Rojnameya Ronahî

Bi rêya wêneyan xwe nas kir

 

Lîloz Hecî di 6 saliya xwe de dest bi xêzkirina wêneyan kir. Dibêje ku wê bi wêneyan jiyan û hunera xwe keşif kiriye.

NÛJIYAN ADAR/ANF/Qamişlo

Lîloz Hecî dibêje ku wêne ji bo wê jiyan e. Wêneyên ku di 6 saliya xwe de dest bi çêkirina wan kir, weke hişê dîrokê pênase dike.

Lîloz a li Dêrikê, di 14 saliya xwe de hunera xwe bi rengekî profesyonel nîşan dide. Lîloz dibêje, “Nêrîna her mirovî cuda ye, cîhana xwe cuda ye. Min xwe bi wêneyan keşif kir. Min nêrîna Lîloz a li jiyanê di wêne de dît. Ya rast wêne şêweyekî vegotina xwe ye. Bi wêne min qala lêgerîn, daxwaz, hestên xwe kir. Min bi rêya wêne xwe civakî kir, bi civakê re têkilî danî.”

Lîloz ku bi xwe hînî xêzkirina wêneyan bû wiha axivî: “Kesî berê min neda çêkirina wêne, yan jî kesî negot bibe wênevan. Min bi xwe rahişt kaxiz û pênûsê û dest bi xêzkirinê kir. Bi taybetî xêzkirina çav, bala min dikişand. Ya ku mirovan nîşan dide çav e. Ya rast rêya xwegihandina mirovan, xwegihandina wateyê û hîskirina wê, çav e. Pêvajoya ku bi xêzkirinê destpê kir, min gihand vê astê.”

Lîloz radigihîne ku ew bi gelek cûreyan wêneyan xêz dike û destnîşan dike ku divê huner ji nifşan bigihêje nifşên nû.

Lîloz tevî ku nû dest bi perwerdekirinê kiriye, di nava 2 mehan de 5 şagirt gihand û niha 5 şagirtên wê hene ku 4 jê jin in.

Lîloz îsal dest bi perwerdekirina mirovên 13 salî û yên jê mezintir kir. Qala biryara xwe ya li ser perwerdekirinê wiha dike: “Huner zindîkirina hiş û dîrokê ye. Ya ku serdemê baş tîne ser ziman huner e. Dîroka gelekî bi rêya hunerê digihêje nifşên nû. Hebûna wênevanekê-î dibe ku zêde ne bi wate be, lê belê hebûna gelek wênevanan dikare hunereke xurt biafirîne. Mirov bi parvrekirinê dijî. Vegotin û hînkirin nîşaneya têgihiştinê ye, mirovan mezin dike. Gihandina hunerê ji civakê re nîşaneya serketinê ye. Ez ji ber vê girîngiyê didim perwerdeyê. Parvekirin ji bo min cihê kêfxweşiyê ye.”

Lîloz diyar dike ku wêne ji bo perwerdekirina civakê hunereke pêşketî ye û dibêje, “Nêrîna mirovan a li jiyanê bi hunerê dikare bê guhertin. Mirov hunerê dikarin weke armanca perwerdeyê binirxîne. Huner ji bo zanekirin û têgihiştina civakê û gel dibe ku kêrhatî be.”

Lîloz şoreşeke ku hunera xwe bi pêş nexistiye weke avahiyeke bê bingehê pênase dike û dibêje, “Bi Şoreşa Rojava re gelan gelek destketî bi dest xistin. Lê, heta ku destketî xwe nespêrin çand û hunerê, encamên xurt bi xwe re naîne. Aliyê herî girîng ewe ku Şoreşa Rojava bi huner xwe bi bihune. Heta niha gelek gavên girîng hatin avêtin, lê belê ji bo şoreşê têrê nake. Divê eleqeya ji bo hunerê û hunerhezan zêdetir be.”

Wênevan Lîloz Hecî bi berhemên xwe tevlî pêşangehan jî dibe.