Rojnameya Ronahî

Cîhana Islamî û mafê mirovan

 

 

Hafiz Ahmet Turhalli

 

Yek ji erdnîgariyên ku herî zede têde mirov tên perçiqandin û mafê wî tê binpêkirin, erdnîgariya misilmana ye.

Em karin bêjin di cîhana Îslamî de desthelatdaran, kêm rumet ji bo mirovan hîştine.

Divê bi hêsanî ev pirsgirêk were bilêv kirin da ku çareserî jê re were peyde kirin.

Bê guman li tevayiya cîhanê pirsgirêkên mafên mirovan hene. Lê weke cîhana Îslamî kûr nînin.

Mafê cudabûna ol, mezhep, gel, cins, çîn û ziman mafên bingehîne ku ji bo mirovî hene, hemû dibin zilm û zordariyê de ne. Cîhana rojavayî ku xwe wek çêker û nivîserên belgeya mafê mirovan dibîne û wiha xwe dide nasîn jî, civakan perçe dike, bera hev dide ji bo  ku bikaribe çek û amûrên şer bifroşe. Divê neyê jibîrkirin, dewletên Rojhelata Navîn (cîhana Îslamî)  alîkariya xwe ji dewletên rojavayî digrin.

Zagonên mafê mirovan, ji hêla Netyeweyên Yekbuyî ve, bi pêkanîna Komisyona Mafên Mirovan di 29’ê Nîsana 1964’an de hatiye avakirin. Vê komisyonê belgeyek ku ji 30 xalî pêkhatî, amade kiriye û 10’ê meha Çileya 1948’n de li Parîsê di civîna Neteweyên Yekbuyî de hatiye pejirandin û belavkirin.

Di cîhana Îslamî de belgeya mafê mirovan bi daketin û teblîx kirina Qur’ana pîroz destpêkiriye. Pîvan hatine vegotin û Pêxember s.X.l ev pîvan di jiyanê de pêk anîne.

– Wesîqeya Medînê û Xutbeya xatirxwesinê pîvanên van mafanin.

‘Maf û azadî ji jidaykbûna mirov dest pê dikin’. Mafên xwezayî bingeha Îslamê ne.

Mafê nedestdayîna li ser jiyan û milkên tu kesî, wekhevîya beramber qanûnê, mafê hilbijartinê, fêrbun û zanebunê, xwe parastina dijî zilm û zordariyê, azadiya wicdan û baweriyê, mafê xwe îfade kirinê di nav pîvanên ku nivîskî yên di Qur’ana pîroz de hatine bi cih kirin berbiçavin.

Bi danîna van mafan ji hela Xwedê ve, berpirsîyarî jî li bawermendan hatine suwarkirin.

Wek Mînak; ne destwerdana li ser jiyana mirov mafekî bingehîne, lê di heman demê de parastina mafê jiyana mirov jî berpirsiyarî ye. Bilê pêkanîna dadê destwerdana jiyana Mirov nekin. (Îsra 33)

Mirov di afirandina xwe de bi şeref û rumetê hatiye afirandin. Bawerî, ziman, netew, çîn, cins, reng û meqamê wî çidibe ew dizane, divê rûmet û şerefa wî were parastin. Parastina mala mirov, mafekî bingehîne.  Lê bê destur nekitina malê jî erkekî wî ye. Maf erkan bi xwe re tînin û erk jî mafan diafirînin. Xwedî derketin û parastina saman û maljî mafekî mirov e. Gelî Bawermendan! Malê hevdû bi neheqî nexwin…‘(Nîsa 29) ‘Di Ol de zordestî nîne’ (Beqere 256) Mirov nikare Baweriya xwe li ser yeke dîtir ferz bike. Em dibînin di Pîvanên ku hemu Pêxemberan behs kirine û di şerîyetên xwe de bicîh kirine evin: Parastina can, mal, hişmendî, ol û neslê ne, ew pîrozin û destwerdana wan nayê kirin. Pirs eve: Gelo ger ev maf, di ola Îslamê de hene; çima di erdnîgariya misilmanan de, mafê mirovan nînin? Ji ber ku piştî wefata Pêxember s.X.l Îslam bû ola desthelatdaran û ji bo desthelatê hat bikaranîn. Ew hişmendîyên ku di serdema cahiliyetê de di nav civaka Ereban de hebû, vê carê binavê ola Îslamê hatin bicih kirin. Ji Qur’anê, eqlê, exlaqê bawermend hatin dûrxistin û tene Îbadet hatin vegotin. Edalet, azadî û hevkarî ji holê hatin rakirin, desthelat û dagirkirin wek armanc hatin pêşxistin. Îslam ji bingehê xwe hat durxistin û îro nayê nasîn.