Bi boneya salvegera 18’emîn a demezrandina Kongta Star, jinên herêma Şehbayê şahiyek li darxistin.
Zana Roj / Şehba
Di 15’ê Çileyê, li herêma Şehbayê Kongra Star bi boneya salvegera damezrandina xwe, şahiyek navendî li darxist. Şahî li hola Diyar hat lidarxistin û bi sedan jinên herêma Efrînê beşdarî şahiyê bûn.
Şahî bi deqeyek rêzgirtin li ser giyana pekrewanan hat destpêkirin,piştî wê li ser navê Kordînasyona Kongra Star Rîhan Henano û Xedîce Hisên, herwiha li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Xedîce Hesen axivîn.
Rîhan Henano salvegera damezrandina Kongra Star li hemû jinên Kurd pîroz kir û wiha got: “Bi rihê Şehîd Şîlan Yekîtiya Star hat avakirin, ew rihê jina berxwedêr û tekoşer a ku hayanî vê kêliyê di rêxistina jinan de a Kongira Star de hatiye domandin, xwe disipêre giyana bi hezaran jinên azadîxwaz û pîroz yên ku ji bo azadiya jinan xwe feda kirine, ev hebûn û destkeftiyên ku ji 18 salan ve hatine bidest xistin mîrasê jinên azad in”.
Rêhan di axaftina xwe de anî ziman ku Kongra Star ji bo hembêzkirina tavahî jinan hatiye avakirin û wiha qedand: “Kongra Star a ku li ser fikrê Rêber Abdullah Ocalan hatiye avakirin û bû 18 salin ji bo tevahî jinên Kurd û yên cîhanê têkoşînê dide meşandin, bi armanca hembêzkirin û xudîderketina li tavahî jinên Kurd, Ereb, Turkmen, Suryan û HWD, li ser wê bingehê hatiye mezinkirin û wê her bimîne cihê serkeftin û serfiraziyê”
Di dawiyê de şahî bi stran û guvendên jinên kevana zêrîn hat xemilandin.