Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Konferansa 9`an ya kongreya Star hat lidarxistin

16/01/2023
in NÛÇE
A A
Konferansa 9`an ya kongreya Star hat lidarxistin
Share on FacebookShare on Twitter

Darîn Silê/Qamişlo

Bi dirûşma `Bi Rihê Têkoşîna Şoreşa Jinê Emê Jin Jiyan Azadî Bi Ser Bixin` di salvegera damezrandina Kongra Star ê (15`ê Çile) de Kongreya Star ê konferansa xwe ya 9`an li navenda Serdem ya Çandê li bajarê Hesekê li dar xist.

Konferans bi deqîqeyeke rêzgirtinê li ser giyanê şehîdan dest pê kir. Piştre gotina vekirinê ji aliyê endama koordînasyona Kongreya Star Rîhan Loqo hat xwendin.

Di konferansê de zêdetirî hezar jinên bakur û rojhilatê Sûriyê yên sazî û navendên Rêveberiya Xweser, herwiha jinên nûnerên rêveberiya xweser û yên girêdayî şaxên Kongireya Star û ji her pêkhateyên kurd, ereb, sûryan û êzîdî amade bûn.

Koordînasyona Kongreya Star Rîhan Loqo di destpêka konferansê de ev nirxandin kirin: “Di van herdû salên dawî de êriş û balafirên dagîrkeriya tirkî bê navber li ser herêm û gelê me dewam dikin. Herwiha Tirkiyê ji bo şikandina îradeya jina azad hertim planên qirêj danîn e. Lê tevî dagîrkeriya ku dide meşandin û kiryarên wê yên hovane, jinên ku bi felsefeya Netewa Demokratîk hatine perwerdekirin serî ji dagîrkerî û desthilatdariyê re netewandin û hertim li beramberî hişmendî û sîstema kapîtalîst gotin, `na`. Herwiha tevî ewqas dijberî û êrişên sîstem desthilatdar, hişmendiya wa ya zayendperestî, kiryar û planên qirêj, jin her roj li qadan e û bi hev re xwedî li şoreşa xwe derdikevin.“

Rîhan Loqo di dawiya axaftina xwe de got, Hêviyên me ew in ku di şert û mercên niha yên herî zehmet de, em azadî û serkeftina xwe bi dest bixin û kar û xebata bi biryardarî û rihê Şoreşê dewam bikin.

Piştre 5 endam ji bo dîwana konferansê ji hêla kesên amade ve hatin hilbijartin da ku konferansê bi rêve bibin. Kesên hatin hilbijatin jî, Rîhan Loqo, Remziya Mihemed, Cîhan Hisên, Mizgîn Xelîl û Emel Ebdilhemîd Simaîl bûn.

Herwiha perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan yên ser têkoşîn û azadiya jin û gel hatin xwendin û dîmenên pîrozbahiyê ji gelek deverên cîhanê li ser sênevizyonê hatin pêşkêşkirin.

Ji bilî dîmenên pîrozbahiyên jinên ku beşdarî konferansê bûbûn salvegera 18`an ya Kongreya Star di serî de li Rêber Abdullah Ocalan û li tevayiya jinên berxwedêr û yên cîhanê, pîroz kirin.

Piştre rapora salane ya Kongerya Star hat xwendin û tê de rewşa siyasî, rêxistinî û kar û xebata wê ya du salan hat nirxandin.

Herî dawî jî biryarên konferansê hatin xwendin û ji aliyê kesên amade ve hatin erêkirin. Herwiha 7 kes ji bo koordînasyonê jî hatin hilbijartin.

Biryarên Kongrya Star yên konferansa 9`an wiha ne:

1- Pêşgotina hevpeymanê li gorî nirxandinên li ser hatine zêdekirin hin guhertin li ser were çêkirin.

2- Avakirina komîteya serokatî.

3- Avakirina Komîteya hevjiyana azad.

4- Avakirina Komîteya parastina cewherî li ser asta bakur û rojhilatê Sûriyê.

5- Komîteya siyasî û dîblomasî bû, komîteya têkîlî û itîfaq û siyaseta demokratîk ya Kongreya Star.

6- Zêdekirina desteya displînê li ser beşê mîkanîzmeya rêxistinî ya Kongreya Star

7- Du beşên rêziknameyê derbasî hevpeymanê bibin.

Kesên ku ji bo koordînasyonê hatin hilbijartin, Remziya Mihemed, Rîhan Loqo, Şadiya Yûsif, Welîda Botî,Hêvî Silêman, Sûad Hesen û Nisrîn dogo bû.

Piştî nîqaş û hilbijartinan konferans bi dirûşmeya `Bi Rihê Têkoşîna Şoreşa Jinê Emê Jin Jiyan Azadî Bi Ser Bixin` bi dawî bû û govenda jinan hat gerandin.

https://ronahi.net/ku/wp-content/uploads/2023/01/00353.mp4

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.