Rojnameya Ronahî

Navenda zindîkirina mîraseya pêkhateyan: HUNERGEHA WELAT

 

Hunergeha Welat di çarçoveya xebatên xwe yên zindîkirin û pêşxistina mîraseya herêmê de, zêdetirî 275 stran tomar kirine û ji wan 49 kirine klîb. Hunergeh amadekariyên vekirina beşekî taybet ji bo hunera zarokan dike.

Hunergeha Şehîd Welat, li ser daxwaza şehîd Welat di Tîrmeha 2014′an de hate vekirin. Şehîd Welat endamê rêveber ê Tevgera Çand û Hunerê bû û di dawiya 2013′yan de di êrişên çeteyên Cebhet El Nusra ên li ser herêmê de şehîd bûbû. Ji bo bîranîna şehîd welat û bicihanîna daxwaza wî hunergeh bi navî wî hat vekirin.

Hunergeha Welat li ser asta Rojavayê Kurdistanê-Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixebite û bi beşdariya hunermendên herêmê stranên, şoreşgerî, floklorî û neteweyî û klîban çêdike.

 

BERHEMÊN HUNERGEHÊ

 

Hunergeha Welat ji destpêka ku hatiye damezirandin ve, zêdetirî 275 berhemên hunerî amade nekirine û di nav de 40 klîb wekî; Serêkaniyê û Avaşîn, Hey Zapê, Xurfanî, Serhildan, Şervano, Nazê Nêrgiza Hewşê, Keziyên Tolê, Zeriyên Şeşdaran, Serok û Şêladizê derxistine.

Klîbên ʹʹAwazên Windayêʹʹ, ʹʹKul El Helaʹʹ û ʹʹRêwanê Resenʹʹ jî terzê jiyana hevbaş a di navbera pêkhateyên herêmê de derdixînin holê û çand û hunera her pêkhateyekî nîşan didin.

Hunergehê 4 dîmenên govendên folklorîk ên pêkhateyên Kurdistan, Bakur û Rojhilatê Sûriyê û 54 xelekên perwerdeya wênegiriyê bi zimanê Kurdî tomar kirin. Ev berhem dê di demeke nêz de werin weşandin.

 

ARMANCA HUNERGEHÊ

 

Hunergeha Welat bi armanca zindîkirina berhemên hunermendên Kurd ên kevn ê navdar ên ku rola wan di parastina mûzîka Kurdî de girîng e, her wiha ji bo belgekirina dîroka hunerê, reseniya Kurdî û zindîkirina stranên şoreşgerî û folklorîk ên kevn hat damezirandin.

Endamê Hunergeha Welat, Delîl Mîrsaz got: “Rojava, parçeyê biçûk ê Kurdistanê ye, lê di aliyê hunera şoreşgerî de li gorî parçeyên din pir li pêş e. Ji salên 80′î yên sedsala borî heta roja îro ve bi sedan stranên şoreşgerî hatin çêkirin. Niha jî em li hunergehê hewl didin wan stranan bi dengê hunermendên Kurd ên Rojava jinûve pêşkêş bikin û li gorî rewşa gelê herêmê stranên nû tomar bikin.”

 

BERIYA ŞOREŞÊ, REWŞA MÛZÎKA KURDÎ LI ROJAVA

 

Li gorî Mîrsaz, ji ber rewşên ku Kurdistanê tê re derbas bûne û qonaxên veguhastina hunerê di navbera nifşan de, heta astekê dûrketinek ji hunera resen û mîrasî çêbû.

Têkildarî dîroka hunera Kurdî li Rojava Mîrsaz got: “Rojava, bi taybetî Kobanê, Efrîn û Cizîrê xwedî bingeh û hêmanê mûzîkê yê kevn in. Gelek hunermend derketin jiyana xwe xistin xizmeta pêşxistina hunera Kurdî û parastina resentiya wê û bi berhemên xwe mohra xwe li hunera Kurdî dan. Lê di 5 salên borî de, ji aliyê dewleta Tirk a dagirekr ve hewldanên asîmlîsyonê hebûn.”

Hunergeha Welat bi berhemên xwe resenî û mîrasa hemû pêkhateyên herêmê, şoreş û berxwedana gel, jiyana hevbeş derxistin pêş. Her wiha êrişên qirkirinê yên li dijî Kurdan teşhîr kirin.

 

AVAKIRINA KESAYETAN LI GORÎ BINGEHÊN HUNERA NETEWEYA DEMOKRATÎK

 

Piştî demekê ji damezrandina hunergehê, xebatkarên hunergehê biryar da ku çalakiya xwe ya hunerî fireh bikin, da ku bi awayekî guncaw bi qonaxên şoreşê re bimeşin û pergala xwe ya hunerî û teknîkî bi pêş bixin. Li ser vê yekê dewreyên perwerdê yên pisportiya hunerî û teknîkî ji endamên xwe re vekirin.

Endamê Hunergeha Welat ê mamosteyê mûzîkê Serxwebûn Zeyno got: ʹʹDestpêka vekirina dewreyên perwerdeyê gelek astengî li pêş me derketin, ji ber ku pergala hunergehê ji bo me gaveke nû bû. Lê bi demê re û bi israr û girêdana me ya bi hunerê ve me bi hev re ev astengî derbas kirin.”

Li Hunergeha Welat perwerde li ser bingeh û rêgezên hunera demokratîk a ku rêber Ocalan pêşkêş kiriye, tê dayîn. Serxwebûn Zeyno got: “Em hewl didin li gorî hunera rasteqîn û ya resen a ku xwe dispêre neteweya demokratîk kesayetên hunerî ava bikin. Em hewl didin di hemû xebatên xwe de, ji naverok, belavkirin, şêwe û armancê cuda bin. Em hunereke xwedî hîmeke fikrî ya li gorî bingehên fikrê neteweya demokratîk dişopînin. Ji ber bûyerên ku li herêmên me rû didin, ji me tê xwestin ku xebateke mezintir bimeşînin û li gorî pêvajoyê kar bikin.”

Xwendekarê bi navê Yûsif Osman (21) bal kişand ser gavên ku hunerê avêtine û got: “Min xeyal dikir ku beşdarî qada hunerî bibin. Di hunergeha Welat de xeyalê min bi cih hat û bi awayekî mezin berfireh bû. Hezkirin tenê têra serkeftinê nake. Lê belê îsrar û kedeke mezin tê xwestin. Ji bo avakirina kesayetek hunerî ya rasteqîn Huneregha Welat cihekî guncaw e.”

 

AMADEKARIYÊN VEKIRINA BEŞA HUNERA ZAROKAN

 

Li Hunergeha Welat beşên tomarkirinê, teknîk (dîmen û montaj) û beşa deng hene. Heman demê amadekarî tên kirin ku îsal beşa taybet bi hunera zarokan were vekirin.

Endamê rêveber ê Hunergeha Welat Comerd Hesen got ew hewl didin çalakiyên xwe fireh bikin da ku karibin rewşa gel, berxwedan û şoreşa wî îfade bikin, her wiha hemû stranên folklorîk ên pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nîşan bidin. Hesen wiha dawî li gotina xwe anî: “Cudahiya hunergehê ew e ku stranên resen ên Kurdî û yên pêkhateyên din ên herêmê tomar dike û dê heta dawiyê çalakiya xwe dewam bike.” -ANHA