Wednesday, May 14, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

14’ê Tîrmeh’ê Rojiya Mirinê a Mezin

17/07/2018
in QUNCIK NIVÎS
A A
14’ê Tîrmeh’ê Rojiya Mirinê a Mezin
Share on FacebookShare on Twitter

Li ser 14’ê Tîrmehê Rojiya Mezin a Mirinê re 36 sal derbas bû. Di şert û mercên zehmet de ji berxwedanên herî mezin yê dîrokê bû. Ev berxwedana dîrokî bi serketina îradeya şoreşgerî bi encam bû.
Dewleta Tirk di şertên darbeyê de bi zêhniyet û nijadperestiyeke ku ji zincîrên xwe filitî bû êrîşî girtiyan kir. Zîndana Diyarbekirê bû hedefa sereke ya êrîşan. Civak hatibû tepisandin û hêzên muxalif hatibûn tune kirin. Li pêş wan ti astengî nemabû. Hêzeke siyasî ya mezin ku kadroyên pêşeng yên PKK’ê jî di navê de bûn tijî zîndana Diyarbekirê kiribûn. Hemû welat vegerîbû girtîgehê. Lê Kurdistan ji serî heta binî ji nûve dihat dagirkirin. Muxalefeteke şoreşger, ya herî girîng jî ji bo ku Kurdayetî careke din zindî nebe dixwestin bixin gorê. Ji bo pêwîstiya vê plana berfireh Diyarbekir weke herêma pîlot hat hilbijartin.
Dewleta Tirk bi rengekî layiqî navê xwe, di şidet û sûcên mirovahiyê de ku bê hevrike careke din nîşan da. Ti pîvanekî exlaqî, olî û hiqûqî nas nekir. Jiyan li girtiyên ku xistibûn nava çar dîwaran vegerandin cehenemê. Bi gotina wan “kesên girtî wê ji dayîkbûna xwe poşman bibûna.” Li gel êşkenceyan, ji komkujiyên fizîkî zêdetir komkujiyên siyasî xistin meriyetê. Bi dehan mirovan ji ber êşkenceyan jiyana xwe ji dest dan. Qismek ji wan jî ji bo ku êşkenceyan rawestinîn û rûmeta mirovahiyê bilind bikin di rojiyên mirinê de û çalakiyên xwe şewitandinê de bê mirin bûn. Ya ku dixwestin, di şertên êşkence û wehşetê de mirov ji rûmetên xwe dûr bikevin, bibin hebûneke sivik û ji armanc û nasnameyên xwe dûr bikevin. Gelek hewldan kirin ku kursiyên dadgehê bibin dengê xiyanet û teslîmiyetê. Lê hemû lîstikên wan, amûrên wan yên şidetê di dawiyê de li hember îradeya şoreşgerî ya ji pola têk çûn. Di 21’ê Adarê 1982’an de Mazlûm Dogan jiyana xwe da ber namluyê û li ruyê faşîzmê xist. Di 18’ê Gulanê 1982’an de Ferhat Kurtay, Mehmûd Zengîn, Eşref Anyik û Necmî Oner bedena xwe xistin glokeke ji agir li dijî kiryarên faşîzmê yên tarî bûne meşaleyeke ronahiyê.
14’ê Tîrmhê Rojiya Mirinê ya Mezin jî li vê xeleka berxwedana dîrokî zêde bû. Rojiya mirinê bû lûtkeya berxwedanan. Bû darbeyeke mirinê ku li îtirafkariyê û xiyanetê ket. Dewlet di êrîşên şikandina îrade û bê nasname hiştina şoreşgeran de gelek bi biryar bû. Digot, “Min hûn xistin nava çar dîwaran. Min we ji cîhanê tecrîd kir. Kesek tune ye ku bê hawara we. Xwedayê vê alemê ezim, an hûnê bimirin an jî li ber min stuyê xwe xwar bikin.” Di 14’ê Tîrmehê de li dadgehê Xeyrî Dûrmûş ragihand ku ew dest bi rojiya mirinê dike. Got, “Dibe ku hûn kujer û zalim bin. Dibe ku we hemû hêz bi dest xistibe. Dibe ku hûn weke fizîkî me bikujin lê hûn nikarin xwe bighînin ruh û îradeya me.” Xeyrî bûbû manîfestoya îrade û têkneçûnê. Bedenên ku roj bi roj, saet bi saet heliyan û çûn mirinê îrade bilindkirin û bûne abideyên têkneçûnê. Armanca dîrokî ya dewletê ya ku xiyanetê bi ser bixîne di ber de hat hiştin. Berxwedan weke glokeke ronahiyê ket ser tarîtiya salên 12’ê Îlonê. Rêgezên mîlîtanî û sekna însanî careke din danîn holê. Li hember faşîzmê serkeftin çawa tê bidestxistin careke din hat nîşandan. Li ser vê berxwedana mezin re 36 sal derbas bû. Dema em vedigerin li pey xwe dinêrin em dibîn ku di zêhniyeta dewleta Tirk de ti guhertin çê nebûye. Erdogan cihê Kenan Evren girtiye. Girtîgeh dîsa tije ne. Dîsa binpêkirinên mafên mirovan û êşkence di rojevê de ne. Dîsa nijadperestî û faşîzm li pêş e.Faşîzma Tirk ya di pêşengiya Erdogan û Bahçelî de êrîşên xwe yên li ser hemû Kurdistanê berdewam dike. Bi dagirkirina Efrînê re paqijiya etnîkî dikin. Li dijî Kurdan bi hemû hêzên cîhanê re tifaqan dikin. Mîna dema 12’ê Îlonê armanca wan berçiqandin û şikandina îradeya Kurdane û dîxwazin Kurdan bixin bin tarîtiya dîrokê. Zihniyeta cîhana wan ya nexweş ku hebûna gelê Kurd ji bo xwe weke xetere dibînin neguheriye. Faşîzma 12’ê Îlonê li hember îradeya Xeyrî û Kemal têk çû. Hat îspatkirin ku îradeya mirovên xwedî bawerî û xwedî armanc têk naçe. Îro jî wezîfeya dîrokî ya têkbirin û şikandina îradeya faşîızmê li pêş me ye. Divê xwesteka faşîzmê di ber de bê hiştin û divê destûr neyê dayîn ku êdî êşê bi gelan û herêmê bidin kişandin. 14’ê Tîrmehê îro jî çavkaniya me ya hêzê ye. Buyereke derbasbuyî nîne. Hê jî rê nîşanî me dide.

Zekî BEDRAN

Post Views: 58
ShareTweetPin

Herî Dawî

Werin em li dijî dehakan agirê Newrozê dadin
ROJEV

PKK misogeriya zindî kirina rihê şoreşgertî û demokratik û parastina nirxên Apoyî ye

14/05/2025
Alî Haydar Kaytan û Riza Altun li bajarê Dêrîkê hatin bîranîn
NÛÇE

Alî Haydar Kaytan û Riza Altun li bajarê Dêrîkê hatin bîranîn

14/05/2025
AZADIYA RÊBER APO AZADIYA ME YE
HAJMARA PDF

AZADIYA RÊBER APO AZADIYA ME YE

14/05/2025
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

14/05/2025
Mirov bi çand û zimanê xwe tê naskirin
ÇAND Û HUNER

Mirov bi çand û zimanê xwe tê naskirin

14/05/2025
Hemû cureyên wêjeyê dinivîsin yekê jî nabin serî
QUNCIK NIVÎS

Cejna Zimanê Kurdî..Ne Rojeke, Hemû Rojên Salê

14/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.