Rojnameya Ronahî

‘Prensîbên mafên mirovan di pratîkê de nayên pêkanîn’

 

Endama Komîsyona Temyîzê li herêma Firatê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Cîhan Îbîş bang li rêxistinên navdewletî kir ku erka xwe ya mirovî ji bo parastina gel û pêkhateyên ku rastî binpêkirin û êrîşên Tirkiyeyê tên, pêk bînin.

10’ê Kanûnê Roja Cîhanî ya Mafên Mirovan a Navneteweyî ye. Ev roj di sala 1948’an de ji aliyê Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ve hat pejirandin û armanca wê temînat û misogerkirina mafên mirovan û azadiya bingehîn e û ev roj li ser bingeha wekhevî, edalet û rûmetê hatiye avakirin.

Endama Komîsyona Temyîzê ya herêma Firatê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Cîhan Îbîş li ser wate û girîngiya Roja Cîhanî ya Mafên Mirovan wiha got: “Qanûnên mafên mirovan destnîşan dikin ku divê hemû gel xwedî wekhevî, rûmet û azadiyê her wiha wekheviya di navbera zayendan de bin. Yek ji girîngtirîn taybetmendiyên ku qanûnên mafên mirovan xwe dispêrin, zêdekirina hişmendiya civakan e ku hemû pêkhate û gel bê cudahî bijîn. Lê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi salan e gel ji ber êrîş û binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker û kiryarên wê yên hovane gelek êşê dikşînin.”

 

‘Tirkiye hemû zagonên navdewletê yên ku îmze kirine binpê dike’

 

Cîhan Îbiş diyar kir ku Tirkiye yek ji wan welatan e ku du peymanên navneteweyî û qanûnên mafên mirovan îmze kirine û di heman demê de yek ji welatên NATO’yê ye û wiha pê de çû: “Tevî van hemûyan jî Tirkiye hemû qanûnên navdewletî binpê dike û ti qanûnên girêdayî wê bi cih nayîne û binpêkirinên ku li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike beşek ji binpêkirinên wê yên li dijî mirovahiyê ye. Civaka navneteweyî jî çavên xwe ji van pêkanînan re digire. Bingeh û qanûnên ku Tirkiye binpê dike hedefgirtina mafên mirovan e, çi mêr be, çi jin û heta zarok be mafên hemû kesan tên binpêkirin.”

‘Welatên ku peymana mafên mirovan îmze kirine divê van zagonan bi cih bînin’

 

Cîhan Îbîş eşkere kir ku hedefgirtina jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê binpêkirina peymanên mafên mirovan ên navneteweyî ye û wiha axaftina xwe berdewam kir: “Ji prensîb û taybetmendiyên mafên mirovan, parastina mafên jinan û afirandina jiyana hevbeş û wekhev ji bo her du zayendan e. Jin bingeha civakê ye. Hewldanên dagirkeriya Tirk a ji bo jiholêrakirina nasnameya jinan, hewldana jiholêrakirina tevahiya civakê ye. Serkeftina jinan dagirkeriya Tirk ditirsîne lewma jinên pêşeng hedef digre. Kuştin, tirsandin û şîdeta li dijî jinan binpêkirina qanûnên ku mafên jinan di çarçoveya prensîbên mafên mirovan de diparêze ye. Xebatên Komîsyona Temyîzê ya li herêma Firatê ji bo pêkanîna edaletê ye. Rêxistinên mafên mirovan û welatên ku Peymana Neteweyên Yekbûyî îmze kirine divê van qanûnan bi cih bînin û di rawestandina dagirkeriya dewleta Tirk de bi rola ku ji wan re hatiye dayîn bi cih bînin.”

Cîhan Îbîş wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Ji bo gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ev qanûn tenê li ser kaxiz in. Em her roj tên kuştin û koçberkirin, ji aliyê dagirkeriya dewleta Tirk ve hurmeta mafên mirovan, zarok û jinan nîne. Zarokên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê birîndar dibin û tên kuştin rêxistinên mafên mirovan li ku ne.” -JÎNHA