Rojnameya Ronahî

Endamê Lijneya Asayîş û Parastina Iraqê: Hebûna leşkerên Tirk dagirkeriye û nayê pejirandin

Endamê Lijneya Asayîş û Parastinê ya Paralamentoya Iraqê ragihand ku biryare Parlamento li ser êrişên dewleta Tirk yên li ser Şengalê kom bibe û got: “Zêdetirî 7 hezar leşkerên dewleta Tirk li nava Iraqê hene. Hebûna leşkerên Tirk ya di nava xaka Iraqê de dagirkeriye û ev nayê qebûlkirin.”

Êrişên dewleta Tirk a dagirker yên ji bo dagirkirina Herêma Kurdistan û xaka Iraqê bê navber dewam dikin. Dewleta Tirk taybet demên dawî de gelek caran êrişî Şengalê kir û xelkê sivîl dike hedef.

Endamê Lijneya Asayîş û Parastinê ya Parlamentoya Iraqê Weîd Qedo derbarê êrişên dewleta Tirk a dagirker de ji Rojnews’ê re axivî.

Weîd Qedo destnîşankir ku dosyaya dubarebûna êrişên dewleta Tirk tevî nerazîbûnên fermî yên Bexdayê, pêvajoyek metirsîdar bi xwere tîne, ji bo vê biryar ewe ku parlamentoya Iraqê li ser van êrişên dewleta Tirk civînek lidarbixe.

Weîd di dewamê de behsa hewldanên ji bo ragirtina êrişan kir û wiha pêde çû; “Gelek parlamenterên Iraqê daxwaz kirine ku li ser dosyeya binpêkirina serweriya xaka Iraqê lêkolîn were destpêkirin. Ji bo vê yekê divê runiştinek taybet ji bo guftugokirina êrişên Tirkiyê were li darxistin ku daxwaz ji Enqereyê were kirin ku rêz ji serweriya Iraqê re bigire.”

Weîd Qedo di dawiya axaftina xwe de balkêşa ser hejmara leşkerên Tirk yên di nava xaka Iraqê de û got; “Zêdetirî 7 hezar leşkerên Tirkiyeyê di nava xaka Iraqê de hatine bi cih kirin. Hebûna leşkerên dewleta Tirk di nava xaka Iraqê de dagirkeriye û ev jî nayê qebûl kirin.” -ROJNEWS