Rojnameya Ronahî

Pênûsa Zêrîn dan Feqîr Ehmed

Tevgera Çanda Demokratîk a Kurdan li Ewrûpayê (TEV-ÇAND) ji ber keda wî ya salan û xebatên wî, “Xelata Pênûsa Zêrîn a Kedê” da helbestkar Feqîr Ehmed. Di merasîma xelatê de navdarên hunerê Kurdî jî amade bûn.

Merasîm li komeleya Mala Kurdan a li Kolnê yekşemê êvarê bi rê ve çû. Di merasîmê de piştî rêzgirtina ji bo şehîdan, sînevîzyoneke portreyî ya 10 deqîqeyî yê Feqîr Ehmed hat nîşandan. Rojnamevan û nivîskar Kakşar Oremar ev portre amade kiribû.

Di merasîmê de Serokê Înstîtuya Kurdî ya Elmanyayê Fevzî Ozmen, Serokê Înstîtuya Kurdî ya Brukselê Derwêş Ferho, ji Saziya Malbatên Şehîdan Şengê Kahraman, nivîskar Medenî Ferho, Helîm Yûsiv, Fêrgîn Melîk Aykoç, Hamed Barackilic, Kakşar Oremar; Hozan Şemdîn, Sosin, Xelîl Xemgîn, Comerd, Beser Şahin, Cewad Merwanî, Canê, Kawa, Peyman Arjîn, Memo Gul û Merdan Zirav amade bûn.

 

Feqîr Ehmed vexwendin Kobanê

 

Di merasîmê de nivîskar Helîm Yûsiv axivî, Jîna Amînî bi bîr anî û paşê got, “Li Kobanê, Weşanxaneya Ava sala 2023’yan fuara kitêban li dar dixe. Wê nivîskar Feqîr Ehmed vexwend. Wê da zanîn ku ew ê tevahiya kitêbên Feqîr Ehmed ên weşandî û 5 kitêbên neweşandî jî biweşîne.”

Ji Belçîkayê nivîskar Medenî Ferho jî di merasîmê de peyivî û got, “Di salên 1980’yî de li Ewrûpayê komeleyên Kurdan nebûn. Feqîr Ehmed û hevjîna wî Xecê, mala xwe veguherandin Mala Kurdan. Nivîskar, şoreşger, welatparêz li mala wan diciviyan.”

Medenî Ferho li ser helbest û çîrokên Feqîr Ehmed jî got, “Hin nivîskar peyv, gotinên pêşiyan û biwêjên xas ên herêmên xwe di berhemên xwe de bi kar tînin. Ew her wiha çîrokên ji devera xwe dihûnin û dinivîsin. Ev yek zimanê neteweyî xurt û zengîn dike. Feqîr Ehmed yek ji van helbestkar û nivîskaran e.”

 

Aram Tîgran hez ji helbestên wî dikir

 

Hunermend Xelîl Xemgîn xelata Pênûsa Zêrîn a Kedê da Feqîr Ehmed. Xelîl Xemgîn di merasîmê de got, “Mamoste Aramê Dîkran gava ku gotin ji besteyên xwe re dineqandin, welê her gotin nedineqand. Pîvanên kiteyan, melodiya helbestê û beriya wan jî yekparebûna maneyê ji bo wî gelekî giring bûn. Wî carinan di helbestan de hin guhertinên hûrik dikirin. Lê wî gelekî hez ji helbestên Feqîr Ehmedî dikir. Bi ya wî, ev helbest, helbestên welê bûn ku bi dinyaya Kurd bi awayekî sade îfade dikirin. Ji ber wê, wî ji bo gelek helbestên Feqîr Ehmed ên weke Çûm Siya Darê, Rêya Kobaniyê, Ey Welato muzîk çêkir û ew gotin.”

-Ozgurpolitika