Rojnameya Ronahî

Bi sîstema nû ya belavkirina nan re wê pirsgirêka were çareserkirin

Darîn Silê/Qamişlo

Ji ber gazinên welatiyên Qamişlo li ser peydekirin û sîstema belavkirina nan, Komîteya Aborî ya Meclisa Kantona Qamişlo hewl dide sîstemeke nû ji belavkirina nan re bibîne û pirsgirêka welatiyan çareser bike. 

Rojane welatiyên bajarê Qamişlo li ber berakiyên belavkirina nan kom dibin da ku nanê xwe peyda bikin. Ji ber ku demê belavkirinê ne diyare û jêdera nanê ku tê belavkirin jî kême welatî zehmetiyan di milê peydekirina nanê xwe de dibînin.

Sîstema berakiyan ya ku Komîteya Aboriyê ya Meclisa kantona Qamişlo di sala 2020`an de danî, ji pirsgirêka belavkirina nan re nebû çareserî, ji bo wê jî hê pirskirêka welatiya ya peydekirina nan dewam dike. Herwiha di dema belavkirinê de pirsgirêkên cuda derdikevin û tevlîhevî li ber berakiyan çêdibe, welatî jî li ser vê yekê nerazîbûna xwe diyar dikin.

Derbarê pirsgirêka peydakirina nan û awayê çareserkirina wê de welatiyên bajarê Qamişlo û Rêveberê Komîteya Aboriyê ya Meclisa Kantona Qamişlo nêrînên xwe ji me re anîn ziman.

`Em zehmetiyan di peydekirina nan de dikşînin`

Welatiyê bi navê Xalid Elî yê ji Taxa Kornîş ya bajarê Qamişlo ku ew jî nanê xwe ji berakiya belavkirinê ya li taxa xwe digre wiha got, ev demek dirêje em zehmetiyan di peydekirina nan de dikşînin. Lewra nan kême û zêde peyda nabe. Nanê siyahî jî pir bihaye em nikarin bi kar bînin. Herwiha da zanîn ku ew bi saetan li ber berakiyên belavklirina nan disekinin heta ku nanê xwe peyda dikin.

`Em bi saetan li bende belavkirinê dimînin`

Xalid bîr xist ku demê belavkirinê ne diyare û axaftina xwe wiha domand: “Her roj nan di saeteke cûda de tê belavkirin. Em zehmetiyan di vî milî de dikşînin. Ji ber ku em nizanin ka kîjan satî nan dê were belavkirin. Ji bo wê jî gelek caran em bi saetan li bendê dimînin. Hin caran zû tê, hin caran jî dereng dikeve. Ev yek jî dibe sedema ku tevlihevî li ber deriyê berakiyê çêbibe. Ji bo wê em bi hêvîne saetek ji belavkirinê re were diyarkirin da ku em astengiyan di vî milî de nebînin.”

Xalid Elî diyar kir ku ew du kîsên nan werdigre û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Di her kîsî de 9 nan heye. Qalîteya nan jî pir başe. Lê jimara nanê di kîsan de kême û têra malbatekê nake. Malbata ku jimara wê zêde be du kîs jî têrê nakin. Bihayê her kîsî jî 400 lîre ye,  ji me re gincawe, ya girîng nenê me were peydakirin.”

Ji bo çareserkirina pirsgirêka welatiyan herwiha peydekirina nan ji tevayiya malbatan re Komîteya Aboriyê ya Meclisa Kantona Qamişlo hertim di nava xebatê de ye û hewl dide çareseriyekê ji vê pirsgirêkê re bibîne. Ji bo wê jî herî dawî hewl da sîstema balvkirina nan biguherîne û sîstemeke nû bi kar bîne. Da ku ev sîstem ji welatiyan re bibe alîkar û hewcedariya wan pêk bîne. Herwiha tê xuyakirin ku di demeke nêz de, dê sîstem nû ya bi riya komîngehan were pêkanîn. Wê di sîstema nû de nêzî 80 komînger di her komîngehê de jî mutemedek hebe ku bi riya wî nan li welatiyan were belavkirin.

Guhertina sîstema berakiyan û danîna sîstemeke nû

Rêveberê Komîteya Aborî ya Meclisa kantona Qamişlo Ebdilezîz Hiso jî li ser sîstema belavkirina nan wiha got: “Ji ber ku sîstema berakiyên belavkirina nan yên ku me di 2020`an dabû çêkirin, pirsgirêka nan çareser nekir, niha me hewl da ku sîstemeke din bi kar bînin. Sîstema nû jî wê di riya komîngehên taxan de bê kirin. Herwiha li ser sîstema nû wê her malbatê nanê xwe ji komîna taxa xwe bigre.”

`Di sîstema nû de wê her kes nanê xwe bi rehetî peyda bike`

Ebdilezîz got, wê di demeke nêz de sîstema nû were meşandin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Niha me dest bi lêkolînê kiriye, dema em lêkolîna tevayiya taxan bi dawî bikin wê sîstema nû were destpêkirin. Di sîstema nû de wê her kes nanê xwe bi rehetî peyda bike. Herwiha wê pirsgirêka welatiyan were çareserkirin û tevlîhevî jî namîne. Herwiha wê saeta belavkirinê ji berê baştir bibe.”

Rêveberê Komîteya Aborî ya Meclisa kantona Qamişlo Ebdilezîz di dawiya axaftina xwe de got, sîstema nû wê hewcedariya tevayiya malbatan pêk bîne. Wê li gorî jimara malbatên taxê nan bighêje her komîngehê, hin komîngeh jimara malbatên wê pir zêde ne, dibe ku çarnan nan têra wan neke û hin kêmanî hebe, lê di demeke nêz de em ê vê yekê jî çareser bikin. Em ê hewl bidin nêzî 40 kîsên din ji bo her komînê zêde bikin. Da ku kêmanî nemîne.