Rojnameya Ronahî

Hejmara nû ya Stêrka Ciwan derket

 

Hejmara Kanûna 2022’an a Kovara Stêrka Ciwan bi manşeta “Di şerê man û nemanê de em ê bi ruhê Apoyî azadiyê bi dest bixin” hate weşandin.

 

Kovara Stêrka Ciwan ku yek ji weşanên herî demdirêj ên ciwanên Kurd ên li Ewropayê ye, bi manşeta “Di şerê man û nemanê de em ê bi ruhê Apoyî azadiyê bi dest bixin” hejmara xwe ya 235’an weşand.

Hejmara Kanûnê ya kovarê bi zimanên Kurdî, Tirkî, Elmanî û Îngilîzî hate weşandin. Di hejmara Kanûnê ya kovarê de nivîsa “Hûn ê ji nûve vejînê bi şer pêk bînin” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bîranînên bi fermandar Şehîd Rêzan Amed re yên Sefkan Kobanê, nivîsa “Di pêvajoya man û nemanê de xweparastin wê serketinê misoger bike” ya Hêvîdar Pîrdogan, nivîsa endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan a li ser şerê destanî yê gerîla hatin weşandin.

Di kovarê de her wiha nivîsên li ser îdeolojî, çand, huner, dîrokê jî hatin weşandin.

ANF