Dema ku em bi çend hevalan li ser navserên çiyayên welatê me dimeşiyan, di teyba dest ya hevalekî de helbesta Nûrî Dersîmî ÎNTÎQAM bi dengê wî bilind dibû.Nurî Dêrsîmî yek jî pêşengên berxwedana Dêrsîmê ye. Ji bo ku bikaribe plansaziya qirkirina dewleta Tirk a faşîst li ser Dêrsîmê bighîne cîhanê, ji aliyê Seyîd Riza de hatibû erkdarkirin. Dewleta Tirk a faşist 90 hezar Dersîmî qetil kiribûn. Di navbera salên 1925-1938 bi sedhezaran Kurd qetil kiribûn û Kurdistan dagir kirîbûn. Û ji bo kurdan gelek heqaret hatin kirin, di rojnameyên wê demê de, “Asî, di nav 5 rojan de hatin tinekirin. Yên li çemê Zeylanê bi temamî hatin tinekirin. Çemê Zeylanê bi sedan cenazeyan tijî ye…” hatibûn nivîsandin.
Helbesta Întîqam di demek wiha de hatibû nivîsandin. “Dîroka tê dîroka bêhesab a menkîbeyên lehengiyê ye. Ji ber ku tu zarokê neteweke ku 40 sedsale ji bo bikaribe bi namûs û azad bijî têdikoşe, û îro jî dest ji vê tekoşînê bernedaye…
Ji bo ku bikaribe hebûna xwe biparêze, kesayetiya xwe muhafaza bike, ti gelan wek me dem dirêj û bê navber şer nekiriye. Di dîroka me ya dirêj de ti hêz nekariye îtîrafa binketinê ji me re bide kirin.
Eniya Kurd wek navserên welatê me yê bilind, her tim bilind maye û li pêşiya ti fatîhan xwe netawandiye…
Ji ber ku Kurd qada mirin û mayînê ne terikandiye, îtîrafa windakirinê nekiriye, bîryar daye ku ji refên netewên cihanê de, ranebe û bijî. Û ji bo ku bijî, dizane ji bo azadiya xwe jî bimire…
Dîroka ti gelekî wek dîroka gelê me bi xwîn nebûye. Welatê ti gelekî wek welatê gelê me dagir nebûye. Ti netewan wek netewa me bê navber tekoşîn nekiriye. Di şert û mercên herî giran de jî, Kurdê bi çek, teslîm nebûye. Li hember hêzên mezin û hijmar zêde yên ku şer xwestine, Kurdan her tim erê gotiye.
Erê, hîkmeta hebûna me, berdewama jiyana me, di van gotinan de veşartiye…
Dema ku çavên xwişk û birayên me bi kuştinê dihatin girtin, ji çiyayên zimrûd ên Kurdistanê, zozanên tavîn hatin sirgûnkirin, li erdên bejî yên Anatolyayê ji birçîna mirin, bi nizeya dijminê qehpe, bi guleya wî hatin îmhakirin, gunehên wan tenê Kurdbûyîna wan bû…
Wesiyetek wan a amir û qehar ji bo te heye ku tenê peyvek e: ÎNTÎQAM!
Ez bi feryada bi hezaran bûk û keçên me ku ji bo namûs û şerefa te nekevin nav lingan, xwe ji tehtên asê, zinarên heybet ên welêt avêtin hembêza mirina xelaskar, bi ser te dinalim.
Ez bi feryada kûr a Kurdên kolekirî ku hê îro jî, li ber deriyê dijminên nemerd bi êsirtî dijî, her roj, her kêlî dilop bi dilop dimire, netew, ziman û nirxên wê tên biçûkkirin, bi ser te de digirîm…
Întîqam!
Ji bo pakkirina namûsa Kurd.
Întîqam!
Ji bo şakirina bi sed hezaran zarokên Kurd ên birçî hatina hêştin.
Întîqam!
Ji bo teskînkirina veqîrînên li asoyên Kurdistanê yên bûk û keçên me, yên avêtin gerinekan, di agiran de şewitandin.
Întîqam!
Ji bo pêkanîna armancên bi hezaran qurbaniyên welêt, di bin sêdarê de bi qehremanî silav dan mirinê û bi gotina ‘Bijî Kurdistana Azad û Serbixwe!’ taca şehadetê dan serê xwe.
Întîqam!
Ji bo ku em bikaribin hewtîna kuçikên ku di pişta qehpika bi navê medeniyetî xwe veşartî ne, bê deng bikin Întîqam…”
Erê, dem tam jî dema ku em ji bo bêdengkirina hewtîna kuçikan bêjin Întîqam û dakevin qada ne!
Qasim ENGÎN