Rojnameya Ronahî

Li Rojava lihevkirina huner û şoreşê

 

Di şoreşên gelan de huner amûreke girîng a têkoşînê ye. Li Rojava jî huner bi roleke mezin di şoreşê de rabû û bala pêkhateyên civakê hemûyan kişand ser xwe.

Çendî şoreş bi pêş ket, huner jî bi pêş ket; huner rewşa gelên herêmê vedibêje, şoreşê rave dike, bûyerên wê belge dike, êşên wê tîne ziman û şehîdên wê bi bîr tîne. Huner her wiha bi roleke mezin rabû di parastina coşa şoreşê de. Wêneyek li ser têkoşîn û rizgariyê pêşkêş kir ku armanca herî bilind a ku şoreşa 19`ê Tîrmehê li ser bingehê wê dest pê kiriye.

Di vê dawiyê de gelek hunermend stranên nû çêkirin, û weşandin. Di van stranana de rastiya dijminê xwînxwar eşkere dikin. Yek ji wan berheman stran û kilîpa “Serêkaniyê û Avaşîn” a Hunergeha Welat e, ku ji aliyê xelkê herêmê ve hat ecibandin, nexasim piştî ku bi awayekî berfireh li ser medyaya civakî belav bû.

Hunergeha Welat ji bo şermezarkirina tecrîdkirina rêber Abdullah Ocalan strana ‘Serok’ ji nû ve saz kir ku ji aliyê Koma Agirî ya Helebê ve sala 1991’an, hatibû derxistin.

Her wiha komeke hunermendên Kurd xebata bi navê “Destana PKK’ê” bire serî. Ev xebata Destana PKK´ê, Tevgera Azadiya Kurdistanê û têkoşîna wê vedibêje. Koma Awazên Çiya, TEV-ÇAND, Komîna Film a Rojava û Saziya Pargînê bi hev re ew çêkir.

Her wiha Tevgera Hîlala Zêrîn a Çanda Jinan, kilîpeke nû ya bi navê “Berayê” (Ji bo) derxist. Di kilîpê de piştgiriya serhildana “Jin jiyan azadî” ya Rojhilatê Kurdistanê hat nîşandan.

 

Bi hunerê sûcên dewleta Tirk

 

Hunermend Sîpan Xelat helwêstên destanî yên gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker silav kirin û got, “Me nerazîbûneke xurt a birûmet û berxwedaneke bêhempa li hember van êrişan dît.”

Sîpan Xelat diyar kir ku ew hewl didin, bi rêya stran, şano, film, govend, helbest û cûreyên din ên hunerî, sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gelê herêmê eşkere bikin û balê bibin ser berxwedana gel û şervanan. Sîpan bang li hunermend û rewşenbîran kir da ku sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê eşkere bikin: “Ev êriş ne tenê di vê dema niha de ne, ji berê de li dijî me êriş tên kirin, dixwazin çand û nasnameya me tine bikin. Ji ber wê, divê em bi her rêbazê hewl bidin siyasetên wan têk bibin, erka hunermendan e ku rastiya dagirkeriyê û êrişên wê eşkere bikin.”

 

Destketiyan diparêzin

 

Her wiha, endama rêveber a Tevgera Hîlala Zêrîn a Kantona Qamişloyê, Rûken Mihemed destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide çandên li Rojava qir bike ku Til Helef û deverên dîrokî dagir kirin û got, “Timayên wê bêdawî ne, em jî bi rêya saziyên xwe yên civakî, rewşenbîrî û hunerî hewl didin destketiyên gelê xwe biparêzin û sûcên dewleta Tirk a dagirker eşkere bikin.”

 

‘Em deyndarê berxwedanê ne’

 

Li ser mijarê, hunermend û hevseroka Tevgera Mezopotamya ya Çand û Hunerê Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Sumeye Mihemed da zanîn ku ew stranan li ser şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê, şoreşa jinan, serhildana gel, bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve li çiyayên Kurdistanê û Serêkaniyê û li ser rêber Ocalan, amade dikin.

Sumeye got, “Em ê berxwedana gel a ji 7 salî heta 70 salî, bidin pêş. Em deyndarên vê berxwedanê ne, çand û huner neynika civakê ne û divê civak rastiya vê bibîne.” -ANHA