Rojnameya Ronahî

`Stasyona elektrîkê ya Siwêdiyê jêdera sereke ya elektirîkê ye`

 

Darîn Silê/Qamişlo

Di encama êrişa dewleta Tirk ya dagîrker li ser kargeha xazê ya Suweydiyê, stasyona hilbirîna elektrîkê jî hat rawestandin. Derbarê vê de Hevserokê Ofîsa Enerjiyê ya bakur û rojhilatê Sûriyê Ziyad Ristem diyar kir ku, dema pêş wê stasyon bi awayekî giştî bikeve xizmetê.

Bi awayekî hovane êriş li ser herêmên cûda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tên kirin. Herwiha ji heyva derbasbûyî ve balafirên şer yên bêmirov yên dagîrkeriya Tirkî nehatine rawestandin. Tirkiyê di êrişên xwe de hewl dide navendên xizmetê û binsaziya herêmê têk bibe. Ji xwe êrişên wê yên vê dawiyê tev bi armanca xirabkirina binesaziya herêmê, pêk tên.

Bombebaranên li ser binesazî û navendên xizmetguzariyê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, yên ji aliyê dagîrkeriya Tirk ve didomin. Di 23`ê Mijdarê de dagirkeriya Tirk danê sibehê bi 6 êrîşên hewayî kargeha gazê ya gundê Siwêdiyê ya başûrê navçeya Dêrikê ya Kantona Qamişlo kir hedef û topbaran zêdetirî du saetan berdewam kir. Di encamê de kargeh gazê û stasyona hilbirîna elektrîkê rawestiya û bû sedema qutkirina elektrîka li herêma Cizîrê.

Stasyona hilbirîna elektrîkê ya li gundê Siwêdiyê ku ji pênc çavkaniyên xazê pêk tê, her çavkaniyek qasa wê ya fermî 30 MW e. ev stasyon bi her pênc çavkaniyên xwe pêwîste 150 MW elektrîk bide. Lê ji ber ku stasyon kevne û binsaziya wê ne zêde baş e, li ser çar çavkaniyan bi nîvê qaseya fermî kar dike û 60 MW elektrîk derdixe.

Derbarê êrişên dagîrkeriya Tirkî li ser binsaziya herêmê û hedefgirtina stasyona elektrîkê,  Hevserokê Ofîsa Enerjiyê li bakur û rojhilatê Sûriyê Ziyad Ristem ji me re axivî û da zanîn ku stasyona hilbirîna elektîkê çavkaniya sereke ya dayîna elektrîkê li herêma Cizîrê ye.

`Stasyona elektrîkê ya Siwêdiyê jêdera sereke ya elektirîkê li herêma Cizîrê ye`

Ziyad bal kişand ser bajar û gundewarên ku stasyona elektrîkê ya Suweydiye elektrîk dide wan û wiha got: “Stasyona hilbirîna elektrîkê ya Siwêdiyê jêdera sereke ya elektirîkê li herêma Cizîrê ye. Herwiha ev stasyona elektrîkê dide Til Koçer heta Dêrik, Çil Axa, Tirbispî, Qamişlo, Amûdê, Dirbêsiyê, Til Temir, Hesekê û gundewarên van bajaran.

Ziyad behsa stasyona Gibsa ya ku ji sala 2018`an ve ketiye xizmetê kir û wiha pê da çû: “Ev jî stasyoneke piçûk e ku ji aliyê Ofîsa Enerjiyê ya bakur û rojhiêatê Sûriyê ve hatiye avakirin û sê çavkaniyên xazê yên piçûk têde hene. Her sê çavkaniyên wê jî ji 12 heta 15 MW derdixe û elektrîkê dide gundewarê başûrê Hesekê, Merkeda, El Şedadê El Dişîşe, El Irîşe û dide Holê.”

`Ji ber êrişên dagîrkeriyê elektrîk li herêma Cizîrê hatibû qutkirin`

Ziyad amaje bi wê yekê jî kir ku ji ber bombebarana dagarkeriya Tirkî ya li ser kargeha gazê ya Siwêdiyê tevayiya bajar û gindewarên herêma Cizîrê çar rojan bê elektrîk mabûn û ev yek li axaftina xwe zêde kir: “Elektrîk li tevayiya deverên herêma Cizîrê qut bûbû. Lewra stasyona gazê ya Siweydiyê hatibû bombebarankirin û herikîna gazê ji kargehê rawestiya, herwiha çavkaniyên petrolê jî ji ber êrişên li ser bîrên betrol û gazê rawestiya bû. Ev tev jî bûn sedema rawestandina çavkaniyên elektrîkê û qutkirina wê.”

`Dema pêş wê stasyon bi awayekî giştî bikeve xizmetê`

Ziyad di berdewamiya axaftina xwe de got, niha stasyon li gorî derfetên heyî beşek jê ketiye xizmetê. Ji bo wê jî ji 30`yê mijdaraê ve li ser sê çavkaniyan dixebite, ku her sê çavkanî 30 MW derdixe. Herwiha got, dê di dema pêş de stasyon bi awayekî giştî bikeve xizmetê.

Çareseriyên zêdekirina elektrîka herêma Cizîrê

Ziyad derbarê çareseriyên alternatîf yên ji bo zêdekirina elektrîka herêma Cezîrê de wiha got: “Me elektrîkê li herêmên nêzî bendavan weke Reqa, Minbic, Dêra Zorê, Eyn Îsayê û Kobanî kêm kir û me miqdareke zêde da herêma Cezîrê, da ku elektrîka herêm baş bikin.”

Hevserokê Nivîsgeha Enerjiyê li bakur û rojhilatê Sûriyê Ziyad Ristem di dawiya axaftina xwe de got, Ji ber kêmbûna ava di bendavan de, bandor li rewşa elektrîkê hatiye kirin û elektrîk li herêmê kême. Emê hewl bidin stasyonê bi giştî bixin xizmetê, da ku rewşa elektrîkê li herêmê baştir bibe.