Rojnameya Ronahî

Têkoşîna jinan û rizgarbûna ji rejîma desthilatdaran

 

Darîn Silê/Qamişlo

Berdevka Kongra Star ya kantona Qamişlo Remziya Mihemed bal kişand ser berxwedana jinan li cîhanê û hevgirtina wan bi rêya serhildanên jinên li Rojhelatê Kurdistanê-Îranê û got, sekna li hember rejîmên faşîst yên desthilatdar hêza û berxwedana jinê ye.

Sîstema dewleta Îranê zihniyeta paşverû ya zilm û desthilata zilam li ser jinan dide meşandin û di bin navê islamê de, tundî, êş û îşkence li ser jinan dide kirin. Di bin navê namus û ol de, jin dihatin qetilkirin û tundî li ser wan dihat kirin. Herwiha ji bo astengkirina rola jinan û bêparhiştina wan ji mafên wan, qanûnên giran li ser wan dida meşandin. Vê dawiyê jinan êdî ev desthilatdarî û zihniyet nema qebûl kir. Ji bo wê jî piştî bûyera Jîna Emînî, jin rabûn ser piyan û li dijî sîstema Îranê ya desthilatdar derketin qadan, herwiha ev nêzî 5 mehe li rojhilatê Kurdistanê û Îranê serhildanên bi pêşengiya jinê didomin.

Herwiha bi armanca piştgirî û geşkirina serhiladana jinan li Îranê, li gelek bajarên Cîhanê çalakî tên lidarxistin û kiryarên rejîma Îranê, herwiha siyaseta wê ya faşîst şermezar dikin.

Derbarê serhildana jinan li Rojhillatê Kurduistanê û Îranê, herwiha hevgirtina jinan li seranserî cîhanê, Berdevka Kongreya Star ya kantona Qamişlo Remziya Mihemed ji me re axivî û da zanîna  ku weke jinên Rojava ewê bi hêrs û hestên xwe piştgirî û destekê bidin serhildana jinên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê. Herwiha bang li hemû jinên cîhanê kir ku refên xwe bikin yek û li dijî desthilatdariya mêr û rejîmên desthilatdaran bisekinin.

Jîna Emînî û Çerxa serhildana jinan li Îran û rojhilatê Kurdistanê

Ramziya Mihemed destnîşan kir ku Her jinek li Rojhilata Navîn, nûnertiya jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike û axaftina xwe wiha domand: “Kuştina jina ciwan ya bi navê Jîna Emînî û jinên mîna wê sûcekî li dijî mirovahiyê ne. Em her tim dibînin ku jin bi hinceta olê tên kuştin û destdirêjî li ser wan tê kirin. Kuştina Jîna Emînî jî bi hinceta ol û birandina hikmên îslamî bû. Ji bo wê jî Jîna Emînî bû Çerxa serhildana jinan li Îranê. piştî vê hovîtiyê bi pêşengiya jinê gel ji rejîma deshilat re got, ‘Êdî Bese’. Ev ji bo jinên cîhanê bû çarenûsa azadiyê.”

`Hêza jinê bingeha azadî û demokrasiya rast e`

Remziye di berdewamiya axaftina xwe de got, hin civak hêza jinê hêzeke mezin û berçav dibînin, ji ber ku hêza jinê bingehê azadiyê û demokrasiya rast e. Ji ber wê hemû rejîmên desthilatdar dixwazin îrade û hêza jinan bişkînin û hemû şoreşên Rojhilata Navîn bi taybetî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, yên ku bi saya jinê hatine lidarxistin, têk bibin.

`Bêdengiya wan hêza jinê naşkîne`

Remziya bîr xist ku tevî ku ewqas işkenceya li ser jinên Îranê dihat kirin, dewletên cîhanê tev bêdeng iû wiha dirêjî da axaftina xwe: “Heta niha jî cîhan li ser vê yekê bêdenge. Tevî ku niha jin li dijî rejîmê xwepêşandan û serhildan dane destpêkirin jî, tu dewletan têkoşîna van jinan nade diyarkirin. Lewra naxwazin jin bibe xwedî hêz. Ji ber ku baş dizanin ku hêza jinê wê gelek tiştan bi xwe re biguherîne. Ji bo wê bêdeng dimînin. Lê bêdengiya wan hêza jinê naşkîne, wê jin dawiya desthilata zilam bîne.”

Remziya wiha domand: “Ti kes nikare rê li ber vê serhildanê bigire û ji raya giştî veşêre, lewra îro jinên Cîhanê tev di bin ala azadiya jinê de, li hev kom dibin û çalakiyan li dar dixin.”

Têkoşîn û hevgirtina jinan û rizgarbûna ji rejîma desthilatdar a

Remziye destnîşan kir ku têkoşîna jinan ya li Rojhelatê Kurdistanê delîl û nîşaneya serkeftinê ye û wiha pê da çû: “Têkoşîn û hevgirtina jinan rizgarbûna ji rejîma desthilatdar ya zordar e. Herwiha azadiya tevayiya jina ye. Çiqas êriş hebin jî li beramberî wê emê hê zêdetir li ber xwe bidin û artêşa xwe xurttir bikin. Herwiha emê li ser asta Cîhanî jî xwe bi hêztir bikin.”

Berdevka Kongra Star ya kantona Qamişlo Remziya Mihemed di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Wek jinên bakur û rojhilatê Sûriyê emê piştgiriya hemû tekoşîn, serhilda û şoreşên jinan bikin, bi taybet serhildana ku niha li Îran û rojhilatê Kurdistanê hatiye destpê kirin. Herwiha em bawerin û ev serhildane wê bibe rêya serkeftina azadiya jinên cîhanê.”