Rojnameya Ronahî

Eyhan Hisên bû mînaka jina bi hêz û israr

 

Emel Mihemed/Çil Axa

Jina bi navê Eyhan Hisên ya 60 salî, ya ji gundê Dêr Kevnik yê girêdayî navçeya Çil Axa, ku heft zarokên wê hene, nêzî 15 sal in bi tena xwe zarokan xwedî dike. Li ser vê Yadê Eyhan da zanîn ku jin bingeha civakê ye û bê jinê civak ava nabe.

Hevjînê Eyhan ji bo ku bizewice jineke din, dev ji eyhan û her heft zarokên xwe  xwe berda û wan bi tenê hişt. Ji ber wê jî 15 salin yadê Eyhan bi tena xwe zarokên xwe xwedî dike û li hember zor û zehmetiyên jiyanê li ber xwe dide. Heta ku zarokên wê mezin bûn. Eyhan di van salên dirêj de karîbû jiyana xwe weke jiyana her malbatê bi keyfûxweşî bi zarokên xwe re derbas bike. Niha jî çîroka têkoşîna wê li gundê wê bû mînaka jina bi israr ya ku bi hêz û îradeya xwe rola bav û dayîkê dilîze û berpirsyariya mal, zarok û pêwîstiyên jiyanê girtî ser milê xwe.

Eyhan dema ku hevjînê wê dev jê berda ji bilî berxwedanê ti rêyên din neda ber çavên xwe. Wê demê wê biryar da ku zarokên xwe xwedî bike û jiyana xwe bi tenê bi rêve bibe. Ji wê demê ve Eyhan li ber xwe dide û nehişt ku çûyîna hevjînê wê bandorê li jiyanê wê û zarokê wê bike. Çîroka yadê Eyhan hêza jinê ya mezin diyar dike û dide xuyakirin ku jin bê zilam dikare malbata xwe bi rêk û pêk rêve bibe.

Ji bo ku em hê zêdetir rewşa yadê Eyhan û çîroka wê ya bi salan nas bikin me serdana mala wê kir û ji me re behsa çîrok û jiyana xwe ya kir.

‘Dema mirov ji xwe bawer be her zehmetiyê derbas dike’

Eyhan Hisên got, bal kişand ser bawerî û hêza jinê û got: “Dema mirov ji xwe bawer be û hêza xwe bi kar bînê wê zehmetiyên herî giran derbas bike û wê karibe debara xwe bike. Piştî ku ez bi tenê mam, min hem karê malê bi rêve bibim hem jî yê derve. Min gelek kar û xebat kirine. Da ku jiyana zarokên xwe ronî bikim û jiyaneke bi rûmet bijîn. Min di warê çandinî, xwedîkirina sewalan de pir ked daye lê, ti caran li keda xwe poşman nabim. Lewra eger min ked nedaba wê zarokên min ji mafê xwe yê jiyanê qut bibana û wê her zehmetiyan jiyan kiribana. Zarok paşroja vî welatî ne pêwîste mirov li wan xwedî dekeve.”

`Di çavên wan de ez ew dayika xurt û bi hêz bûm`

Eyhan di berdewami ya axaftina xwe de wiha got: “Ji bo ku zarokên min şikenandina di min de nebînin, her roj min hêza xwe ya liberxwedayînê zêdetir dikir û min ji her kesî re da xuyakirin ku, ez dikarin her tiştî bikim. Min êşa xwe ya ewqas salan ji wan veşart û di çavên wan de ez her tim ew dayika xurt ku tu car lewaz nabe.”

Eyhan da zanîn ku wê di jiyana xwe de gelek şert û mercên zehmet derbas kirine, lê bi îradeya xwe karîbû tevayiya zehmetiyên jiyanê derbas bike û ev yek li axaftina xwe zêde kir: “Ji bo ku debara mala xwe bikim heta niha jî ez kar dikim. Niha ez zebzeyan di erdê mala xwe de diçînim û difiroşim. Herwiha ez hin sewalan jî xwedî dikim û şîr û mastê wan jî ji xwe re difroşim. Bi vî awayî jiyana xwe diqedînim û pêwîstiyên mala xwe pêk tînim.”

`Pir kêfxweşim ku min karîbû malbatek mezin bikim`

Eyhan behsa jiyana malbata xwe ya niha kir û wiha pê da çû: “Dema ez niha li malbata xwe dinêrim, ked û zehmetiyên min yên berê tev ji bîra min diçin. Lewra pir kêfxweşim ku min karî malbatekê bi tenê rêve bibim. Her çiqas yên derdorê ji min re digotin; ‘dev ji vê jiyanê berde û biçe jiyaneke din ji xwe bijî,’ lê min guh li axaftinên derdorê nedikir û min ji xwe re got, pêwîste ez têkoşîn bikin û li ber xwe bidim. Herwiha zarokên xwe rêk û pêk mezin bikim.”

`Bingeha her tiştî jin e`

Eyhan Hisên di dawiyê de destnîşan kir ku hêza jinê ji hêza mêr zêdetir e û got, jin bêyî mêr dikare bijî, lê mêr nikare bê jinê bijî. Lewra bingeha her tiştî jin e. Ji bo wê jî bingeha malbatê jî jin e û bêyî jinê ne malbat ne jî civak nabe.