di roja 9`an de Mîhrîcana Rojava de, bi tevlêbûna reweşenbîrên bajarê Hesekê û katona Qamişlo semînerek hat dayîn.
Semîner bi navnîşan “Di Gulistana weşanên Kurdî li Sûriyê de kovara Pirs û Rojname Newroz” ji aliyê rewşenbîr Newafê Bişar ve hat birêvebirin ku di destpêkê de bal kişand ser dîroka kovara Pirs û wiha got: “Li gorî belgeyeke fermî ya 27 ê Îlona sala 1992’yan li bajarê Qamişlo, nûnerên 3 kovarên Kurdî (Gelawêj, Stêr û rê) civînek li dar xist ku ez yek ji beşdaran bûm û biryar bi rawestandina her sê kovaran hat dayîn û li şûna wan kovareke Kurdî demsalî, serbixwe û bi navê Pirs were weşandin. Hejmara wê ya pêşên li Newroza sala 1993’yan hate çapkirin û belavkirin.”
Newafê Bişar wiha berdewam kir: “Rojnameya Newroz 22`yê Nîsana 1995’an ji aliyê Osman Sebrî û Dr. Nuredîn Zaza ve hejmara yekê weke sembol rûpela pêşî Newroz xemilandin. Her wiha li gel her du wêneyan jî pirsa Ehmedê Xanî ya li ser hezkirina zimanê Kurdî ya dibêje; ‘Ma mirov bi zaroyê xwe yê nexweş bi zaroyê cîran yê xweş diguhêre?’ Li ser rûpelê pêşî yê rojnameyê her hejmar cih girtiye.”
Piştre helbestvan Beşîra Derwîş, Ebdulrehman Mihemed, Fewaz Osê, Îbrahîm Berekat, Selîm Mejîd û Zahid xelef beşa helbestên bi zimanê helbestên xwe xwendin.
Di saet 18:00`an de helbestvan û çîrokzanan wekî Feyrûz Reşik, Hozan Girkundê, Îsa xelo, Luqman Ebdulrehman, Enes Yildiz, Luqman Osman, Mihemed Baqî Mihemed, Ridwan Yûsiv û Umran Yûsiv berhemên xwe bi zimanê Kurdî û Erebî xwendin. Piştî wê kurtefîlma navê “Çiyayê Kurmênc” ku ji aliyê Zekeriya Efrîn ve hatiye çêkirin hate pêşandan. -ANHA