Rojnameya Ronahî

Hunermend û sînemekar  ji ber paşketina şano û sînemayê bifikar in

 

Hunermend û sînemekarên Herêma Kurdistanê diyar dikin ku Kurdistan xwedî sedan çîrokên komkujiyê û neteweyî ne, dikarin sedan fîlmên sînemayî li ser werin çêkirin, lê ji ber sedema hikûmet alîkariyê nade hunera sînema û fîlm di astek gelek xereb de ye.

Hunera sînemayê yek ji wan karane, mirov dikare bi riya wê êş û pirsgirêkên gel û civakê ji derve re ragihîne, lê li Herêma Kurdistanê tevî ku gelek lîstikvanên baş hene jî, nekarîne vî karê hunerî pêşve bibin. Ji ber ku bi giştî hunera şano, sînema û fîlman paş ve diçe, hunermend bifikar in û aliyên peywendîdar û hikûmet jî di vî warî de ti alîkariyê nakin.

 

‘Li Kurdistanê sînema gelek lawaze’

 

Sînemakar Şiwan Sosekanî li ser mijarê ji Rojnews’ê re axivî û got: “Sînema çandeke ku divê têkelî xelkê were kirin. Ji bo ku ferd û desthilat girîngiya sînemayê bizanibin. Sînema çanda gel bi cîhana derve dide naskirin. Li Kurdistanê sînema gelek lawaze. Nikarîn bêjin, li Kurdistanê tiştek bi navê sînemayê heye. Her çiqas ji bo hilberîna fîlm ji aliyê hunermendan ve hewldan tê dayîn, lê hewldan gavên destpêkê ne, divê çîroka fîlman ve were guhertin. Hinek çîrokên me hene, fîlman dikin cîhanî, ne herêmî.”

Sînemakar Şiwan Sosekanî diyar kir ku Kurdistan ji bo sînemayê guncave û wiha domand: “Lê, niha sînema bûye bazirganî, divê kesên xwedî sermaye derkevin pêş û alîkariyê bidin. Tenê bi hikûmetê nayê meşandin. Li Kurdistanê sînema lawaze. Berhemên mezin ên sînemayê nîne. Ne sermeydar û ne jî medyeya mezin heye alîkariyê bike. Weke mînak, li welatên derve, medya ji bo hilberîna fîlm gelek alîkariyê dike, lê eger medya Kurdî fîlmekê çêbike, berhemê fîlm gelek lawaze.”

 

‘Divê em hemû ji bo pêşxistina sînemaya Kurdî hewl bidin’

 

Sînemakar Şiwan Sosekanî destnîşan kir ku weke Başûrê Kurdistanê pêwîstiya wan bi sînemayek pir baş heye û got: “Divê em hemû ji bo pêşxistina sînemaya Kurdî hewl bidin. Divê sînema bibe çanda gel, heta ku bikarîn fîlmên baş hilberînin. Li Başûr ewqas çîrokên jenosîk û komkujiyê û doza neteweyî heye, dikarîn gelek fîlmên mezin ên cîhanî jê hilberînin, lê mixabin ev yek nehatiye kirin.”

 

‘Alîkarî nayê kirin’

 

Lîstikvan Werzêr Mensur ji Rojnews’ê re got: “Li cîhanê sînemayê girîngiyek mezin heye. Li tevahiya cîhanê bûye sermayeyek mezin, ew hewldanên li Kurdistanê di warê sînemayê de hene, hewldanên şexsî ne. Saziya sînemayî pêwîstî bi hemahengiya navneteweyî û aliyên darayî ya gelek baş heye. Li Kurdistanê, sînema di asta pêwîst de nîne, alîkarî nayê kirin. Çi weke Wezareta Rewşenbîrî yan jî hikûmeta Herêma Kurdistanê alîkarî nake. Karê wê bi girîng nayê meşandin. Hunermend bi aboriyek kêm û alîkariya hevalên xwe dikarin karê xwe bikin.”

Lîstikvan Werzêr Mensur diyar kir ku ji bo hilberîna karê baş hewldanên cidî heye, lê di asta navneteweyî û derve de di astek gelek lawaz de ye û  wiha bi dawî kir: “Hejmarek kêm a hunermendan bi hilberîna fîlman ve mijûl in. Ti hunermend an jî xebatkarên hilberîna fîlman tewanber nînin. Belku aliyên peywendîdar ku desthilat û hikûmet li beramberî sînemayê tawanbare, ji ber ku ev kar bi piştgiriya dewletê yan jî hikûmetê dikare were kirin, ne aliyan û kes.” – ROJNEWS