Mirov dikare bêje ku dengbêjî, damara çanda civaka demokratîk-Neolotîk ya ku rengê kurdan derdixe, ya herî xurt e.
Di destpêkê de em vê yekê bêjin, ev mijar pir berfireh e û li ser vê mijarê nêrîn danîn û lêkolîneke mezin dixwaze. Encax çend gotinên ku bê gotin û ji bo ku nêrîn hîn baştir di ciyê xwe de rûnê, di dengbêjiyê de dengbêj û cihê çîrokên wan ku de re, mînaka herî baş tê zanîn e.
Ji çand û zargotina gelê Kurd ya dîrokî beşek bingehîn me got dengbêjî ye. Denbêjî bi jiyana gel ve girêdayî ye an jî qewmîna têgihên jiyanê bi xwe ye. Ne şîn bê kilam dibe, ne jî şayî… Dema tunebûn û tenêbûnê kilam ji kurdan re dost û yar e. Civaka kurdan bê kilam û dîlan nameş e… Dema evîntiyê, dilxweşiyê dostê herî dilsoz kilam e. Dema bêgumaniyê kilam guman e… Dayîk bi kilaman zaroka xwe şa dikin, bi kilaman dergûşa xwe radizînin… Bi kilaman bûka xwe siwar dikin… Bi kilaman mêrxwasên xwe dişînin şer, heta bi kilaman mirîyên xwe vedişêrin… Şivan bi kilam û bilûrê pezê xwe diçêrînin, cotkar bi kilaman cot dikin… Kurd bi kilaman laqirdiya dikin, bi
kilaman dikenin, bi kilaman digirîn…
Dengbêjî kevneşopiyeke gelekî girîng e. Di dîrokê de kurd tim mecbûr man in ku çanda xwe bi “deng” an jî bi “gotinan” dewrî nifşê bê bike. Ji ber ku “nivîs” û “pirtûk” di nav kurdan de zahf kêm bû. Yanî di hêla gotin, kilam, stran û çîrokan de, bi gotinên dengbêjan hetanî roja îro hatîye û wenda nebûye.
Mînak, evdalê zeynikê ku bi kilam û dengbêjiya xwe bû ye cavkaniyeke resen ji nivis û civaka me kurdan re.
Her wiha canda me bi serpêhatî, û cîrokên mêrxasî geleke dewlemende, ku îroj li ser zar û zimanan weke efsane ji mere mane, mînk. Keer û kulik, ferhat û sêrîn, sêva heciya, sibend û xecê, derwês û edûlê, û bi dehan destanên ku hê nehatine ziman vesartî mane.
Der barê rehên denbêjiyê de mirov dikare koka dengbêjiyê heta neolîtikê jî bibe. Divê denbêjî ne tenê bi stran û klaman bê nirxandin, tarza wê, tevger û bizavên wê, li gorî taybetmendiya wê bê nirxandin. Her wiha li Kurdîstanê dengbêjî ji qirêjiya kapîtalîzmê tesîr negirtiye. Li gorî çavkaniya Felsefeya Zerdûştî hatiye hunandin û bi taybetî ji koletiyê û axatiyê pir tesîr girtiye.
Di nava tariya hezar salan de gelê me bê hesab cewahirên xwe yên jîyanî û nirxên giranbiha wenda kiriye. Gelo ji nezaniyê ye, ji bêxemiyê ye an jî qeder e, ev jî hêjayî nîqaşê ye. Gelek caran hatiye gotin û hîn jî tê gotin ku “ tiştên çû, nede dû!..” Ev rastiyek me kurdan e. Li peyneketina nirxan bi wî awayî winda bûye û niha jî bi destxistina van nirxan em dizanin çiqas zor bûye. Lê, tiştên ku bi dest ketiye û tiştên ku ji niha pê de bi destkeve jî pêwîst e em ji destê xwe bernedin. Gereke em baş bifikirin ku çawa wan nirxên civakê yên mayî ji windabûnê xelas bikin û bikin malê dîrokê.
Hozan Seyîdxan