Rojnameya Ronahî

Erênî Hizirîn

Sîpan Şînda

Dema mirov li xwe û kesayetiya xwe binêre mirov dikare kêm zêde bêje ka mirov di jiyanê de mirovekî çawa ye. Mirov kesekî erênî ye yan jî neyênî ye. Ango mirov bi çavekî çawa jiyanê û bûyerên li derdrora mirovî diqewimin, dibîne. Ev rewşa mirovî ya derûnî, di heman demê de kesayetiya mirovî jî dide xwiyakirin. Mirov kesekî/a di halê xwe de û ji derûdorê girtî ye yan jî dilgerm û ji derûdorê re vekirî ye, mirov kesekî/a ji halê xwe memnûn e yan na, kesekî/a jiyanê li ber çavên xwe xweş dike yan jî reş dike ye, mirov kesekî/a ji her tiştî şikê dike ye yan na û hwd. Şiklê hizirandina mirovî bandorê li ser van aliyên mirovî hemiyan dike.

Di jiyanê de li bûyeran bi çavekî erênî nêrîn, di têkiliyên hevaltî, dostanî, danûstandinên civakî ê bazirganî, xwih û biratî, dezgirtî û mêrantiyê de erênî hizirîn mirovî her tim serfiraztir dike û hindiktir dihêle di bin bandora encamên bûyeran yên ne li gorî dilê mirovî ne. Erênî hizirîn jiyanê li ber çavên mirovî xweştir dike û mirov çêtir tamê ji jiyanê distîne. Kesên erênî dihizirine rihettir dikarine têkiliyan bi derûdora xwe re deynin û bistetir in. Lê îca ka em berê bidine civaka Kurd. Gelo erênî hizirîn ji bo wan çawa ye. Bê goman erênî hizirîn ji bo Kurdan ne gelekî hêsanî ye. Neteweke ku ev sed sal in têde perçiqandin, qetilkirin, koçberkirin, talankirin û wêrankirin ka wê çawa bikaribe erênî bifikire! Bi zimanê xwe axivîn jêre bûye sûc, mafê xwe xwestin jêre bûye sûc, girî jê re bûye sûc, ken jêre bûye sûc, aşitî xwestin jêre bûye, hizin girtin jêre bûye sûc, li mirîyên xwe xwedî derketin jêre bûye sûc, hizirîn jêre bûye sûc, heta hebûna wê jêre bûye sûc. Ka ev netew wê çawa bikaribe erênî bihizire. Di van sed salên dawî de bi dehan caran li hemberî hov û xwînmijan serî hildane û ewan ji xwestî ye weke hemî netewên li dunyayê azad bijîne, lê mixabin neyaran her tim zilim li wan kirine û serê wan perçiqandine. Gelî û newalên welatê wan bi termê zarokên wan hatine niqniqandin, çem û robarên wan êdî ne ji kanîyên zelal û belekên berfê, ji xwîna keç û xortan wan diherikine. Gelo ka ev netew wê çawa bikaribe erênî bihizire! Civaka Kurd di trawmayek mezin de ye. Dema mirov li civavê dinêre mirov vê trawmayê bi awayekî hêsanî dikare bibîne. Awirên wan tûjin lê şikestî ne. Kurd eyn weke teyrê serê baskên wî hatî qusandî ye. Ew her çend dixwaze bi fire lê ji ber ku serê baskên wî hatiye qusandin, ew tenê diperpite. Lê belê ew dîsa ji dev ji hewldana firê bernade û her baskên xwe li hev dide.

Gelê Kurd her çend civakekî hatiye fetisandin û gelek şikestin di dîroka xwe de xwariye jî, lê belê ew dîsa ji di xalekê de her tim erênî dihizire. AZADİ! Erê, netewa Kurd sond xwariye ku ewê her rojekê wê azadiyê bi dest xwe ve bîne û ewê tu caran hêviyên xwe qut neke û di vî warî de nerênî ne hizire.