Rojnameya Ronahî

’Em ê têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê xurttir bikin’ 

Darîn Silê/Qamişlo

Bi boneya salvegera ’Roja Cîhanî ya Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê’, berdevka Rêxistina Sara Arzo Temo diyar kir ku ji bo têkoşîna li dijî şideta li ser jinê, wan gavinên girêng avêtin e û got, em ê têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê xurttir bikin.

Gelek cureyên şîdeta li ser jinan hene. Şîdeta fîzîkî, fikrî, zayendî û derûnî her roj, ji aliyê hişmendiya desthiladar ya zilam ve tên kirin. Tevî ku Şoreşa Rojava şoreşa jinê bû û jinan pêşengî jê re kirin, li herêmê êriş û tundiya li ser jinê dewam dikin.

Li bakur û rojhilatê Sûriyê tevî ku jin ewqas xwedî destkeftî ne, beşdarî qadên jiyanê dibin û maf û azadiya xwe bi dest dixin, hê jî ji hêla malbatê û civakê ve rastî zordestî û zihniyeta mêr tên. Gelek jin ji ber zora civakî, zêdebûna pirsgirêkan, rewşa xizanî, berdan, zewicndina di temenê piçûk de û bêserûberiya malbatê xwe dikujin. Herwiha ji ber van pirsgirêkan nexweşî û aloziyên derûnî derdikevin. Ji ber wê hem ji aliyê civakê, hem ji aliyê kesên desthilatdar ve tundî li ser jinê tê kirin. Bi taybet li herêmên pêkhateyên Ereb tundiya ser jinan zêde ye. Çimkî li van herêman zihniyeta mêr, herwiha urf û adetên kevin li dijî vîna jinê hê di astekê jor de dewam dikin.

Derbarê tundiya li ser jinê û nêzîkbûna salvegera ’Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê’, berdevka Rêxistina Sara Arzo Temo ji me re axivî.

`Em ê zihniyeta desthilatdar tune bikin û jinan azad bikin`

Arzo Temo destnîşan kir ku armanca rêxistinê ew e ku tevayiya cûreyên tundiya li ser jinê têk bibe û axaftina xwe wiha domand: “Em hewl didin jinan aktîv û birêxistinkirin bikin, herwiha zihniyeta kevn, adet û kevneşopiyên kevnar yên ku bi hezarê salan jin rastî wê tên ji holê rakin. Lewra ev zihniyet bandorê li civakê, bi taybet li jinê kiriye. Gelek jin jî ji ber vê zihniyetê hatine kuştin û rastî hovîtiye hatine kirin. Ji bo wê jî em her rojê hewl didin vê zihniyetê tune bikin û jinan azad bikin.”

Arzo bal kişand ser pêwîstiya zêdekirina xebatên ji bo pêşîgirtina li şîdeta li ser jinan bi taybetî li herêma Firatê û wiha pê da çû: “Divê rêxistin xebat û pêngavên hişyarkirina jinan zêde bikin, ji ber ku heta niha gelek jin mafên xwe nizanin, bi taybtî li herêma Firatê ji ber urf û adetên çewt yên eşîrî, sûcên li dijî jinan zêdetirin.”

`Jina li ber xwe bide û têkoşînê bike, ti caran rastî tundiyê nayê`

Arzo got, tevî ewqas kar û xebata me û têkîliyên me bi rêxistinên din yên jinan re, heta niha me nikarîbû tundiyê ji kok ve têk bibin, lê me karîbû vê tundiyê lawaz bikin. Lewra heta em saxbin wê tundî hebe, lê divê li dijî wê têkoşîneke mezin hebe. Da ku ti kes nikaribe tundiyê li dijî me bikar bîne. Ji bo wê jî yê ku li ber xwe bide û têkoşînê bike ti caran rastî tundiyê nayê.

