Rojnameya Ronahî

Li Qamişlo Pêşbirka bazdanê ya xwendekaran hat lidarxistin

 

Navenda Nûçeyan/Qamişlo

Bi armanac teşwîqirkirina xwendekaran ji werzîşê re, bi serpiriştiya Partiya Kesk ya Demokratîk, pêşbirkeke bazdanê ya xwendekarên dibistanên taxa Hilêliyê ya bajarê Qamişlo, hat lidarxistin.

Îro saet di 11:00’ê, bi armanc teşwîqkirina xwendekaran ji werzîşê re, Partiya Kesk a Demokratîk bi hemahengiya yaneya werzişê ya bajarê Qamişlo, ji bo komek xwendekarên dibistanên taxa Hilêliyê, çalakiya pêşbirka bazdanê li dar xist.

Pêşbirk li bajarê Qamişlo, ji hevbendiya kolana Mûnîr Hebîb ya bi kolana Amûdê re dest pê kir û heta çerxeriya Osman Sebrî bidawî bû. Di pêşbirkê de hejmarek ji xwendekarên dibistanên taxa Hilêliyê ku li ser du tîman hatibûn belavkirin beşdar bûn. Her tîmek ji 10 xwendekaran pêk hat. Di pêşbirkê de xwendekarên biseketin navê wan wiha ne:  Nûşîn Îsa ya yekem, Hêlîn Kaher ya duyem, Evîn Mihemed jî ya sêyem. Herwiha ji mtîma duyem Daraf Mehmûd yê yekem, Daras Mehmûd yê dûyem, Zagros Huseynî yê sêyem).

Xwendekarên serketî ji aliyê endamên Partiya Kesk ya Dmokratîk ve hatin xelatkirin. Herwiha xelat li ser tevayiya xwendekarên ku tevlî pêşbirkê bûne hatin belavkirin.

Endama Komîteya Jinan a Partiya Kesk a Demokrat Delal El-Haşimî derbarê pêşbirkê de ji me re axivî û wiha got: “Ji bo teşwîqkirina xwendekaran ji werzîşê re, me xwest bi navê Partiya Kesk a Demokrat ahengeke werzişî li dar bixin û xwendekarên beşdarbûyî xelat bikin.”