Rojnameya Ronahî

Hesen Cudî: Li Başûrê Kurdistan şerê taybet bi sê rêyan tê meşandin 

 

Nivîskar û rojnamevan Hesen Cudî semînerek li ser şerê taybet û metirsiya wê ya li ser civakê da. Hesen Cûdî diyarkir ku şerê taybet di nava civakê de sê çînan hedef digre, ya yekem jin, ya duyem ciwan û ya sêyem jî zarokin. Her wiha got, niha li Başûrê Kurdistanê bi sê rêyan şerê taybet tê meşandin.

Di saetên êvarê de li Salona Xak a Silêmaniyê bi amadebûna hejmarek zêde ya welatiyan a ji beşên cûda yên civakê, nivîskar û rojnamevan Hesen Cudî semînerek di derbarê şerê taybet û metirsiya wê ya li ser civakê de pêşkêş kir.

Semînerê bi deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan destpêkir, piştre Hesen Cudî dest bi semînera xwe kir, di destpêkê de diyar kir ku di serdema sîstema sermayedarî de wek hişmendî û sazî, ev sîstem li ser şerê taybet hat avakirin. Cudî got: “Em jî di vê serdemê de dijîn . Ji sedî 95’ê şerê dagirkeran ê li dijî Kurdan bi taybetî jî li Başûrê Kurdistanê bi şerê taybet tê kirin.”

Di dewamê de Hesen Cudî got: “Tevgera rizgarîxwaz a Kurd li hemû parçeyên Kurdistan û Ewropayê roj bi roj mezintir dibe. Li dijî şerê taybet radiweste û têkoşîn dike. Dizanin wê çawan ev şer were hilweşandin. Divê em şerê taybet binasin ji bo rûbirûbûna wê jî amrazek bibînin.”

Li ser pênasekirina şer jî got: “Şerek heye jêre dibêjin şerê rewa yê xweparastinê. Şerek din heye şerê dagirkerane ku li beramberî gelên dixwazin bi azad bijîn tê meşandine. Dema desthilatek peyda dibe, li ser formên dewletê şer dike huner û zanist û bi wî şêwazî pênase dike. Ji bo rêvebirina wî şerî jî dikare wane û encam jê wergire. Ji wê demê ve jî şerê taybet jî bûye beşek ji wê huner û zanistê. Niha jî xistine bi şêwazê akademî û êdî pênaseyek din werdigre û jêre dibêjin hunera xapandinê. Ji mere derdikeve ku tişta ku hunerê vegerandiye şer, şerê taybete. Piraniya şerên di dîrokê de şerên taybetin.”

Di dewamê de Hesen Cudî da zanîn ku şerê taybet bi awayek plankirî tê meşandin û şerek giştgir û piraliye. Cudî got: “Şerê taybet tevayî civakê hedef digre. Şerek ruhî, fikrî û manewî ye. Ger em bêjin şahê şera ye, wê ne xelet be. Ji berku şerek aloze. Wan civakan hedef digre ew civakên ku di şerên leşkerî de binkeftin jiyan nekirine. Mîna Bakurê Kurdistan û gerîlayên azadiya Kurdistanê. Ev şer gelek caran di dema diyalog yan jî di dema aştiyê de tê meşandin.”

Di dirêjiya axaftina xwe de Hesen Cudî diyarkir ku şerê taybet di nava civakê de sê çînan hedef digre, ya yekem jin, ya duyem ciwan û ya sêyem jî zarokin. Cudî got: “Yek ji navendên şerê taybet û sîstema sermayedarî Holîwode. Sîstema sermayedarî ji piştî şerê cîhanê yê yekem û duyem ve êdî akademî û navendên taybet jêre vekiriye. Gelek lêkolîn li ser şerê taybet hatine kirin. Tenê dewleta Tirk saziyek taybet û eşkere heye ji bo şerê taybet. Li nava NATO’yê de jî dezgehek heye ji bo şerê taybet jêre dibêjin Giladyo. Hemû darbe û qetilkirina şoreşgeran ji aliyê Giladyo ve tê pêkanîn. Li tevayî Rojhilata Navîn heta Yekitiya Sovyetê jî bi şerê taybet hat rûxandin.”

Derbarê rola şerê taybet a di dosya Şengalê de jî Hesen Cûdî wiha axivî: “Şerê taybet li Şengalê jî rû da ev jî bi rêya avakirina çîna xayîn û xwefiroş pêkhat. Ti dagirkeriyek bê çîna xayîn bi sernakeve. Ev çîna xayîn bi eşkere tê dîtin. Eger çîna xayîn li Kurdistanê nemîne, wê dagirker nikaribin tiştek bikin. Beşek ji şerê taybet bi avakirina partiyên xayîn, binemalên xayîn û kesayetên xayîn tê meşandin. Dagirker jî wî şerê xwe yê taybet bi wan xayînan birêve dibin. Wekî ku ya li dijî birêz Abdullah Ocalan, Şêx Mehmud û gelek serkirdeyên din rû dayî.”

 

Di dawiyê de jî Hesen Cudî got: “Divê dîroka Başûrê Kurdistanê ji nûde were nivîsandin. Niha li Başûrê Kurdistanê bi sê rêyan şerê taybet tê birêvebirin. Ya yekem bi tevgera lîberalîstan, ya duyem tevgerên Îslamî, ya sêyem jî tevgera desthilatxwazên Başûre. Ji bo wê jî dibin navê rêxistinên civaka sivîl de hewil didin civaka Kurd kontrol bikin, navendên fuhuşê jî rêyek ya rêvebirina şerê taybete.” – ROJNEWS