Li Herêmên Parastina Medya hêzên artêşa dagirker hene. Li çend girên stratejîk bi cîh bûne. Li gorî agahiyên ji herêma berxwedanê tên ev hêzên leşkerên Tirk, ji aliyê yekîneyên gerîla ve hatine dorpêçkirin. Û gerîla ji bo van giran, ji dijmin paqij bike amadekariyên operasyonan dikin. Cemîl Bayik bi vê peyama xwe operasyona van yekîneyan da seknandin.  Da ku balefirên  ji bajarên Tirkiyê rabin ku li hewara wan hêzen dagirker herin,  berê xwe bidin herêmên lê erdhej çêbûne û li hewara  mexdûrên kareseta erdhejê herin!

Hinek din zelal bikim; ev balefirên şer şuna ku li qadên şer mijûl bibin bi peyama Bayik, ev li derveyî şer dimînin û divê bikevin xizmeta mirovahiyê.

Bi vê peyamê de em dibînin ku Tevgera Azadiya Kurdistan çiqas aştîxwaz e. PKK di gelek karesatên xwezayî ku li Tirkiyê qewimîne de biryarên bi vî rengî girtin e. Tu caran ev wek firsetek nedîtin e û çalakî li dar nexistin e.

Tevgera Azadiyê tu caran êşên dewleta Tirk a dagirker yên bi kurdan dane jiyîn, neanîne bîra xwe û bi hestên tolhildanê tevnegeriya ye. Dîmenên bajarên ku di vê erdhejê de rûxûyabûn, dişibiyan dîmenên bajarên wek Efrîn, Kobanê, Serêkaniyê, Sûr, Cizîr û Nisêbînê ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatibûn wêrankirin. Dema ku me li van dîmenên vê erdhejê dinêrî, dîmenên van bajarên Kurdan hatin ber çavên me. Cemîl Bayik û hevalên xwe jî heman hestê li wan dîmenan nêrî ne. Lê PKK’ê tola xwe taloq kir. Di bin kavilên erdhejê de term hene û hê hêviyên xilaskirina hin kesan heye. PKK şansek dide da ku ev civak birînên xwe yên vê karesetê derman bike.

Ew hevoka ku dibêje; “Heta dewleta Tirk êriş neke, me biryar girt ku em çalakiyan nekin” jî pir girînge. Em bawer in ku gerîla wê çalakiyan pêk neyne. Me ji rehm û rêzgirtina gerîla ya mirovahioyê re şahidî kir. Lê mixabin em nikarin ji bo dewleta dagirker jî heman gotinê bêjin. Desthilata Erdogan jî di bin xirbeyên vê erdhejê de maye. Erdogan dîktator e, dikare ji bo xwe di bin vê xirabê de xilas bike, dîsa êrişî kurdan bike.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.