Rojnameya Ronahî

Li Qamişlo Şoştingeha yekê ya jinan hat vekirin  

Darîn Silê/Qamişlo

Bi armanca pêşxistina aboriya jinê û alîkariya jinan di şûştina berrik û mokêtan de, li bajarê Qamişlo bi şerpereştiya jinê, Şûştingeheke Berrik û Mokêtan ya bi navê Qamişlo hat vekirin.

Li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê jin di warê siyasî, çandî, civakî, aborî û tevayiya qadên jiyanê de kar û xebatan dike. Bi taybet di dema dawî de jinan di warê aborî de xwe bi hêztir kirin û rojbiroj aboriya xwe bipêş dixin. Herwiha bi keda destê jinan gelek kargeh, bazar û navendên jinê hatin vekirin. Niha jî cara yekê ye ku şoştingeheke taybet bi jinan li bajarê Qamişlo tê vekirin.

Şoştingeha Qamişlo ya Berrik û Mokêtan di 23`yê meha Cotmehê de ji aliyê Ofîsa Jinê ya bajarê Qamişlo, li taxa Sînaa hat vekirin. Di Şûştingehê de sê jin dixebitin, jinek rêveberiya şûştingehê dike û herdû jinên din jî karê şûştina berrik û mokêtan dikin. Şûştingeh ji saet 8`ê sibehê heta 3`yê piştî nîvro vekirî dimîne.

Derbarê vekirina Şoştingehê û xebata wê de, rêvebera Şoştingehê û jinên ku tê de kar dikin ji me re axivîn û dan zanîn ku vekirina şoştingehê ji bo tevayiya jinan gaveke pîroz e û wê barê gelek jinan sivik bike.

Rêvebera Şoştingehê Sacîda Ehmed Salih bîr xist ku ji beriya demeke ve wan haziriya vekirina şoştingehê dikir û axaftina xwe wiha domand: “Ji ber ku beriya niha li Qamişlo şoştingehên taybet bi jinan tinebûn û pêwîstî bi vekirina vekirina şoştingeheke jinan hebû, me wek jin xwest ku em di vî milî de jî bibin alîkar û xebatekê bidin meşandin. Li Qamişlo ev şoştingeha yekê ya jinan tê vekirin.”

`Armanc ew e ku em ji jinan re bibin alîkar`

Sacîda diyar kir ku armanca wan ji vekirina şûştingehê, alîkariya jinan e û wiha got: “Şûştina berrikan li malê zehmet bûye û gelek malan jî cihê şûştinê wan tune ye. Ji bo wê jî me xwest em di vî alî de ji jinan re bibin alîkar û berrikên wan bi bihayekî kêm bişûn. Herwiha me xwest em aboriya jinê bi pêş bixin û derfetên kar ji jinan re peyda bikin.”

`Em rojane berrikan dişon`

Sacîde da xuyakirin ku heta niha jimareke baş ji welatiyan hatine şûştingehê, da ku berrikên xwe li gel wan bişon û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji destpêka vekirina Şoştigeê ve, me nêzî 50 berrik û mokêtan şûştine. Em rojane di navebera 5 heta 6 berrikan de, dişon. Kesên ku berrikên xwe jî li gel me dişon, ji şoştina me pir razîne.”

`Bihayê şûştina berrikan ji deverên din kêmtir e`

Sacîda bal kişand ser bihayê şûştina berrikan û wiha got: “Bihayê şûştinê li gel me ji jihê şûştinê yên din kêmtir e. Li deverên çûda şûştina her metreyek berrik bi 2500 lîre ye, lê li gel me bi 1500 e. Cûdahiyeke mezin di navbera şûştingeha me û cihên şûştinê yên din de heye”

Sacîda da zanîn ku du amûrên şûştina berrikan li şûştingehê hene û ev yek li axaftina xwe zêde kir: “Amûrek ji bo firçekirina berrikan û yek jî ji bo paqijkirinê li şûştigehê hene.”

Sacîda di dawiya axaftina xwe de got, di dema pêş de emê xbata xwe berfirehtir bikin û jimara jinên li şûştingehê jî zêdetir bikin, da ku em heta danê evaran şûştinê bikin.

Jina bi navê Wefa Ebdilmecîd Nayif jî ku di şûştigehê de karê şûştina berrikan dike, derbarê karê xwe de wiha got: “Berî ku ez werim şûştingehê kar bikim, min li malê karê şûştina berrikan dikir. Ez bi vî karê xwe, kêfxweşim. Li malkê min birrik bi destan dişûşt, lê li vir em wan bi amûran dişon, şûştina wan ya bi amûran ji me re hêsantir e.”

Awayê şûştina berrikan

Wefa li ser awayê karê xwe û şûştina berrikan wiha got: “Destpêkê em berrikan bi avê nerim dikin û dermanê paqijkirinê, yê bêhnê û yên taybet bi berrikan lê dikin. Piştre em baş firçe dikin û di dawiyê de bi avê paqij dikin. Dema em şûştinê bi dawî dikin em li cihekî radixin da ku ziwa bibin.”

Wefa Ebdimecîd Nayif di dawiyê de behsa zehmetiyên ku di şoştinê de dikşînin kir û got, em zehmetiyan di milê fîzîkî de dikşînin. Lewra em bi saetan li ser lingan dimînin. Raste karê me girane lê ji karê malê pir baştir e. Di her karî de westandin heye, ji bo wê jî divê mirov di kar de li ber xwe bide.