Rojnameya Ronahî

Li Qamişlo şahiya îmzekirina komhelbesta helbestvan Kemal Necim

Nivîskar û helbestvan Kemal Necim di çarçoveya çalakiyên HRRK`ê li Qamişlo de, komhelbestê helbesta xwe ya bi navê “Sevbêrkên Spî” îmze kir.

Di roja 9`an a çalakiyên Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) de ku bi dirûşma “10 mûmêm dawîn” li dar xistiye, nivîskar û helbestvan Kemal Necim berhema xwe ya bi navnîşan “Şevbêrkên Spî” îmze kir.

Bi dehan rewşenbîr, nivîskar, wêjevan û nûnerên Yekitiya Ragihandina Azad (YRA) û Kongreya Îslama Demokratîk di çalakiyê de beşdar bûn ku li navenda HRRK`ê ya li taxa Siyahî ya Qamişlo hate lidarxistin.

Di destpêka çalakiyê de, 9 mûm hatin pêşxistin, piştre endamê Desteya Rêveber HRRK`ê Ehmed Hisênî axivî û bixêrhatina beşdaran kir. Her wiha Hisênî pesna helbestvan Kemal Necim û berhemên wî di nivîsandina wêjeyên kurdî de da.

Der barê pirtûkê de rojnamevan Diyar Botî wiha axivî: “Pirtûk di nav xwe de gelek wateyên wêjeya kurdî û wateyên dîrokî hewandibû. Dema helbestvan xeyal, şibandin û wêje bi hev re bi kar bîne, taybetmendiyekê digire. Helbestvan Kemal Necim wisa kiriye û hişê xwêner muxateb girt.”

Her wiha helbestvan Konê Reş wiha behsa pirtûkê kir: “Helbestvan Kemal Necim, ji me re girîngiya zimanê dayîkê bi rêya komhelbestê xwe îsbat dike ku 5 pirtûk bi zimanê kurdî nivisîn. Ew yek ji kesên ku li ser rêya seydayê Ceger Xwîn û gelek helbestvan û wêjevanên kurd meşiyaye ku navên xwe bi tîpên zêrîn di nava rûpelên dîrokê de nivisîne.”

Helbestvan Mehmûd Ebdo jî, îşaret bi wateyên di nava pirtûkê de kir ku pirtûk veguherandiye yek ji berhemên dîrokî û wêjeyî û çandî û wiha domand: “Helbestvan Kemal bi rêya peyvên xwe yên zelal û diyar, taybetmendiyeke hunerî daye pirtûkê û komhelbesta xwe. Ew gotin bi kar anî ku dibêje, helbestvan neynûka civakê ye ku wêneya rast a civakê di helbesta xwe de rave dike.”

Paşê helbestvan Kemal Necim çend beyt ji helbesta xwe ji beşdaran re xwendin û piştî îmzekirinê, berhemên xwe diyarî beşdaran kir.

Çalakiya “10 mûmên dawîn” di 21`ê Kanûnê de dest pê kirin. Wateya dirûşmê wiha ye ku “10 rojên dawîn ên îsal û pêşwazîkirina sala nû”. Tê payîn ku çalakî 30`yê mehê bi dawî bibe. -ANHA