Rojnameya Ronahî

‘Ji bo azadiya Rêber Apo em ê şev û roja xwe bikin yek’

 

Darîn Silê/Qamişlo

Jinên bajarê Qamişlo tecrîda girankirî ya li ser Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin û gotin, tecrîda li ser Rêber Apo binpêkirina mafên mirovahiyê ye û sucê herî mezin e. Heta ku em Rêbertî di nav xwe de azad nebînin, em ê her li kolanan bin û doza azadiya Rêberê xwe bikin.

Ev 23 sal in, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li zindana Îmraliyê de dîl hatiye girtin û ev demek dirêje ti agahî di derheqê rewşa wî de nayên girtin. Ev jî gumanên gel zêde dike. Dewleta Tirk ya dagirker xwest di şexsê Rêbertî de îradeya gelê Kurd bişkîne. Ji bo wê jî 9 Cotmeha 1999’an dewleta Tirk û hêzên komploger Rêber Abdullah Ocalan bi komployekê revandin. Di fikrê dewleta Tirkiyê de wiha bû ku wê ev roj bibe roja tinebûna tekoşina azadiya Kurdan. Lê ji roja ku komplo li ser Rêber Apo hat kirin û heta roja îro gelê kurd roj bi  roj tekoşîna azadiyê xurttir kiriye. Rojane gelê kurd û tevayiya gelên li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê, li kolanane û banga azadiya fîzîkî ya Rêber Abdulllah Ocalan dikin. Herwiha Netewa Demokratîk ya Rêber Apo bû alternatîfa sîstema desthilat ya kapîtalîst. Lewma li çar aliyê cîhanê gel û kesên demokrat û azadîxwaz wî wek rêberê xwe dibînin û dibêjin ‘Rêber Apo ne tenê rêberê gelê kurd e ew rêberê me jî ye’. Ev yek jî dihêle ku hêzên komloger ji ber tirsa xwe hemû mafên mirovahiyê binpê bikin û vê tecrîdê bidomînin.

Derbarê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan, berdewamiya komployê heta roja îro û nenaskirina rewşa Rêbertiyê, Jinên bajarê Qamişlo ji me re axivîn û diyar kirin ku wê bi azadiya Rêber Apo her kes xwe azad bibîne, bi taybet gelê Kurd wê xewin û xeyalên xwe bi cî bîne.

`Heta niha komployên li ser Kurdan berdewam in`

Jina bi navê Sîham Silêman da zanîn ku ji sedê salan e lîstikên qirêj û plan li ser kurdan çêdibin û axaftina xwe wiha domand: “Beriya komploya li ser Rêberê gelê kurd Abdullah Ocalan gelek komployên qirkirinê li ser Kurdan dihatin kirin. Herwiha hêzên komploger hewl didan ku hebûna Kurdan ji dîrokê rakin. Ji bo wê jî di şexsê Rêber Apo de komplo li ser Kurdan û li ser tevayiya gelên bindest pêk anîn. Ev komplo komployek navneteweyî bû, ku gelek dewlet tê de hevkar bûn. Niha jî 23 sal di ser komloyê re derbas bûn û ketiye sala xwe ya 24`an de. Heta niha jî komployên li ser Kurdan berdewam in. Herwiha Tevayiya êriş û kiryarên ku li ser gelê herêmê bi taybet li ser jinan tên kirin berdewamiya Komploya Navneteweyî ne.”

`Em li ser fikrê Rêbertiyê şoreşa xwe bi rê ve dibin`

Sîham destnîşan kir ku fikir û felsefeya Rêber Apo hewldanên dewleta Tirk ya dagirker vala derdixîne û ev yek li axaftina xwe zêde kir: “Raste Rêberê gelê Kurd di zindanê de tecrîdeke giran li ser tê kirin, lê Kurd jî bi fikir û felsefeya Rêberê xwe dagirkeriya Tirk tengav dike. Roj bi roj planên Tirkiyê yên li hemberî Kurdan lawaz dibin. Şoreşa ku niha em tê de ne jî, bi saya fikir û felsefeya Rêber Ocalan dewam dike û wê bi saya fikrê wî jî bi ser bikeve. Di şoreşê de bi milyonan şagirtên Rêber Apo çêbûne û tev daxwaza azadiya wî dikin. Herwiha em li ser fikrê Rêbertiyê şoreşa xwe bi rê ve dibin. Ji bo wê jî şoreşa ku li ser fikrekî rast û dirust bimeşe, helbet wê serkeftî be.”

`Mafê me ye ku em rewşa Rêberê xwe nas bikin`

Sîham bîr xist ku demek dirêje ti agahî ji Rêbertî nehatine û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tevî tecrîda bi salan, demek dirêje Tirkiyê derfetê nade parêzer û malbata Rêbertî ku pêre biaxivin. Dewleta tirkî naxwaze hevdîtin çêbibin, lê li gorî pîvanên navnetewî yên mafê mirovan divê kesê ku di girtîgehê de rastî işkenceyê nebe. Herwiha mafê wî ye ku daxwaza hevdîtina malbat, parêzer û hevalên xwe bike û divê ji mafê xwe yê jiyanê qut nebe. Ji bo wê jî divê em bilez rewşa Rêberê xwe nas bikin.”

Sîham Silêman di dawiya axaftina xwe de got, heta dilopek xwîn di laşê me de hebe emê piştgir û parastvanên doza azadiyê bin. Emê şev û roja xwe ji bo azadiya Rêberê APO bikin yek û doza rêberê xwe pêk bînin. Lewra doza wî doza me ye. Doza me jî azadî û serkeftine.

`Em gihîştine qonaxa serkeftinê û ji serkevtinê bi paş ve naçin`

Jina bi navê Delal Bedûr jî teqez kir ku Tirkiyê çiqasî hewldanên xwe bi kar bîne ew nikare kurdan ji azadiyê dûr bixe û wiha pê da çû: “Tiştê ku Tirkiyê berî niha dikir îro nikare bike. Lewra kiryarên wê êdî nayên qebûlkirin û kurd jî ne kurdê berê ne. Em gihiştine astekê ber bi azadiyê ve. Em gihîştine qonaxa serkeftinê û ji serkevtinê bi paş ve naçin.”

`Kiryaran Tirkiyê vîn û îradeya gelê azadîxwaz naşkîne`

Delal di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Ji ber ku plana komployê bi ser neket û Tirkiyê armanca xwe ya tinekirina kurdan pêk neanî, êdî Tirkiyê nizane ka bi çi awayî kurdan tine bike. Ji ber wê jî niha rojana êrişî kurdan û tevayiya pêkhateyên li herêmê yên ku li kêleka kurdan dixebitin dike. Hewl dide bi rêya êriş û balafirên xwe gelê herêmê yên ku li ser fikir û felsefeya Rêber Apo tev digere bişkîne û bitirsîne. Lê îradeya gelê azadîxwaz ne bi van kiryaran û ne jî bi şêwazên din nayê şikestin, bi taybet gelê kurd wê heta kêliya dawî di jiyana xwe de li ber xwe bide. Êdî ti kes zoriya hêza kurdan nabe, Yan serkeftin yan jî serkeftin. Ji bilî serkeftinê me tiştekî din nedaye ber çavên xwe.”

Delal Bedûr di dawiyê de got, Wek gel û jinên bakur û rojhilatê Sûriyê emê her demê banga azadiya Rêberê xwe bikin, herwiha hêz û fikrê ku rêbertî di me çandiyê emê xurttir bikin û brxwedanê geştir bikin.