Wednesday, May 14, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Guhertina nexşeya mejiyê cîhanê, 14’ê Temmûzê

17/07/2018
in QUNCIK NIVÎS
A A
Guhertina nexşeya mejiyê cîhanê, 14’ê Temmûzê
Share on FacebookShare on Twitter

Qêrîna Xwedawendê Dembuz ji gelî û newalên Kurdistan û cîhanê olan vedide.
Dîrok û mirov di klîmatên cografya Kurdistanê de hatibûn bêdeng kirin. Dembuz û Înanna, Xwedawendên klîmatên cografya Kurdistanê ne.
Lê dijminê Kurdan, neynika droka Kurdan şikandibûn, Kurd kiribûne riyeke winda. Di vê riya winda de ziman, dîrok û kultur hatibûn qedexe kirin. Cografya hebû, nav qedexe bû. Stran di dîlan û govend hebûn, lê suwariyên kuheylanan, di kozikên herivtî de hatibûn fetisandin.Toza mirinê hatibû bela kirin û demjiyana fetsînok hatibû afirandin. Cografya di nava netirsiyê de, tirs bela dikir. Despotîzm û barbarî, 2 cendirme bûn, qanun bûn.
Tora tunekirinê hatibû hunandin û destîniya gelê Kurd, wek xencera her du aliyên wê tuj, bedena Kurd hêdî hêdî dikuşt. Bedena Kurd bêyî ku biçê şer, dibin zext û zora “planên islahatê” û qanunên red û înkarê de, di ber şibaqa qesetureyên cendirmeyan de, wek berfa li ber germa kîm-kîma Havînî diheliya. Qedexe û qanun, ji şûr û topan dijwartir bûn.
Barana bi xwelyek kujerî bi ser cografya Kurdistanê de dibariya.
Di vê rewşa kambax de; mêjiyê ku jiyana giştî, kişûmat civak, bi hest, hewn û hişmendî kire nava haraketê derkete holê. Mêjiyê serdemê Ocalan bû, têkoşerên li Zindana Amedê bûn. Di herka dîrokê de bûne Dembûz, bûne Inanna, îro kişûmat Kurd in!… Ev navê dîroka bû ye!…
Îro, qîrana Xwedawend Dembuz û Înanna, di çar klîmatêûn salê de, li çar aliyên Kurdistan û cîhanê olan vedide.
Dembûz û Temûz û Tîrmeh… Ev destpêka herka çemê dîroka nû ye!…
Sal 1980ê û faşîzma 12ê Îlonê xwest ku harka dîroka nû bidê rawestandin; ji nû de cografya û bedena Kurd “fetîh” bike… Arêna tunekirinê jî Zindana Amedê bû. Di dîroka Kurdan de, her serhildan, di zîndanan de hatiye fetisandin û bedena Kurd li çarmixê dane. Bi mêjiyê serdemê, li Zindana Amedê, hevîrekî nû yê dîrokê hate haveyn kirin û li deşt û newal û geliyên cografya Kurdistanê, bi dengê Xwewend Dembûz û Înanna bû olanek cîhanşimûlî. Lewma meha Dembuz-Temmuz-Tîmehê, bû meha guhertina nexşeya mêjiyên cîhanê. Bêguman ev dîrok, di çarçoveya med-cezîra bûyeran de, bi gelek berdêlên giranbiha hate bidestxistin. Dîse jî em dibînin ku, di vê mehê de stêrikên ezmanên Kurdistanê cûda diçirisin, heyva kevanî û heyva li çardehan cûda ronahiyê didin. Êdî zarokên ku navê lehengên destanê 14ê Tirmehê li wan, hatiye kirin, dikarin li pey keskesora ezman bibêzin. Ev meha ku Ehriman ji xaka Kurdistanê direvê ye. Klîmatên cografya Kurdistanê bûne hêlîna Sîmûr û zarokên rojê, wek Rastemî Zal, ji vê hêlînê şiyar dibin. Li hemberî barbariya dijminê ku di çar demsalan de û di hemû klîmatan de, cografya Kurdistanê dikirin çolîstan, qîran didin.
Dembuz û Înanna yên hemdemî, dînazorên wek DAIŞê, wek hêzên dewşirme, berteref dikin.Cîhan li hemberî zarokên Ehriman, DAIŞê neçar bûn. Lê, zarokên Dembûz û Înanna, li hespên dîrokê, li kêştiyên ezmanî suwar bûn û di arêna dîrokê de, rûmeta mirovahiyê parastin. Ev serketina rûmetdarî, berhemê du tiştan e; yek mêjiyê sedsalê, du lehengên destanî yên Zindana Amedê û heval û hogirên di rîtma dîroka nû de meşiyan e. 14ê Dembuzê -Temmuzê-Tîrmehê, destpêka vê serketina hemû dem û heyaman e. Ev dem û heyamên dijwar, bûne felsefeya dîrokê. Divê baş werê nirxandin û baş werê fêm kirin. Dijminê Kurdan, dîrok di baxçeyê nijadperestiya di nava çar dîwaran de dîl girtine. Lê Haraketa Azadiya Kurd ev dîwar hêrivandin. Wateya 14ê Dembuzî-Temmuz-Tirmehê ev e.Kurd, dîroka mezin û rast dinîvîsin, divê Kurd ji formulekirin, vegotina û xwendina vê dîrokê netirsin.

Medeni FERHO

Post Views: 58
ShareTweetPin

Herî Dawî

Werin em li dijî dehakan agirê Newrozê dadin
ROJEV

PKK misogeriya zindî kirina rihê şoreşgertî û demokratik û parastina nirxên Apoyî ye

14/05/2025
Alî Haydar Kaytan û Riza Altun li bajarê Dêrîkê hatin bîranîn
NÛÇE

Alî Haydar Kaytan û Riza Altun li bajarê Dêrîkê hatin bîranîn

14/05/2025
AZADIYA RÊBER APO AZADIYA ME YE
HAJMARA PDF

AZADIYA RÊBER APO AZADIYA ME YE

14/05/2025
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

14/05/2025
Mirov bi çand û zimanê xwe tê naskirin
ÇAND Û HUNER

Mirov bi çand û zimanê xwe tê naskirin

14/05/2025
Hemû cureyên wêjeyê dinivîsin yekê jî nabin serî
QUNCIK NIVÎS

Cejna Zimanê Kurdî..Ne Rojeke, Hemû Rojên Salê

14/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.