Rojnameya Ronahî

Li Şehbayê pirojeyên pêşxistina aboriya jin dewam dikin

 

Berdevka Komîteya Aborî a Kongra Star ya herêma Efrînê Xezal Hesen diyar kir ku pêkanîna projeyên wan yên aboriya jinan di dimon û got, xurtbûna jin ya di aliyê aborî de, ji her alîve ji bo xurtbûna civakekê pir girînge. Lewma armanca me ewe ku em vê rastiyê jiyanî bikin.

Zana Roj/ Şehba

Welatiyên li herêma Şehbayê ji ber êrîşên dewleta Tirk ya dagirker û dorpêça hikumeta Şamê ya li ser herêmê, di milê aborî de pir zehmetiyan jiyan dikin. Lê tevî êrîş û zehmetiyan jî, gelê herêmê bi kêmderfet debara jiyana xwe dikin. Herwiha ji aliyê rêveberî û saziyên herêmê ji pêşxistina aboriya welatiyan xebatên cur bi cur dimeşînin. Yek ji rêxistinên ku pirojeyên pêşxistina aboriya civakê bênavber dimeşîne, Kongra Star e. Herî dawî li herêma Şehbayê ji bo destekdayîna aboriya jin û alîkariya bi jinan re di milê aborî de, Kongre Star’ê hin pirojeyên çandiniyê dan destpêkirin. Ev proje xebatekî  koparatîfe.

Têkildarî van pirojeyan berdevka Komîteya Aborî a Kongira Star ya herêma Efrînê Xezal Hesen ji rojnameya me re axivî.

’Em hewildana peydakirina derfetên kar dikin’

Xezal Hesen anî ziman ku ji bo derbaskirina aloziyên aborî di rewşa koçberiyê de, wan berê xwe da çandiniyê û wiha destpêkir: “Tê zanîn ku rewşa koçberiyê di her aliyî de bandora xwe li ser jiyana welatiyan dike. Li herêma Şehbayê me xwest em ji erdên vala yên neçandî sûd bigrin û bikaribin ji bo gel derfetên karkirinê peyda bikin. Me dest bi projeyên çandiniyê kir û me hewil da ku bi vî awayî hin pirsgirêkên aborî yên di nava gel de çareser bikin.”

’Malbatên koçber werin gel hev û bibin alîkar’

Xezal diyar kir ku bingeha sîstema koparatîfê jiyana Komînal e û da zanîn ku civak bi hev re li ser projeyekê kar dike û sûda wî karî jî dîsa ji wê civakê re ye û axiftina xwe wiha domand: “Ev piroje wê li ser çar beşan were dewam kirin. Niha me dest bi çandiniya sîran kiriye, piştire wê pîvaz, kartol û sebze jî werin çandin. Di vê pirojê de endamên 5 malbatan bi hevre kar dikin, mabesta me avakirina rihê hevkariyê di nava civakê de û pêşxistina aboriya civakê ye.”

 ’Pêşxistina aboriya jinê di civakekê de pir girînge’

Xezal da xuyakirin ku armanca wan ji van pirojeyan pêşxistina aboriya jin e û wiha got: “Armanca me a yekemîn ew e ku em aboriya jin xurt bikin ku jin bikaribe ji her alî ve pêşengiya civakê bike û ew bi xwe bibe çareseriya zehmetiyên ku jiyan dike; di aliyê aborî de hewcedarê mêr nebin û bikaribin pêwîstiyên xwe û yên zarokên xwe bi dest bixin. Ya girîng ew e ku jin hêz û enerjiya xwe derbixîne nava jiyanê û rola wê di her alî de ya sereke be. Eger di civakekê de jin di hemû aliyan de pêşeng be  divê di aliyê aborîde jî bibe roniya civakê. Wê demê aboriya wê civakê tû caran nakeve bin siya tû desthilatan.”