Dem dema “Bihara Gelan” bû. Di destpêkê de, di sala 2010an de li Tûnisê destpê kir, li Misir û Lîbyayê dewam kir, bandora xwe li Sûriyê jî kir.
Gelên ku li van dewletan dijiyan derketin qadan û êdî ji rejîmê dictator yên demdirêj hesab dipirsîn.
Şoreşa gel a Sûriyê jî di 26ê Çileya sala 2011an de destpêkir. Dengê, bihara gelan ya li herêmên din destpêkiribû vê carê li ser axa Sûrî bilind dibû.
Di 15ê Adara sala 2011an de, li gelemperiya welêt şer belav bû.
Pêvajoya ku li herêmê destpê kir, bandore xwe li Rojavayê Kurdistanê jî kir. Kurdan di destpêka şerê li Suryê ji xwera xeta 3’emîn bijartibûn.
Û ji bo avakirina xweseriya demokratîk ketibûn nav hewldanan. Sazî dihatin avakirin û ji bo şoreşek amedekarî dihatin kirin. Lê berî vê yekê jî di warê siyasî û leşkerî de bi rêxistin dibûn.
Di demek wiha de li gel biryardariya xwe ya beşdariya şoreşê, Kurdan li dijî nêzîkatiyên rejîm û mûxalîfan, ji bo yekitiya xwe ya siyasî ava bikin ketin nav hewldanan û Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê (MGRK) ava kirin.
Di warê siyasî de ev rewş hebû. TEV-DEM di nav liv û tevgeran de bû. Ev bahara gelên Sûryê dabûn destpêkirin Kurdê bi çi rengî tevlî bibin û Kurd dikarin di vê demê de çi bikin li ser vê yekê nîqaşan destpêkiribû. Destpêkirina serîhildana gel a li dijî rejîma Sûriyê, ji bo gelê Kurd firsendek afirandibû. TEV-DEM dixwest ku têkoşîna xwe derxîne asteke bilindtir.
Bi pêvajoya şoreşê re tevgera Kurd biryar da bi awayekî çalak beşdarî şoreşê bibe.
EWROJ….
Dema 19ê Tîrmehê nêzdibû êdî Kurdan didîtin dem hatiye. Hin bûyer jî wek teqînên li Şamê û hewldanên êrîşên artêşê yên herêmên Kurdistan Kurdan neçardikir ku şoreşa xwe destnîşan bikin.
Roja 18ê Tîrmehê, di dema civîna krîzê ya li paytexta Sûriyê Şamê bi beşdariya payebilindên hemû saziyên bi bandor ên rejîmê de, teqînekê rû da û di encamê de beşeke mezin a payebilindên rêveberiya rejîmê mirin.
Êvara 19ê Tîrmehê jî Artêşa Azad a Sûriyê (AAS) bajarên Minbci û Cerablûs ên navbera Kobanê û Helebê de bi dest xist û berbi Kobanê di meşiyan.
Van bûyeran lez dan xebatên Kurdan ji bo derbasî qonaxa sêyemîn bibin.
Kurdan diviya li vê derê biryar bidana ku vê êrîşa berbi Kurdistanê bidin rawestandin. Û wisa kirin di 19ê Tîrmehêde li kobanê dem dema serhildanû bû. Di 19ê Tîrmehê de di ajansên cihanê şoreşa rojava derbasdibûn.
Gelê Rojavayê Kurdistanê di 19ê Tîrmeha sala 2012an de di nava şoreşê de şoreş kir û dest danî ser rêveberiyên bajaran.
Tevgera Kurd bi vê armancê stratejiyek ji sê qonaxan şopand; di qonaxa yekemîn de gund û qadên bejahî yên ser bi bajaran hatin desteserkirin, di qonaxa duyemîn de dest danîn ser saziyên sivîl û xizmetê yên ser bi dewletê ve. Û di qonaxa sêyemîn de jî dest danî ser tevahiya bajaran. Ew roj dawî li sîstem û rêveberiya rejîma Baas ya 100 salî danîn. Ji Kobanê destpêkirin. Di 19ê Tîrmehê de li Kobanê bi beşdariya gel re, hêzên rejîmê ji bajêr hatin derxistin.
Kurdan bi 19ê Tîrmehê re, dest danîn ser rêveberiyê û ji siyasetê heta parastinê, ji edaletê heta çandê, ji qada civakî heta aborî û pirsgirêkên jinan, xwe veguherand sazîbûnê û dest bi avakirina pergala xwe ya bi navê “Xweseriya Demokratîk” kirin.
ÎROJ…
Piştî şoreşa rojava, kurd ji aliyêk ve bi rêxistin dibûn, saziyên xwe avadikirin û ji aliyek ve jî ji bo parastinê bi rêxistin dibûn. Bi navê DAÎŞ rêxistinek dijminê mirovahiyê musalatî serê kurdan kirin. Bi dewleta Tirkiyê re têkildar bûn. Li dijî wan şerek destpêkir. Û ev şer îroh jî li gelek deveran dewam dike. Lê ji bo şoreşa rojava talukeya herî xeter hewldanên dagirkeriya dewleta Tirkiyênin. Piştî dagirkirina Efrînê îrojî hewldidin ku şoreşa rojava bi temamî ji holê rakin.
Faruk SAKIK