Rojnameya Ronahî

BANDORIYA ŞERÊ TAYBET LI SER KURDISTANÊ

 

Rûstem Başûr

Girînge ku em nivîsa xwe ya ve hefteyê li ser rê û rêbazên şerê taybet ê ku li Kurdistan û ferdê Kurd pêk tîne vebêjin. Lê beriya wê hêjaye ku em qala zimanê Kurdî di Kurdistanê de bikin û binêrin ku ev ziman çiqasî rewabûnê dide diyarkirn. Her çiqas bi derbasbûna pergala federasyonê ve zimanê perwerdê Kurdî be jî, lê naveroka vê perwerdê çiqas Kurdistaniye ew jî mijara niqaşê ye. Bêguman li seranserî Kurdistanê siyasetek pir zirav û dijwar tê meşandin, hema dikare bê gotin: armanc ew e ku mêjiyê Kurdan parçe bikin û ji esilbûnê derxe. Yek ji wan jî dibistanin. Tê zanîn ku di Kurdistanê de Dibistan, piranî jî zanîngeh di bin venêrîna hêzên derve de ne. Bi pergala perwerdê ya bi pere ve, tenê ji komek diyar ve ev maf tê dayînê. Şûna çanda xweser, jiyana bêçand a ku şerê taybet ferz dike wek amûrê perwerdeya bingehîn tê bikar anîn. Dîsa qut kirina ciwanan a ji xebatên siyasî esas tê girtin;  tenê xeta siyasî ya noker- xayîn serdest tê girtin. Ciwanên ku derveyî vê rêya hatî diyar kirin di nava lêgerînê de ne jî, rastî her cûre gef û pêkanînên ceza tên. Li cem dewletê ger ev rêbaz ne pêkan be, serî li hin rêbazên din didin ew jî ciwan ji hêza fikrînê bêpar bikin. Pergalekî bi vî awayî ye ku zû dikare hêla mirov ya piskolojîk (Derûnê) dizane û weha dikare mêjiyê mirov dagir bike. ji lewra dixwaze weha bike ku ciwanan ji hêla fikrî esîr bike û wan di nava pêlên xedar de ragire. Li hêleke din nexwasim di demek pir dirêj nîne de dibistanên taybet, ango yên bipere hatine zêde kirin. Yek jî armanca avaniyên ku herî zêde wan dibistanan pêş dixîne cemaeta Gulen e. Hema li her derê dibistanên binavê Işik ên ku fikrên cemaetê disepîne hatine ava kirin. Li piştî operasyona ku dewleta Tirk li ser cemaeta Gulen pêşxistî şûnve, dibistanên ku cemaetê rêxistin kirî ji dibistanê dayîkê û hetanî zanîngehan ku hejmara wan xwe sedî dide, ji aliyê MÎT’ê ve hatin dewr girtin. Bersiva pirsa li welatekê rêxistinek îstîxbaratê wê çima evqas dibistanan bixebitîne, hem tê fahm kirin û hem jî tirsnake. Kurd jî eleqeyek zêde nîşanî wan dibistanan didin. Ev eleqeya zêde, îfadeya şênber a ji dûrketina çanda xwe û xwe adapte kirina pergalê ye. Li ser wan derdorên ku wekî wî kesî ku aşiqê celadê xwe bûye û wan dibistanan tercîh dikin; çanda Tirkbûyînê û zimanê Tirkî hîna di temenê zaroktiyê de tê ferz kirin. Dixwazin bi wan avaniyên taybet ên ku ji aliyê pergalê ve pêşiya wan nayê girtin û berevajî tê teşwîq kirin ve, siyasete pişaftinê di nava ciwanan de jiyanî bikin.

Bêguman ev buyer li Kurdistanê bi dijwarî tê jiyan kirinê Pêkanînên weke tecawiz, fihûş û heşîşê ku li Kurdistaê tê bipêşxistin li ser esas, polîtîka û pîlanên hikûmet û rejîma şerê taybet bi destê hêzên wan ên şerê taybet tên kirin. Ji lewra em dikarin bibêjin ku eger em vê yekê wisa zelal û eşkere fêm nekin wê demê ev yek wê were wateya me tu tişt ji dijminê li hemberî xwe fêm nekiriye.  Dewleta tirk ev sed sal e hebûna kurdan, çand û zimanê kurdan tune dihesibîne û hewl dide tune bike. Îro heke kurd bibin xwedî maf û derfet, ev hemû di encama têkoşînê de û bi dayîna bedelên giran çêbûye. Lê mixabin dewlet bi polîtîkayên dawiyê, bi rêbaza ‘amûrên nerm’ dixwaze hinek tiştan bide guherandin. Mesele di salên 90’î de bi destên Hîzbûlahê bi hezaran welatparêzên kurd hatin qetilkirin. Li ser pîrozbahiyên newrozê qedexeyên pir tund danîbûn û di her newrozê de welatparêzên kurd dihatin qetilkirin. Ya rast eger em bibêjin ku  Dewlet bixwe medreseyan, qursên quranê vedike emê di vê gotinê de qet şaşî nekin. Riya Hîzbûllahê ku siyasetê bike vedike. Bêguman dewlet du rêbazên dijberî hev, ji bo tunekirina têkoşîna azadiyê ya gelê kurd bi hev re dimeşîne. Mesele Hûda-Par bixwe her carê dide xuyakirin ku li hemberî defîle û mîhrîcanan e. Lê heman Hûda-Par bi heman desthilatê re bi hev re dijberiya kurdan dikin, û ji vê cudatir ne tiştekî din e.