Rojnameya Ronahî

Dewleta Tirkan li hember Kurdan topyekûn di êrîşê de ye

Zekî Bedran

Faşîst Erdogan, êrîşkirina Sûrî û herêmeke bi 30 km. kûrahî dagirkirinê bi israr dûbare dike. Herêmên weke herêma ewlekarî binav dikin, ji derveyî sînorê wan e.  Yanî du dewletên cîran bi darê zorê dagir dike. Vê yekê ji cîhanê re îlan dike û dixwaze bide pejirandin. Herêma ewlekarî di sînorê Sûrî de xelas nabe. Iraq`ê jî heta sînorê Îran digre nava xwe. Ji xwe li Iraq`ê hêzeke zêde ya leşkerî bicîh kiriye.

Herêmê ku Tirkiye, weke li Sûrî korîdora Kurdî ya bi 30 km. kûrahî binav dike, herêmên ku Kurd têde jîyan dikin e. Tirkiye herêmên ku dagirkiriye Kurdan jê derdixe, herêmên bê Kurd ava dike. Qirkirina netewî, yanî jenosîd pêk tîne.

Hikûmeta Erdogan, ji bo projeya qirkirina Kurdan pêk bîne hatiye avakirin. Ergenekon, MHP, Doğu Perinçek li ser vî esasî destek dan AKP’ê. Projeya qirkirinê di nava pîlana îslahat ê şerq de hatiye nîvîsandin û heta rojame tê pêkanîn. Di bingeh de ev proje bi ser navê dewlet pêş ketiye. Ji ber vê yekê, ew partiyên her dem AKP rexne dikin jî dema pirsgirêk tê ser qirkirina Kurdan û dagirkirina Iraq û Sûrî, hemû dikevin yek rêzê. Mixalifbûnê wan ya dijî hikûmetê xelas dibe.

Dewleta Tirkan çima li hember Kurdên li Iraq û Sûrî jî dijminayiyê dike? Kurdên li van herêman jiyan dikin dewletên wan nîne. Hêza wan ya esmanî û artêşa wan jî nîne. Yanî rewşeke wan ya ku li hember Tirkan gef be, nîne. Kurd dixwazin bêyî ku sînorê dewletan bigûhere, li ser axa xwe hebûna xwe bidomîne û çanda xwe jiyan bike. Lê dewleta Tirk hebûna Kurdan û nasnameya wan ji bo xwe weke gefekê pênase dike. Dewleta netewî ya Tirkan vebijêrka ji xwe re esas girtiye, bi tûnekirina Kurdan ewlehiya xwe avakirin e. Ev yek eşkereye ku planeke qirkirinê ye.

Bi nerîna me Kurd çi dikin bila bikin, dewleta Tirkan wê erîşê Rojava û başûrê Kurdistan bike. Berê Îran, Iraq û Sûrî bihevre projeya xefka Kurdan danîbûn. Niha ew şert û zirûf hatin gûhertin, ev xefk baş kar nake. Sûrî şerê navxweyî de lawaz bû, yê ku ev pêk anî jî di serî de dewleta tirk ya Erdogan bû. Xwast Îxwanciyan bike desthilatdar. Lewra Sûrî ber bi  hilweşandinê ve bir. Iraq, piştî Saddam pir cûda teşe girt. Bi şikleke Kurd bûn xwedan statû. Her wiha Iraq jî di hêza xwe ya berê de nîne. Îran di bin ambargoyê de ye û pirsgirêkên wê gelek in. Her wiha navbera wan û Tirkiyê de nakokiyên kûr hene. Ji ber ku Erdogan pişta îxwanciyan digre, dixwaze bibe serokê cebheya sûnnî û li Rojhilata navîn de li pey desthilatdarî ye.

Kurd jî ne Kurdê berê ne. Li Rojava tasfiye kirina DAİŞ’ê de, bi gelên herêmê û hevpeymaniya navnetewî re hevbeş tevgeriyan. Roleke sereke di xelaskirina cîhanê ji DAİŞ’ê leyîstin. Xwe zana kirin û bi rêxistin kirin. Pêşengtiya jinê di şerde û di şoreşêde, her wiha bi xebatê wan ê ava kirina sîstema demokrasiyê de, heskirin û piştgiriya gelên cîhanê bi dest xist. Statû ya li başûr û pêşketinên li Rojava xewina Tirkan direvînin.

Li bajarê Kurdan de belediyeyên li gor qanûnên wan hatibûn qezenckirin destdanîn ser. Endamên parlaman ê ku gel wan hilbijartibûn, avêtin zîndanan. Bi 10 hezaran Kurd di zîndanan de dîl girtî ne. Ev rêveberiya faşîst, Kurdên di nava xwe de eger bike dijminên xwe, li welatên cîran destkeftiyên Kurdan yên siyasî û çandî wê çawa bipejirîne? Heta zihniyeta heyî neyê gûhertin, rêveberên Tirkan wê her dem bixwazin hember Kurdan dijmanayiyê bikin û wan bifetisînin.

Weke me diyar kir, dewleta Tirkan li Rojhilata Navîn sekinandin û pelçiqandina Kurdan girtiye ser xwe. Artêşeke wan ya mezin heye. Endamê NATO ye û demeke dirêje çek û teknîk ê xwe ji NATO digre. Dewletê, gelê Tirk bi darbeyan û bi siyasetên netevperest û mîlîtarîst rehîn girtiye. Bikaranîna dîn jî têde, hemû hêza  dewletê ya hûndir û derve û her wiha îttîfaqê wan jî xistiye tevgerê. Hember Kurdan dixwaze hemû cîhanê rake ser piyan. Hember yên ku alîkarî nedin projeya qirkirina Kurdan an jî hinek cûda nîzîk bibin, siyasetê dijminî dimeşîne. Tirk dibêjin ger pêwîst bike bi DYA, Ewropa  û welatên ereban bi her kesî re pirsgirêk jiyan bikim jî, navberê me xerab bibe jî, tenê Kurd bên pelçiqandin bese. Piştî ku Kurd hatin tasfiye kirin çawa bibe jî bi wan dewletan re emê li hev werin. Siyaseta cîhanê ya  heyî jî, li ser esasê bide û bistîne dimeşe. Dibêje, van pirsgirêkan pişt re ezê çareser bikim ji naha de wiha jî dike. Tiştê ku li Îsraîl, Erebîstan û Îmarat re negotibû û nekiribû nema. Dema balafirê Rusya xist jî wiha kir. Piştre Erdogan diçe hevdîtin dike û dibêje werin em li hev bikin.

Tirkiye, şerê Ukrayna ji xwere vegerand firsendekê. Rusya tengav bûye. DYA û NATO bê dilê xwe ji bo Tirkiyê sebr dikin. Endamtiya NATO ya ji bo Swêd û Fînlandiya jî vegerandin bazareke dijî Kurdan. Iraq, Sûrî û Îran di rewşa heyî de li hember Kurdan nikarin şer bikin. Dibêje wê demê valatiya heyî divê ez dagrim.

Ji ber sedemên dîrokî û siyasî yên ku me diyar kirin, wê Tirk êrîşê Rojava bikin. Ji xwe êrîşê wan heta niha nesekini ne. Başûr li bin lingande ye. Li Bakûr nahêlin Kurd çavên xwe vekin. Dewleta Tirkan hember Kurdan di rewşeke topyekûn êrîşêde ye. ji ber vê Kurd û raya gîştî ya demokratîk, li gor van heqîqetan divê xwe amade bikin. Lewra mecbûrin xwe rêxistin bikin û li berxwe bidin.