Rojnameya Ronahî

‘Dorpêç Ber Bi Encamên Xirabtir Ve Diçe’

 

Berpirsê Partiya Sûriye ya Pêşeroj li herêma Şehbayê Mihemed Bêrem da diyar kirin ku dorpêça girankirî li ser taxa Şêx Meqsud û herêma Şehbayê di encama li hevkirinên dewleta Tirk û hikumeta Şamê de hatiye pilan kirin.

Zana Roj/ Şehba

19 ê Mijdarê de tewleta Tirk a dagirker êrîşên xwe li ser tavahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dijwarî dan despêkirin. Bi dehan sivîlên herêmê hatin hedef girtin û zirarên madî dan çêkirin, li kêlek van sûc û êrîşên rojane, hikumeta Şamê dorpêçeke domdar li ser herêmê daye ferz kirin. Bi hatina zivistanê re ev ambargo bi awayekî girankirî hat ferz kirin, derbaskirina madeyên sotemeniyê hat qedexekirin. Gel ji aliyê pêvîstiyên jiyanî ve tê dorpêçkirin. Lewma rewşa herêmê û taxa Şêx Maqsud ji aliyê jiyanî ve di bin xeteriyekê cîddî de ye.

Têkildarî rewşa dawî a herêma Şehbayê û ambargoya girankirî berpirsê Partiya Sûriye ya Pêşeroj Mihemed Bêrem ji rojnameya me re axivî.

“Armanc ji tavahî pilanan ew e ku Rêveberiya Xweser bê bandor bihêlin”

Mihemed di destpêka axaftina xwe de anî ziman ku siyaseta dorpêçê ji dagîrkirina Efrînê da despêkirin û armanc jî, bingeha Rêveberiya Xweser pûçkirin e û wiha got: “Siyaserta dorpêçê ji destpêka ku herêma Efrînê xwesertiya xwe wergirtî hat despêkirin. Li aliyekî ambargoya rêjîma Şamê, ji aliyê din dagirkeriya dewleta Tirk. Armanc jê ew bû ku destkeftiyên ku bi 13 hezar Şehîdan hatine bidestxistin, ji dest me bigirin û rola Rêveberiya Xweser di Sûriyê de pûç bikin. Herwiha nêrîna me kurdan ji bo pêşeroja Sûriyê nîn be, li ser van esasan ev dorpêça heyî tê ferz kirin”.

Mihemed da xuya kirin ku dewleta Tirk a dagirker niha di xetimandineke pir mezin de ye, lewra dest bi êrîşên xwe yên li ser herêmê dijwar kirin e.

‘Ev kiryar di encama lihevkiranan de tên kirin’

Mihemed anî ziman ku rola hikumeta Şamê di van şer û pevçûnên ku li ser xaka wê tên kirin, nîne û wiha domand: “Dewleta Sûriyê niha tu destkeftî di destê wê de nemaye, êdî weke şekil û heykel di cîhanê de ma ye. Bi xwe da ragihandin ku Îran axa wê diparêze û Rûsya jî esîmanê wê diparêze. Ji ber vê yekê her kes li gor berjewendiyên xwe tevdigere. Ji ber vê yekê ev dorpêça heyî a ku li ser herêma Şehbayê, di encama lihevkirinên di navbera dewleta Tirk û Hikumeta Şamê ve hatiye kirin”.

‘Ji dorpêçê wêdatir ev sûç e û di derheqê mirovahiyê de tê kirin’

Mihemed da diyar kirin ku ev dorpêç weke sûçekî ku di derheqê mirovatiyê de tê kirin e û wiha domand: ” Herêma Şehbayê gelek pêkhat û niştecih tê de jiyan dikin, koçberên Efrînê xwe li vir ji tunebûnê hebûn dan avakirin, her wiha bi sîstema biratiya gelan Rêveberiya Xweser di herêmê de hat avakirin. Tavahî pêwîstiyên gelê herêmê digire ser milê xwe û bicih dike. Lê zêdetirî 2 mehan e hikumeta Şamê rê nedaye ku madeya sotemeniyê derbasî herêmê bibe. Ev yek jî di van demên dawî de bandorek pir mezin li ser tevgera jiyanê kiriye, niha bi awayekî gîştî kehrebe nayê pêxistin, av hatiye qut kirin û ya girîng tavahî dibistanên herêmê hatine rawestandin. Ji ber erebe nayên bi kar anîn û her wiha hawa pir sar bûye; xwendekar nikarin di hawayekî wiha de bixwînin. Ger rewş wiha berdewam bike wê firneyên nan û nexwşxane jî bêne girtin. Ev yek ji dorpêçê wêdatir weke sûç tê destgirtin. Divê hikumeta Şamê xwedî helwest û biryar be, li hember van pilanên dagikeriyê yên ku tên kirin”.

‘Êdî gel dijminê xwe û lîstokên wî nas kirin e’

Berpirsê Partiya Sûriye Pêşeroj Mihemd Bêrem berxwedaniya gelê herêmê anî ziman û her wiha banga tavahî kesên demokrat kirin û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Di vê pêvajoyê de tavahî gelê Kurd û gelê herêmê bi îdeolojiya Şerê Gelê Şoreşgerî tev digere, li hember van gef û sûçên derveyî mirovahiyê ku tên kirin gelê herêmê xwedî hewlest û bi bîryardarî jiyana xwe didomînin, ev yek jî tê wateya ku êdî gel rastiya dijminê xwe baş naskiriye û bi pilanên wan tu carî lawaz nabin. Her wiha di dawiyê de banga me ji tavahî gelê Sûriyê re heye ku nekevin xefqa dijmin û dagirkeriyê tavahî hêzan. Ji ber ku ew tenê ji bo berjewendiyên xwe li ser axa Sûriyê tev digerin.”