Rojnameya Ronahî

Bilindbûna bihayê xwerekan û sedemên wê

 

Rojbîn Zagros/Qamişlo

Ji ber bihabûna kelûpel û xwerekan şêniyên bajarê Qamişlo zorî û zehmetiyên xwe anîn ser ziman û aliyên têkildar jî sedemên vê bihayê û çaresî eşkere kirin.

Bêdawiya êrişên dagirkirinê yên dewleta tirk, israra neçareseriya rejima Şamê û dorpêça ji her alî ve ya li ser gelê bakur û rojhilatê Sûrî, hişt ku qirîza aborî ya cîhanî li herêmê jî zêdetir bibe. Teybet di dema dawî de, ji ber bilidbûna dolar kelûpel û xwerekên malê pir biha bûye. Herwiha îsal li gorî salên borî zêdetirî çar qatî hatiye ser bihayan û bihayê her tiştî zêde bûye. Welatiyên herêmê jî astengî û zehmetiyan jiyan dikin û ji ber bihayê bêserûber êdî nikarin pêdiviyên xwe peyda bikin. Herwiha Meclisa Pêkanînê ya bakur û rojholatê Sûrî sîstemeke nû ji bihayê xwerekan re danî, di vê sîstemê de her firoşkar wê li gor bihayê giştî bihayê xwe diyar bike. Lewma xwediyên dikanan jî bihayên xwerekan li gorî nirxê dolar diyar dikin.

Derbarê bilindbûna bihayê xwerekan û pêkanîna sîstema nû, welatiyên bajarê Qamişlo, xwediyên dikanên xwerekan û rêveberê beşa pêşjiyanî ya bajarê Qamişlo ji me re axivîn.

`Bihayê xwrekan pir xeyalî bûne`

Xalid Hisên bîr xist ku gelek malbat hene xizanin û rewşa wan ya aborî  zehmete û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji ber vê bihabûna bêserûber gelek malbat nikarin pêdiviyên mala xwe peyda bikin. Hem bihabûn heye, hem jî di nava sukê de cûdahiya nirxan heye. Em êdî nikarin pêwîstiyên mala xwe peyda bikin. Ez rojane kar dikim û hin caran bi şevê jî karên cûda dikim. Lê disa jî têra pêdiviyan nake ji ber ku, bihayê xwrekan pir xeyalî bûne.”

Xalid di dawiyê de got, sîstema nû ya hilbijartina bihayan ji aliyê dikandaran ve ne zêde başe, lewra her firoşkarek li gorî xwe xwerekan bi bihayekî cûda difroşe welatiyan. Herwiha  bang li saziyên pêwendîdar û rêveberiya pêşjiyanê kir ku vê pirsgirêkê çareser bikin. Da ku welatî karibin pêdiviyên xwe bi nirxên baş û weke hev pêyda bikin.

`Îsal tevgera welatiyan li firoşgehê lawaz e`

Xwediyê dikana xwerekan yê bi navê Ehmed Eniz li ser tevgera welatiyan ya li firoşgehê û firotina xwerekan wiha axivî: “Îsal tevgera welatiyan li firoşgehê lawaz e. Her sal karê me ji niha baştir bû, em ji sibehan heta êvaran vala nedibûn û pir diwestiyan. Lê îsal ji ber ku pêdivî pir biha bûne, karê me jî kêm bû ye. Lewra hin pêdivî hene çar qatî biha bûne. Ev bihabûn jî ne di destê me de ye, ew jî ji ber bilindbûna dolar e.”

Ehmed bîr xist ku her sal di vê demê de, wan rojane zêdetirî 200 kîlo zeytûn difirot, lê îsal 50 kîloyan derbas nake. Herwiha got, me bi kartonan zeyta zeytûnan difrot, lê îsal ji ber ku pir biha bûye baş nayê firotin.”

‘Ne welatî tenê, em jî zehmetiyan dikişînin’

Ehmed di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Ne welatî tenê, em jî zehmetiyan di vî milî de dikişînin. Dema tiştek biha dibe em jî êdî nikarin weke berê kar bikin û astengiyan di karê xwe de dibînin. Her sal min xwerek bi tona digirt û tev dihat firotin. Lê îsal min nikarîbû zêde bigrim, lewra tevger li firoşgehê kême û kar jî êdî lawaz bûye.”

Ehmed Eniz wiha dawî li axaftina xwe anî: “Rêveberiya Xweser gelek kargeh ava kirine, em bihêvîne kargehên pêdivî û xwerekan li herêmê zêdetir bibin, da ku em xwerekan ji derveyî herêmê negrin û rastî vê bihabûnê neyên.”

Sîstema nû ya bihayê xwerekan

Rêveberê Ofîsa Erşîfê ya beşa Pêşjiyanî ya Qamişlo Mehmûd Ebdilqadir Yûsif jî li ser bihayê xwerekan û sîstema nû ya bihayan wiha got: “Wek beşê pêşjiyanî berî niha me lîsteyek ji bihayan re hidibijart û li gorî wê lîstê xwerek û pêdiviyên jiyanê dihatin firotin. Lê ev demek sîstemeke nû ji bihayê xwerek û pêdiviyan re hatiye danîn. Ev sîstem jî ji heyva Cotmehê ve hatiye pêkanîn û heta niha jî xwediyê dikanan li ser vê sîstemê dixebitin. Herwiha li gorî sîstema nû her firoşkar dikare li gorî xwe bihayan hildibjêre, lê bi bihayekî baş û li gorî rewşa heyî.”

Hewldanên vekirina ofîseke nû ji bo kontrolkirina rewşa bihayan

Mehmûd bal kişand ser vekirina ofîsekê bi navê Lêkolîn û Ewlekariya Xwarekan li bakur û rojhilatê Sûriyê ku welatî bi rêya vê ofîsê giliyên xwe bigihînin berpirsyaran û wiha pê da çû: Dema gazinên welatiyan ji dikaneke ku bihayên wê bêserûberin hebe, dê Ofîs bi rêya komîteyên pêşjiyanî li ser vê yekê bisekine û çareser bike.

Mehmûd Ebdilqadir Yûsif di dawiyê de bang li welatiyan kir ku gilî û gazinên xwe li ser firoşkarên ku madeyan bi buhayeke bilind difroşin bikin û agahiyan bidin wan. Herwiha got, wek rêveberiya Pêşjiyanî em rojane rewşê dişopînin. Lê pêwîste welatî jî bi me re alîkarbin û dema tevlîheviyek di bihayan de hebe yekser agahiyê bidin me, da em li ser biskinin û rê li pêşiya kesên wisa bigrin.