Li herêmên hikumeta Şamê, qada aborî di rewşeke herî aloz re derbas dibe. Bilindbûna nirxê sotemeniyê bandor li hemû qadên jiyanê kir. Lêkolînerekî aboriya siyasî diyar kir ku li gel zihniyeta aborî ya heyî ev alozî derbas nabe û got: “Çareseriya rasteqîn girêdayî bidawîkirina sedemên aloziya Sûriyê ye.”
Aloziyên aborî û debarê yên li herêmên hikumeta Şamê her ku diçe dijwartir dibe. Nirxê dolarekî amerîkî gihaşt nêzî 7 hezar lîreyên Sûriyê. Di encamê de nirxê madeyên sotemenî, xwarin û dermanan bilind bû.
Wezareta Bazirganiya Hundirîn a hikumeta Şamê beriya derdora du hefteyanê nirxê lîtreyeke benzîna oktan 90 kir 3 hezar lîre, benzîna oktan 90 a azad kir 4 hezar û 900 lîreyan, nirxê lîtreyeke benzîna oktan 95 kir 5 hezar û 300 lîreyan. Li hember vê yekê şêniyan bertek nîşan da.
NIRXÊN MADEYÊN XWARINÊ JI SEDÎ 90 BILIND BÛN
Bi daketina nirxê lîreya Sûriyê li hember dolar û kêmbûna derfetên kar re, nexasim ku mûçeyên mehane heta niha 150 hezar lîre ne, rewşa welatiyan dijwartir dibe û gelek karmend neçar dimînin ku dev ji karê xwe berdin û li karên din bigerin.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) da zanîn ku li Şamê nirxên madeyên xwarinê bi rêjeya ji sedî 30 bilind bûn. Nirxê kîloyeke şekir a bi rêya “kartê” gihîşt 4 hezar û 600 lîreyan, kîloyê mast 4 hezar lîreyan, kîloyeke şîr bi 3 hezar û 500 lîreyan, kîloyê lebnê bi 14 hezar lîreyan û yê penîr 19 hezar lîreyên Sûriyê ne.
QADA TENDURISTIYÊ JÎ BÊPAR NEMAN
Qada tenduristiyê jî ji bandorên krîzê bê par nebû. Di encama vê yekê de nirxên nêzî 20 cûreyên derman nexasim ên nexweşên giran wek ên dil zêde bûn.
Endamê Meclisa Yekitiya Dermansazan a hikumeta Şamê Mihemed Nebîl El Qesîr destnîşan kir ku sedema zêdebûna nirxên dermanan ji ber kêmbûna sotemeniyê ye. El Qesîr da zanîn ku rêjeya zêdebûna nirxên dermanan ji sedî di navbera 22 heta 26ʹan de ye.
TEVGERA ÇÛN Û HATINÊ JÎ BIBANDOR BÛ
Ji ber bilindbûna nirxê sotemeniyê ku lîtireyeke benzînê li sûka reş gihîşt zêdetirî 13 hezar lîreyan û yê mazotê 9 hezar lîreyan, tevgera çûn û hatinê jî bibandor bû. Di encamê de tevgera erebeyan li bajarên herî mezin jî kêm bû, ji ber vê yekê karmend û xwendekarên zanîngeh û dibistanên li ser rêyên zanîngeh û dibistanên xwe gelek zehmetiyan dikişînin.
HÊRSA GEL
Beriya çend rojan li Şam û Siwêdayê gotinên dij hikumeta Şamê li ser dîwaran hatibûn xêzkirin.
Li Siwêdayê şêniyan li dijî rewşa aborî ya xirab xwepêşandan li dar xist, girtin ser avahiyên hikumetê, daxwaza pêkanîna biryara navneteweyî ya 2254ʹan kir.
Têkildarî vê krîzê lêkolerê aboriya siyasî Yehya Omer ji ajansa me re axivî û da zanîn ku li herêmên hikumeta Şamê xerbatirîn krîza aborî diqewime ku di encamê de û ji ber nebûna sotemeniyê hikumeta Şamê neçar ma ku betlaniyeke ji bo 10 rojan ragihîne.
Omer wiha domand: “Di encama vê krîzê de gelek xetên berhemdayînê rawestiyan, ji ber wê jî made li sûkê kêm bûn û nirxê lîreya Sûriyê li hember dolar jî pir kêm bû ku her dolarek bi 7 hezar lîreyan e. Di vê rewşê de mûçeyê mehane yê karmendek hikumetê di rewşên herî baş de 25 dolaran derbas nake.”
ÇARESERÎ BI BIDAWÎBÛNA KIRÎZÊ VE GIRÊDAYÎ YE
Pispor û analîzerên aborî hişyarî dan ku eger hikumeta Şamê bi heman zihniyetê tev bigere dibe ku karesatên mirovî rû bidin û rêjeya xizaniyê zêdetir bibe.
Omer got, “Li gel hilweşîna nirxê lîreya Sûriyê, krîza aborî û kêmbûna madeyên xwarinê, nirxê madeyan di sûkên xwecehî de ji sedî 30 derbas kiriye. Dibe ku hîna bilindtir bibe, di encamê de wê xizantî û xetereyên ewlehiya xurekê zêdetir bibin.”
Di dawiya axaftina xwe de Omer wiha axivî: “Eger hikumeta Şamê bi vê hişmendiyê berdewam bike, krîz wê çareser nebe. Hikumeta Şamê êdî bûye hikumeta bacan. Ev jî dibe ku bibe sedema hêrseke mezin a gel. Çareseriya rastî ew e ku sedemên krîzê bên bidawîkirin, ji bo vê jî çareseriya siyasî ji bo krîza Sûriyê gerek e. Lê ev jî di demeke nêzîk de nepêşbînkirî ye.”-ANHA