`Em ê pêngavên hişyariya jinan dewam bikin`

Arzo Temo got, wek Rêxistina Sara ji bo ku ewê karibin pêşî li vê tundî û şidetê bigrin em bi gelek pêngavên hişyariya jinan radibin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Pêngavên ku em pê ve radibin tev li ser maf û zagonên parastina jinê ne. Ev zagon jinê ji her tiştê xirab diparêze û mafê wê bi dest dixe. Wek rêxistin jî em şopandina rewşa jinan dikin û çi jina ku mafê wê hatibe xwarin yan jî rastî tundiyê tê kirin, em parastina wê dikin û li gorî zagonê doza mafê wê dikin. Ji bilî wê jî emê pêngavên xwe yên hişyariya jinan dewam bikin. Da ku di dema pêş de, jin mafê xwe nas bike û bi vîna xwe doza mafê xwe bike.”

`Bi guhertina hişmendiyê wê hovîtî kêm bibe`

Arzo destnîşan kir ku herî zêde tundî li herêmên ku pêkhateyên wê erebin çêdibe û ev yek li axaftina xwe zêde kir: “Tundî û şidet li herêmên pêkhateyên ereb zêdetir in. Çimkî li wir hê zihniyeta zilam ya desthilatdar li ser jinan tê meşandin. Li herêma Cizîrê rewş baştire, lewra zagon û hişmendiyeke nû hatiye afirandin û her kes rastî û wateya jinê nas kiriye. Ji bo wê jî pêwîste li herêmên pêkhateyên ereb hişyarî û perwerdeyên derbarê mafê jinê de hê zêdetir bên dayîn. Lewra bi guhertina hişmendiyê wê hovîtî kêm bibe.”

Arzo diyar kir ku li hin herêman tevayiya cureyên tundiyê li ser jinan tên kirin. gelek cara jin tê kuştin û tê veşartin bêyî ku kes sedema kuştina wê nas bike. Hin jê jî piştî ku tên kuştin, idîayên nerast li ser wan tên gotin.

`Divê jin xwedî kesayeteke xurt be`

Arzo da zanîn ku divê jin xwedî kesayeteke xurt be, da ku bikaribe ji zehmetiyên ku rê li ber jiyana wê digirin derbas bibe û têkoşîna xwe ya li dijî şidet û tundiyê xurttir bike. Herwiha derfetê nede desthilatdaran ku armanca xwe pêk bînin.

Rewş û serjimariya tundî û şideta ser jinê

Arzo got, li gorî rewşên ku me şopandine ji 1`ê heyva çile heta heyva Hizêranê 27 rewşên kuştina jinan, 7 rewşên xwekuştinê û 21 hewldanên xwekuştinê, 84 rewşên lêdanê, 39 rewşên pirjiniyê, 27 rewşên zewcandina temen piçûk, 3`ê rewşên zewcandina bi darê zorê, 5 rewşên destdirêjiyê, 28 rewşên pirsgirêkên zewacê, 50 rewşên destavêtinê û 6 rewşên hewldanên kuştinê hene.

Arzo di berdewamiya axaftina xwe dxe got, pêwîste jina ku rastî tundî û zehmetiyên jiyanê bê, di serî de berê xwe bide sazî û rêxistinên jinan. Da ku mafê xwe nas bike û çareseriyeke rast bibîne. Herwiha li şûna ku bitirse û bêçare bimîne, pêwîste li ber xwe bide.

berdevka Rêxistina Sara ya têkoşîna li dijî şideta li ser jinan Arzo Temo di dawiya axaftina xwe de got, divê jin li dijî zordariya zilam tekoşina azadiyê hilbijêre. Herwiha em bang li tevayiya jinan dikin ku ti caran li hember zihniyeta qirêj bêdeng nemînin. Lewra zihniyeta desthilatdar tunekirina jinê dixweze. Ji bo wê jî pêwîste jin mafê xwe nas bike û rê li ber zihniyeta desthilatdar bigre.