Rojnameya Ronahî

Kobanê

 

Farûk Sakik

 

Piştî ku di 15’ê Îlona 2014’an de êrişên DAIŞ’ê dest pê kir, tu kesî bawerî neanî ku wê DAIŞ li vî bajarî têk biçe. Çima bawerî nedanîn? DAIŞ bajarekî wekî  Reqa yê dewleta Sûriyê û Mûsila dewleta Iraqê dagir kiribû. Du dewletan nikarîbûn wan bidin seknandin. Herkes ew wek hêzeke bi qûdret didît.

 

Taktîkên Cengîz Xan pêk danîn.  Cengîz Xan dema deverek dagir dikir, cîwanên ku dibûn şahidê hovîtiya wî, dişand deverên ku wê here dagir bike. Ew cîwan dema behsa hovîtiya wî dikirin,  herêm bê şer û pevçûn xwe radestî Cengîz Xan dikirin. DAIŞ di dewsa cîwanan de, hovîtiya xwe bi vîdeoyan belav dikir û cihê ku dixwest dagir bike ji berê de dihatin valakirin. Lê li Kobanê ev yek nebû, Kurdan bajêr vala nekirin.  Li benda çeteyên DAIŞ’ê man.

 

Hatin û şer dest pê kir. Dewleta Tirk a dagirker jî piştgiriyeke mezin dida. Lê di 26’ê Çileya 2015’an de DAIŞ têk çû û bajar hat rizgarkirin.

 

Berxwedana Kobanê li cîhanê deng veda. Bi taybetî li her deverî behsa lehengiya jinên kurd dikirin. Behsa şervanên YPJ’ê dikirin û Kobanê bû wijdana mirovahiyê. Di demên dawî yê dagirkeriyê de hêzên koalîsyonê jî destwerdan kirin. Ev destwerdane, di encama berxwedan û tekoşîna şervanên kurd; yekbûna dengê gelê kurd ya di serhildanên 6-7-8’ê Cotmehê de, hate kirin.

 

Pişt re gotin; Em tenê dikarin bi van hêzan re dawî li DAIŞ’ê bînin! Çîroka wan hêzan jî ev bû. Wan ji bo berjewendiyên xwe ji vê karesetê biparêzin û kurd jî, ji bo welatê xwe biparêzin, dest bi operasyona paqijkirina DAIŞ’ê kirin.

 

Piştî DAIŞ hat paqijkirin bêbextiya wan hêzan cardin dest pê kir. Daxwazên Tirkiyê erê kirin û wan jî Efrîn, Serêkaniyê dagirkirin.

 

Waye dîsa hewldanên dagirkeriyek nû hen e. Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlum Ebdî got: “Em bi rejîma Şamê re ketin nava têkiliyan û me agahiyek girt. Îhtimal e di sibatê de êrişên dagirkeriyê yên bejayî dest pê bikin. Li gorî agahiyên bidest dikevin Rûsya û Tirkiyê ji bo vê dagirkeriyê li hev kirine.”

Şam ket bin kontrola Rûsyayê. Beşar Esad li dijî Rûsyayê bi siyaseta ahdî-wefa tevdigere, xaka walatê wî tê dagirkirin, ew jî bêdeng dimîne.

 

Ev dagirkeriya ku îhtimal tê dayin derdora Kobanê ye. Wisa ku bi dagirkeriyê ji tirba Silêman Şah, ji wê derê xeta riya M4 û Eyn Îsa hetanî Girê Spî. Ango bajarê Kobanê wek giravek hatî dorpêçkirin, bimîne. Erdogan dixwaze vê pêla êrişê, wek parçeyek kampanya hilbijartinan bi kar bîne.

Ji bo pêşî girtina vê dagirkeriyê, rêveberiya xweser xebat dimeşîne. Hêzên QSD’ê amadekarî dikin. Ev nayê nîqaşkirin. Lê em vedigerin ew hêzên di dawiya şerê berxwedanê de hatibûn Kobanê! Çima îro deng nakin?  Hêzên koalîsyonê çima dewleta tirk a dagirker nadin seknandin? Mazlûm Ebdî dubare dike “Heger ev êrişên dagirkeriyê dest pê bikin û Amerîka midaxale neke em ê jî tevlî şerê li dijî DAIŞ’ê nebin.”

 

Mafdar e. Ka bila Amerîka û Rûsya bê şervanên QSD’ê herin berjewendiyên xwe biparêzin! Jixwe mafê Kurdan jî tine ye ku li dijî êrişên dewleta dagirker parastina welatê xwe deynin aliyek û li dijî DAIŞ’ê şer bikin.

 

Ev agahiyên ku ji aliyê Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî cidî ne. Divê tedbîr ji niha de werin girtin. Divê kurd seferber bibin ku pêşî li van êrişan bigirin. Bila kes li bendê nemîne şer dest pê bike  da ku dakeve qadan. Heya wê demê wê pir dereng be.