Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Serhildana gel li Rojhiulatê Kurstan û Îranê dewam dike

02/01/2023
in NÛÇE
A A
Serhildana gel li Rojhiulatê Kurstan û Îranê dewam dike
Share on FacebookShare on Twitter

 

Navenda Nûçeyan

Tevî ku rêjîma Îranê li hemberî xwepêşanderan girtin, êşkence û kuştinê jî dike, gelên Rojhilatê Kurdistan û Îranê serhildana li dijî rêjîmî bênavber didomîne, herî dawî li bajarê Ciwanro yê Rojhilatê Kurdistanê ciwanekî Kurd di êrişa hêzên rêjîma Îranê de jiyana xwe ji dest da.

Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya li Rojhilatê Kurdistan û Îranê bê navber dewam dike. 30’ê Çileya 2022’an de li bajarê Zahîdan piştî nimêja Înê bi sedan kes daketin kolanan û xwepêşandan lidarxistin. Xwepêşanderan tevî dirûşmeyên dijî desthilatê, nerazîbûna xwe hemberî cezayê darvekirinan jî nîşandan û piştgirî dan girtiyên siyasî.

Li Rojhilatê Kurdistan bajarê Pîranşarê merasîma çileya Karwan Qadir Şukrî hate lidarxistin. Di merasîmê de axaftin hatin kirin û hate gotin ku şehîdên serhildanan nîşan didin ku ew hêjayî jiyanek baştirin, jiyanek wekhevin. Herî dawî girseya gel bê navber dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ qêriyan. Li bjarê Xuremawa ya Loristanê jî merasîma çileya Hisên Zerîncuyî bi pêşengiya jinan hate lidarxistin.

Herwiha li bajarê Êze ya Xuzistanê merasîma çileya Mîlad Seîdyan bi tevlîbûna sedan kes pêkhat. Li heman bajar cenazeyê Mehmud Ehmedî ku di êrişa hêzên Îranê de hatibû qetilkirin, spartin axê.

Doh li bajarê Ciwanro merasîma çileya 7 xwepêşanderên ji aliyê hêzên Îranê ve hatibûn kuştin, hat lidarxistin. Ji bo Îran rê li merasîmê bigre, hêz şand Kirmaşanê. Dema ku xwepêşanderan dest bi mersîmên çileya 7 xwepêşenderan kirin, rêjîma Îranê êrîşî wan kir. Li gorî agahiyan, di êrişa hêzên çewisandinê yên Îranê de welatiyê Kurd ê bi navê Burhan Îlyasî jiyana xwe ji dest da. Li gorî dîmenên ku li ser toerên civakî hatibûn parvekirin, li bajarê Ciwanro  hêzên Îranê bi guleyan êrişî û gaza şit êrîşî  xwepêşanderan kirin.

Li gorî rapora dawî ya Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê heta niha di xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de 476 kes hatine qetilkirin ku piraniya wan Kurd û Belûçî ne.

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.