Rojnameya Ronahî

Xweza û Şêwazê mirov

 

Rûstem Başûr

Mirov xwedî hêzekî wisa ye ku dikare rastiya xwe gelek zû bibîne. Lê li vir pirsa sereke, gelo bê lêgerîn, xwenaskirin misoger dibe yan na? Me li jor behsa hêz û mirov kir. Lê pirsa, hêz çiye? Girînge. Em li vir pirsên xwe jî li gorî teoriya quantum rêz dikin û hewil didin, ku hin pirsan di hişê xwendekaran de bihêlin.

Fikir çiye?

Beriya her tiştî kesên ku dinava vê jiyanê de dijîn, bi xweşê û nexweşiya xwe, bi başî û nebaşiyê xwe bi rastî û nerastiyên xwe, bi derd û êşên xwe, bi kevneşopî û nerdeyiyên xwe, pirsa yekem ya ku mirov ji xwe bike ‘ez kî me û çima ez’ e ? Bêguman mirov parçeyek ji xwezayê ye û ne tiştekî jê cudatire. Lewma ji sedî sed bûyerên ku di navenda xwezayê de dijîn, her weha li gel mirov di astekî jor de ye. Lê mirov dikare diyar bike ku di xwezayê de bi kêmanî be jî edalet diherike. Dibe gelek kes bibêjin di xwezayê de jî hin cûre zindî hevdû tine dikin, ango hev dixwen. Lê di bingeh de ev pêvîstiyekê jiyanî ya xwazayê ye, bi gotinekê din tewazina xwezayê ye. Tu zîndî ji derveyî pêvistiya xwe ya jiyanî zerarê nade tu zindiyeke din û armanca tû zindiyê nabe tinekirina tu zindiyên din. Lê ev mijar li gel mirov gelek xetere. Ji ber ku mirov bê pêvistiya xwe, dikare zîndiyekê din tûne bike! Her ku ev ne mijara gotina me ye jî lê dîsa me xwest bi van gotinan riya xwe ronî bikin û hin pirsan bidin avakirin.

Bêguman mirov endamê/a civaka kevneşop ya civaka xwezayî ye û her dirinde “tevgera” wî/ê li gorî xisleta jiyana wê demê ye. Her tim dinava fikaran de ye û li gorî jiyanê şikil digire, wisa dikare xwe bi civakê bide qebûl kirin. Ne wisa be nikare domandina xwe bi dest bixe. Lewma gelek baş dihizire ku pêwîste ji dûrî pîvanê civakê nekeve. Her ku mezin dibe qabiliyeta(asta) wî ya fikirînê (hizirînê) bi xurt dibe û xwe di bin her şertî de berpirs dibîne. Lewma ji bona vê gavê jî, jêra tê gotin fikirîna analtîk. Ji bona wê ye ku pêviste em li ser vê mijarê rawestin û bikaribin lêkolîn bekin.

Gelo taybetmendiyên ku mirov dike mirov çi ne? Mirov çiqas wan taybetmendiyan di tevgera xwe ya jiyanê de pêk tîne? Mirov dikare bibêje kêfa min ji wan taybet mendiyan re nayê û ez najîm? Her weha ji bona ku bersivekî rast di heqê wê de were dayîn pêdivî heya ku em li ser berpirsiyartiya mirov û civakê rawestin. Gelo mirov dikare li gorî dilê xwe nêzî berpirsyartiya jiyanê bibe? Mirov dikare pîvanê xwe di jiyanê de bisepîne? Di pêkanîna pêdiviyên jiyanê de dildarbûn ango mecbûryet heye? Tiştên ku em li ser milê xwe hilgirin çine? Em çawe nêzî bûyerên ku di nava jiyanê de diqewimin dibin? Em pir radîqalin yan pir esnekin? Wekî ku tê dîtin her pirsek, pirsekî din bi xwe re tîne. Lewma emê li peyî bersiva pirsên xwe bigerin.

Çawa tê gotin ku pêwîste em li peyî kevoka xwe bikevin ji ber têgîna kevokê bi serê xwe têgîna welat pênase dike. Yanî ger em kevoka xwe ne dahurînin em ê nikaribin welatê xwe jî bidahurînin û jêre bi rola xizmetkirinê ve rabin. Dibe ku me hin rasteqîn li ser şêwaza mirov dabû diyar kirin, di nav de jî zindî û berpirsyartiya wî.

Bêguman şêwaza her cure zindîbûnê heye. Her zindî jî li gorî wê şêwaza xwe tevdigere. Her ku çiqas li gorî wê şêwazê tevbigere, ewqas heqîqeta xwe pêk tîne. Berpirsiyara xwe ya li hemberî jiyanê jî pêk tîne û ti carê ranaweste ango bi gotinekî din herikbare… Berdewam e.