Rojnameya Ronahî

Li dijî qirkirinê ‘Em ê bêjin!’

 

Li dijî astengî û qedexeyên li ser çand û zimanê kurdî yên desthilatê, bi dirûşmeya “Em ê bêjin” di 17’ê Kanûnê de li navçeya Kuçukçekmece ya Stenbolê wê konserek were lidarxistin. Hunermend Engîn Cengîz got, armanca polîtîkayên bişaftinê tesfiyekirina hêza birêxistinkirî ya civakê ye.

Li dijî hişmendiya qedexeker jî têkoşîn bi biryardarî didome. Amadekariyên konsera bi dirûşmeya “Em ê bêjin” ya li Navenda Pêşande ya Yahya Kemal Beyatli ya li Kuçukçekmeceyê ya 17’ê Kanûnê, Şirketa Organîzasyonê ya Seymenê dike. Di konserê de ya ku wê bi gelek zaravayên Kurdî stran têde werin gotin, hunermend Erdogan Emîr, Mehmet Atli, Koma Muzîkê ya ji Rojhilatê Kurdistanê Rastak û koma Şahiya Stranan wê derkevin ser dikê. Di konserê de gelek stranên ku ji Kurdî hatine wergerandinî Tirkî jî wê bi Kurdî werin gotin.

Perwerdekarê Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) û hunermend Engîn Cengîz û ji Organîzasyona Seymenê Dîlan Sûyû li ser qedexeyên konser, şano û aktîvîteyên Kurdî yên di demên dawî de zêde bûne û naveroka konserê axivîn.

 

‘Em berê xwe bidin hilberînê’

 

Cengîz got, hişmendiya qedexeker a dewletê ya li dijî çand û huner, ji berê ve dewam dike lê li dijî vê têkoşîneke bi salan jî heye û diyar kir ku qedexeyên berfireh ên li ser çand û huner, bi eleqeya civakê ya di vî warî de, xuya bûye. Cengîz, bi bîr xist ku ji bilî saziyên Kurdan, li dijî gelek kes û komên muzîkê çêdikin, astengî heye û got, “Hikûmet dema vê dike, bi navên ji nirxên civakê dûr, û populîst ên ku li ber wan serî ditewînin, dike. Bi vî awayî li Sûr û Cizîrê mihrîcan li dar xistin. Hikûmet, hunermendên li ber wan serî natewînin jî weke ‘terorîst’ bi nav dike. Dixwazin hêza birêxistinkirî tesfiye bikin. Di demekê de ya ku her tişt xwe dubare dike, divê mirov berê xwe bide hilberînê.”

 

Stranên Kurdî kirine malê xwe

 

Ji Organîzasyona Seymenê, Dîlan Sûyû jî got, “Her aktîvîteya ku em bikin, 3-4 saetan beriya dest pê bike, tê qedexekirin. Lê tevî her tiştî jî em ê dest ji berxwedanê bernedin.” Sûyû, got, hewl didin çand û zimanê Kurdî bidin jibîrkirin, û ew jkî li hemberî hewl didin bi konseran vî zimanî li ser piyan bidin sekinandin: “Armanca kombûna Şahiya Stranan bi nerazîbûna ji wergera stranên Kurdî ya bo Tirkî çêbû. Di çarçoveya vê projeyê de stranên me hemû yên ku Tirkan ew dizîne û kirine malê xwe, dê bi Kurdî werin gotin. Di dawiya vê xebatê de 3 albûm derketine holê.” -MA