Rojnameya Ronahî

Dagirkeriya Tirk ava stasyona Elok bi temamî qut kir

Gerînendetiya Avê ya kantona Hesekê têkildarî qutkirina ava stasyona Elok ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve li ser kantona Hesekê, daxuyanî da.

Daxuyanî li ber avahiya gerînendetiyê ya li taxa Ezîziyê ya Hesekê hat xwendin. Hevserokê Gerînendetiya Avê Îsa Yûnis daxuyanî xwend.

Îsa Yûnis diyar kir ku ji dema dagirkirina bajarê Serêkaniyê ve di sala 2019ʹan de, dewleta Tirk a dagirker siyasetên xwe yên dijminane yên plankirî ranewestandine û rojane herêmên sivîlan topbaran dike û carê dronan bi kar tîne.

Yûnis destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker şerê hemû pêkhateyan dike û wiha domand: “Ji 4 mehan ve anku ji 22ʹyê Tebaxa 2022ʹyan ve av qut kiriye. Bi koordîneya Rûsya û Îranê û rejîma Sûriyê, bi taybet piştî civîna sêalî ya li Tehranê û di nava bêxemî û bêdengiya Rûsyayê ya garantor û hikumeta Şamê de, êrişên dewleta li ser herêmê zêde bûn. Armanc ji van êrişan ew e ku herêm ji niştecihên wê vala bibin û astengî li pêşiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê werin danîn. Piştî zextên navneteweyî Rûsyayê hewl da stasyona Elokê careke din bixebitîne û di 19ʹê Cotmeha 2022ʹyan de xwe gihand dewleta Tirk a dagirker da ku bi lihevkirina bi Rêveberiya Xweser re li beramberî dayîna kehrebeyê avê bighîne bajarê Hesekê ku mîlyonek û 2 hezar kes lê dijîn.”

Yûnis da zanîn ku Rêveberiya Xweser pabendî lihevkirinên bi Rûsyayê re bû û wiha domand: “Rêveberiya Xweser bi kapasîteya 3 megawatt di satekê de kehrebe da stasyona Elok û bajarê Serêkaniyê. Tirkiyê ya dagirker hewcedariya Hesekê ya bi avê bi kar tîne, kehrebe zêde xerc dike, gihsşt asta ku di navbera 6 heta 8 megawatt di saetekê de bi kar bîne. Lê tevî vê yekê av li gorî tê xwestin nedan. Di encamê de ji ber kêmbûna ava pak û tunebûna alternatîfa stasyona Elok azarên şêniyan zêdetir bûn, her wiha nexweşiyên wekî kolerayê belav bûn.”

Îsa Yûnis bang li aliyên têkildar kir ku destwerdanê bikin û zextê li dewleta Tirk a dagirker bikin da ku stasyona Elok bixebitîne û wiha got: “Em bang li civata navneteweyî, Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ’ê û Rûsyayê ya garantor dikin ku berpirsyariyên xwe bi cih bînin, zextê li dewleta Tirk a dagirker bikin da ku stasyona Elokê ji nakokiyan dûr be. Li gorî qanûnên navneteweyî û mirovî û peymanên navneteweyî qutkirina avê sûcekî şer e.

-ANHA