Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Yekîtiya Aliman An Ya Zaliman

06/11/2022
in QUNCIK NIVÎS
A A
Islam aştiyê dikuje yan Misilman dikujin?
Share on FacebookShare on Twitter

Hafiz Ahmet Turhalli

Di 15 meha Cotmehê de, civînekî di bin navê ‚ITTIHADUL ULEMA‘ Navê dîtir (YEKITIYA MEDRESEYAN) li paytexta Amedê pêk hat. Ev cîvîn bi armanceke piralî ji hêla hêzên dewleta Tirk ve hate organîzekirin. Bê guman ew ê henek alî bêjin hûn hemu xebatên tên kirin, bi dewletê ve girêdidin. Em ê henek pirsan ji xwe bipirsin: IttihadulUlema Çi kesin? Kê ew damezrandin e? Çi ma û çawa navenda xwe li paytexta Kurdîstanê Amedê çêkirine? Dinav ewqas zulm û zordariyêde ev qaşo alim li kêderêbun/kêderêne? Yekitiya Alimên Medreseyan, di kuştina xelkê de, di diziya desthelatdarande, kuştin û destdirêjiya zarok û jinan de, avakirina cih û warên bê exlaqiyê de, vekirina fabrikayên şerabêde, lihevkirinên dewleta Tirk bi welatên wek Îsraîl, Amerîka û Oris li dijî misilman û mezluman de, bi kîjan erkî rabune? Dewleta Tirk û pêşiyên wan Osmaniyan jî, ji bo Medreseyên me tunne bikin gellekî zilm û xirabî kirin. Medreseyên Kurdîstanê cîhekî xwe yê giranbiha, hem li Kurdîstanê, hem jî li cîhana Îslamê hebû ye. Îmam Azam Ebu Henîfe, alimekî Kurd bu, rexmî hemu bertek û ruşwetê jî, desthelata Ebbasiyan qebul nekir û Ebbasiyan ew kuştin. Dewleta dagirker qanunên bi navê qedexekirina Medreseyan û Tekkeyan derxistin, Medreseyên me qedexe kirin, Alim û Rêberên me kuştin, Şêx Seîdê kal û hevalên wî yên Alim sêdar kirin, Seîdê Nursî zîndanî kirin, avêtin cîhê dînan û sirgun kirin, cîhê mezelên wan jî ne diyarin. Alim û zanyarên medreseyên me serê xwe dan, lê îzzeta Îslamê û gelê Kurd ji dest nedan. Şopdarên medrese û alimên rastin, alimên Kurd ji bo xutbe bi zimanê Kurdî xwendine, di zîndanan de ne, henek ji wan ji ber Mewluda Kurdî xwendine di zindanan de mirin.

Mezelê Kurdan hatin vekirin, hestiyên zarokên wan birin di bin rêyên hatuçunê de bi cih kirin, hestiyê zarokên Kurdan di qutîkande dan destê dê û bavan, mînakên dijmirovahiyê yên dewleta hov ya Tirk, nayên rêzkirin. Ev xwedêgiravî ‚yekitiya Alimên medreseyan ‘ li ku derê bun?

Çima berpisê Talîbanê venaxwînin Îstanbulê, Enqerayê, Antalya û Trabzonê, vedixwînin paytexta Kurdîstanê? Bi van civînan dixwazin naveroka Medres û sekna Alimên Kurd ya dîrokî berovajî bikin û têkin xizmeta dewleta Kemalîst de. Ew damara ku tu caran xwe radestî desthelatê nekiriye, herdem li cem gelê Kurd cih girtiye, ziman û zanebuna Kurdî parastiye, dixawazin tunne bikin. Ji ber misilmanên îro zêdetir xwe dispêrin desthelat û hêza madî, ji Qur’an û Pêxember dûr ketine. Îmana wan; ji Xwedê zêdetir bi desthelatan û desthelatdariyê çêbuye. Gelo mimkune, mafê ji Afxan, Tirkr,Ereb, Fars û Îngîlizre maf be û ji Kurdan re ne maf be? Desthelatan ola me dizîne, di şuna wê de, ola xwe wek ola Îslamê bi me dane pejirandin. Ev buye rastiyekî oldarên îro! Ola Xwedê ne ola desthelatêye, Ola Îslamê ola wekhevî, dadmendî û xwezayiye.

Ev dewlet û piştgirtên wê, ku îro li qadan digerin û behsa Ola îslamê û oldariyê dikin; Medreseyên me qedexe kirin, şeyx û alimên me sêdar kirin û Mizgeftên me şewitandin. Ew ê neha wek amur di destên xwede bikar tênin jî heman kesin. Laşê seydayên me di bin xaniyênku têde bun binax kirin. Evana çêcikên Kemalîzm û Turanizmêne, hevkar û hevparê zalimane.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.