Rojnameya Ronahî

‘Xelata salê ya ruhê sînemayê’ wergirt

 

Sînemavan û aktivîsta mafên mirovan Mehnaz Mohammadî li Kelarê “Xelata salê ya ruhê sînemayê” wergirt. Ji ber  ew niha di mal de hepskirî ye nikaribû beşdarî festîvalê bibe. Lê wê hinek porê xwe jêkir, şand merasîmê û bang kir da ku xelk pişta raperîna gel bigire.

Di Festîvala Filman a Navneteweyî ya Kelarê (IFFK) 27’an de ‘Xelata salê ya ruhê sînemayê’ dan sînemegera Îranî Mehnaz Mohammadî (Muhemedî). Mehnaz Muhemedî piştgirî dabû raperînên li Îranê, beşdarî festîvalê nebû, lê hinek porê xwe yê jêkirî ji festîvalê şand.

Li paytexta eyaleta Kelar a Hindistanê, Thiruvananthapuram ji sala 1996’an ve li beşa karûbarên çandê ya eyaleta Kelarê ji aliyê akademiya Chalachitra ya eyaleta Kelarê ve festîvala filman a Kelarê ya 27’an hate lidarxistin. Îsal “Xelata salê ya ruhê Sînemayê” di 9’ê Kanûnê de dan sînamegera Îranî Mehnaz Muhemedî. Wê piştgirî dabû serhildanên Îranê yên di 16’ê Îlonê de piştî qetilkirina Jîna Amînî hatibûn destpêkirin. Ji ber ku sînemavana Îranî Mehnaz Muhemedî di hepsa malê de bû, nekarî beşdarî merasîmê bibe, lê wê hinek porê xwe jêkir û ji bo piştgiriya serhildanan ji festîfalê re şand.

Mehnaz Muhemedî bi belgefilmên xwe jî tê naskirin. Lê ew herî zêde bi filma xwe ya “Jinên bê sî” (2003) tê naskirin. Di vê filma xwe de behsa wan jinan dike yên ku hatine terikandin û li saziyên dewletê bêxwedî hatine hiştin. Ji xeynî vê filmê, filmeke wê ya bi navê “Seyahatname” jî heye. Filma wê li gelek festîvalan hat nîşandan û xelat wergirtin.

 

‘Pêdiviya me bi yekitiyê heye’

 

Peyama Mehnaz Muhemedî ya ji bo festîvalê, ji aliyê amadekarê Yewnan yê filman û amadekarê projeyan, Athina Rechel Sangari ve hat xwendin; “Ji bo vê êşa dikişînim bidim nîşandan, min porê xwe jê kir. Ev nîşaneya wê êş û nexweşiyê ye ku ez dikşînim, rabin piştgiriyê bidin raperînê, ji ber ku gelek ciwan tên kuştin û bidarvekirin. Di 8’ê Kanûnê de ciwanê 23 salî Muhsîn Şikarî ji bo ku bêedaletî şermezar kir, hat bidarvekirin. Ez vê peyamê rêdikim, ji ber ku di van rojan de ji bo em mafê xwe yê rewa bi dest bixin, ez dizanim pêdiviya me hemûyan bi yekîtiyê heye. ‘Jin jiyan azadî.’

 

Lîsa Çalan eynî xelat sala 2021’ê wergirtibû

 

Xelata ruhê sînemayê ya IFFK li hemberî hemû zextan azweriya xwe ya sînameyê berdewam kir, ji bo were teqdir û spasiyê tê lidarxistin. Di sala 2021’ê de ev xelat cara yekem sînemagera Kurd Lîsa Çalan ku di 7’ê Hezîrana 2015’an de di mitînga partiya Demokratîk a gelan HDP’ê de di êrîşa bombayî de herdu lingên wê jêbûbûn girtibû. -JİNHA